Piştî banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibata 2025’an de, pêvajoya diyalogê ya ku konkret bûye, çalakiya şewitandina çekan a komek gerîla, vekişîna gerîla ji Bakur û hin herêman û damezrandina Komîsyona Meclîsê bi qonaxeke nû ve gihîştiye.
Di pêvajoyeke ku nîqaşên li ser modela rêveberiyê ya ji bo çareseriyeke muhtemel li Kurdistanê zêde bûne de, modela rêveberiya Swîsreyê bi aliyê xwe yê dişibe Kurdistanê ve mijareke ku hewceyê lêkolînê ye.
Swîsre û Kurdistan ji aliyê taybetmendiyên erdnîgarî ve gelek dişibin hev. Her du welat jî xwedî avahiyeke çiyayî ne, li yekê Alper li yê din Zagros wekî stûna her du erdnîgariyan dirêj dibin. Her du welat jî bêyî ku bi deryayê ve girêdayî bin, bi çavkaniyên ava şirîn dewlemend in; Swîsre bi golên xwe, Kurdistan bi Gola Wanê, Gola Urmiyê, Dîcle, Firat û çemên din.
Hevşibiyên avhewayî yên her du welatan jî balkêş in. Lê belê tevî van şertên erdnîgarî yên dişibin hev, çarenûsa wan a dîrokî û siyasî gelek cuda bûye. Swîsre, bi garantiya sîstema navneteweyî hatiye parastin; bûye welatek ku veberhênan lê zêde dibin, ji êrîşan dûr tê girtin. Kurdistan jî ji ber dewlemendiyên xwe di dîrokê de her tim bala mirovan kişandiye, bûye navenda êrîş û têkoşînên parvekirinê.
Swîsre xwedî avahiyeke federal e û bi mekanîzmayên demokrasiya rasterast tê nasîn. Referandum û însiyatîfên gel di navenda jiyana siyasî de ne.
Parlemana Swîsreyê ji du meclisan pêk tê:
Encûmena Neteweyî: Nûnertiya gel dike. Ji 200 parlamenteran pêk tê û her çar salan carekê bi sîstema nîsbetî tê hilbijartin. Hejmara parlamenteran li gorî nifûsa kantonan diguhere.
Encûmena Kantonan: Nûnertiya kantonan dike û ji 46 endaman pêk tê. Li piraniya kantonan bi sîstema piraniyê tê hilbijartin. Ev her du meclis bi hev re Meclisa Federal pêk tînin.
Li Swîsreyê desthilata icrayê ji Encûmena Federal a ji heft kesan pêk tê, pêk tê. Li vê welatê serokekî bi hêzên bilind tune ye. Heft endam bi awayekî kolektîf dixebitin; her yek ji wan xwedî desthilatên wekhev in. Di nav endamên encûmenê de her sal bi dorê kesek wekî “serok” tê hilbijartin. Ev erk ne hêzeke serwer e; bêtir pozîsyoneke sembolîk a “yekem di nav wekhevan de” ye. Serok, welat li derve temsîl dike û civînan birêve dibe.
Endamên Encûmena Federal ji aliyê Meclisa Federal ve têne hilbijartin. Ji bo ku hêz di destê kesekî de kom nebe, desthilat bi awayekî hevseng tê belavkirin. Her endam berpirsiyarê qadekê ye: karên derve, karên hundir, parastin, darayî, aborî, veguhestin-enerjî-jîngeh û hwd. Hemû biryar bi îradeya hevpar têne girtin.
Swîsre ji 26 kantonan pêk tê. Her kanton xwedî destûra bingehîn, parleman, icra û dadweriya xwe ye. Perwerde, tenduristî, ewlehî, dadwerî, bac û karûbarên civakî bi giranî di destê kantonan de ne. Dewleta federal çarçoveyê diyar dike; hûrgiliyên sepandinê kanton diyar dikin.
Şaredarî, saziyên ku gel herî rasterast beşdarî rêveberiyê dibe ne. Gelek karûbarên ku jiyana rojane tê de eleqedar dikin ji aliyê şaredariyan ve têne birêvebirin: qeydên nifûsê, dibistan, rêyên herêmî, binesazî, karûbarên jîngehê, alîkariyên civakî û hwd. Rêveberiyên şaredariyan ji aliyê gel ve têne hilbijartin. Li cihên biçûk meclîsên gel, li cihên mezin parlemanên şaredariyan hene.
Ev avahî, li gorî hewcedariyên herêmî rêxistinkirin û zelaliyê xurt dike. Nebûna komkirina hêzê di destê yekî de prensîba bingehîn e.
Artêşa Swîsreyê di asta federal de tê rêvebirin, lê sîstema milîs esas tê girtin. Leşkeriya mecbûrî ji bo mêran derbasdar e; jin bi dilê xwe ne. Leşker jiyana xwe ya sivîl didomînin, di demên diyarkirî de beşdarî perwerde û tatbîqatan dibin. Di rewşên karesatê de artêş alîkariyê dide desthilata sivîl.
Saziya polîs bi giranî girêdayî kantonan e. Her kanton xwedî polîsê xwe ye. Polîsê federal bêtir bi terorê, sûcên rêxistinkirî û sûcên navneteweyî ve mijûl dibe. Sîstema dadweriyê sê astî ye: dadgehên kantonan, dadgehên bilind ên kantonan û Dadgeha Federal. Dadgeha Federal, erka çavdêriya hiqûqî û hevsengiyê digire ser xwe.
Bêalîbûna Swîsreyê di Kongreya Viyanayê ya 1815’an de di asta navneteweyî de hatiye nasîn. Bi saya erdnîgariya xwe ya çiyayî, avahiya parastinê ya xurt û polîtîkaya bêalîbûnê, ji şerên mezin dûr maye. Ev rewş Swîsreyê kiriye navendeke bazirganiyê, dîplomasiyê û darayiyê ya ewle.
Sîstema bankingê ya xurt, garantiya hiqûqî, îstîqrara siyasî û asta mudaxeleya kêm sermaye kişandiye. Lê ev rewş, eleqeyên ku tê de elît di pêvajoyên biryardanê de bi bandor in jî bi xwe re aniye. Referandum û mekanîzmayên demokrasiya rasterast hewl didin vê bandorê hevseng bikin jî, giraniya têkiliyên elît-sermaye li ser siyasetê tê nîqaşkirin.
Li Swîsreyê çar zimanên fermî hene: Elmanî, Fransî, Îtalî û Romanşî. Her kanton zimanê xwe yê fermî diyar dike. Hemû belgeyên hiqûqî bi çar zimanan têne amadekirin. Ev rewş buha û zehmet e jî, pirzimanî bûye hêmana bingehîn a çanda jiyana bi hev re.
Komên ol û baweriyên cuda jî ji demeke dirêj ve bi hev re dijîn. Di dîrokê de pevçûnên mezin ên hundirîn çênebûne, pirsgirêk bi gelemperî bi lihevkirinê hatine çareserkirin.
Modela Swîsreyê, ji aliyê federalîzm, otonomiya herêmî û demokrasiya rasterast ve mînakeke girîng e. Lê ev model, wekî demokrasiyeke lîberal a di nav sîstema kapîtalîst de hatiye şekilkirin tê rexnekirin. Di pêvajoyên biryardanê de azadiyên kesane pêş dikevin; lê veguherîna civakî sînordar dimîne.
Li Swîsreyê têgihiştina azadiya kesane, di çarçoveya lîberalîzmê de hatiye şekilkirin. Lîberalîzm kesê dixe navendê; lê ji bo pêşveçûna alternatîfên civakî qada sînordar dide. Ev rewş cudatiya zihniyetê derdixe pêş.
Li Swîsreyê kes bi giranî dibin parçeyeke mekanîzmaya dewletê; lê ya esas redkirina îqtîdarê û pejirandina veguherîna exlaqî-civakî wekî nirxeke navendî ye.
Azadbûna kesê, tenê bi avakirina civakeke azad û jiyana ekolojîk ve mumkun e. Rastiya Rêbertiyê ev veguherîn pêşî di pratîka xwe de dest pê kiriye, paşê biriye asta civakî. Pêşveçûn bi afirandina aqlê hevpar ve pêş dikeve; civak roleke pêşeng digire ser xwe. Kurd, Ereb, Ermenî, Êzîdî, Suryanî, Tirkmen û Tirk di nav de hemû gelên Rojhilata Navîn; zimên xwe, çanda xwe, mafên perwerdeyê û statuya xwe diparêzin û bi awayekî hevpar beşdarî pêvajoyên biryardanê dibin.
Li hemberî vê, paradîgmaya azadiya Kurd; dewleta navendî, têgihiştina neteweya yekalî û komkirina îqtîdarê rexne dike. Modela konfederalîzma demokratîk, sîstemeke ku ji herêmê ber bi navendê ve tê rêxistinkirin, li ser bingehê meclîsên gel û komûnan kar dike, diparêze. Armanc ne xurtkirina îqtîdarê, lê xurtkirina civakê ye.
Tevî hevşibiyên erdnîgarî û avhewayî, rewşa Kurdistanê bi rastiya xwe ya dîrokî, bîra civakî û avahiya xwe ya di çar parçeyan de hatiye parvekirin cuda ye. Li hemberî nêzîkatiyên înkarker ên li ser qedexekirina ziman û çandê, têkoşîna ku di pêncî salên dawî de hatiye meşandin; civakê ji aliyê zihnî, çandî û giyanî ve veguherandiye, gihandiye qonaxa qebûlkirina hebûna xwe. Îro ev têkoşîn li Rojhilata Navîn bûye hêzeke pêşeng; ronahiyê dide herêmê, veguherîna civakî û pêvajoyên azadbûnê birêve dibe.
Civaka Rojhilata Navîn xwedî karaktere civakî ye; wijdan, jiyana exlaqî û hevgirtin nirxên bingehîn ên vê erdnîgariyê ne. Ev paradîgm, wekî modela civakî ya herî guncaw ji bo Rojhilata Navîn, Kurdan û mirovahiyê derdikeve pêş. Ev sîstem ku li ser wijdana gel pêş dikeve, hevsengiya gund-bajar diparêze, bi xwezayê re li hev e û têkiliyê esas digire, projeyeke alternatîf e. Bi têgihiştina rêveberiya hevpar, hilberîna hevpar û vexwarina hevpar, jiyana kolektîf tê esas girtin. Ev dem, qonaxeke ku azadiya civakî tê avakirin, ne ya kesane, îfade dike.
Ev nêzîkatî; cihêrengiya etnîkî, olî û çandî wekî dewlemendiyekê dibîne. Azadiya jinê, ekolojî û hevgirtina civakî di nav prensîbên bingehîn de ne. Bi modela Swîsreyê re hevşibî li qadên rêveberiya herêmî û pirzimanî de tê dîtin jî, cudatiya bingehîn di zihniyetê de ye. Yek di nav dewleta lîberal de azadiyên kesane esas digire; ya din jî azadiyeke bêdewlet, civakî û kolektîf diparêze.
Di encamê de;
Swîsre, bi avantajên ku şertên erdnîgarî û dîrokî dane, demokrasiyeke federal a îstîqrar pêk aniye. Kurdistan jî tevî parçekirina xwe û polîtîkayên înkarê, di hewldana pêşxistina modela demokratîk a alternatîf de ye. Her du tecrubeyên hanê, ji aliyê xurtkirina rêveberiyên herêmî, pirzimanî û lihevkirina civakî ve dersên girîng dihewînin.
Şiyar ADIYAMAN





