• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Nakokiyên Di Navbera HTŞ û Komên Ku Ji hêla Tirkiyê ve Piştgirî Dikin – NÛÇE ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN - Her ku nakokiyên navxweyî yên di nav HTŞ de kûrtir dibin, niha nakokî di navbera HTŞ û komên SMO yên girêdayî dewleta Tirk de dest pê kirine.

Yayınlayan Ari Tufan
17 December 2025
Kategori: Analîz Siyasî, Nûçe
249 10
A A
Nakokiyên Di Navbera HTŞ û Komên Ku Ji hêla Tirkiyê ve Piştgirî Dikin – NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Desthilata Colanî ji polîtîkayên derve, bi taybetî piştî serdanên Amerîkayê û biryara tevlîbûna koalîsyona li dijî DAIŞ’ê, di nav HTŞ’yê de nakokî û pevçunên giran dest pê kirin, di civînên di navbera HTŞ’yê û heyeta Tirk de nakokiyên di navbera komên çete yên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO)’yê de derketin pêş.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin, di 12’ê Kanûna 2025’an de li Baregeha Leşkerî ya Kuwerisê civînek veşartî di navbera fermandarên HTŞ’yê û heyeta leşkerî ya girêdayî dewleta Tirk de pêk hat. Hat zanîn ku di civînê de fermandarê HTŞ’yê Xelîl Ebû Îbîd er-Rehman jî amade bû û civîn ji aliyê subayê Tirk ê bi eslê xwe Amedî Fethî Ermiş ve hate birêvebirin.

Di civînê de, fermandarên HTŞ’yê bi taybetî li hember pêşniyarên leşkerî yên di derbarê alav û wesayitan de nerazîbûnên xwe yên eşkere anîne ziman, ji ber gumanên ku alavên şandinê piraniya wan dane komên çete yên SMO’yê, bi hişyarî nêzîk bûne. Têkilî di navbera HTŞ’yê û komên çete yên girêdayî Artêşa Neteweyî ya ku ji aliyê Tirkiyê ve tê pişgirîkirin, li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê de, ji ber cudahiyên kûr ên di biryarên leşkerî û ewlehiyê de, têkiliyek bi zêdebûna aloziyê re rû bi rû maye.

Di vê çarçoveyê de, heyeta HTŞ’yê nerazîbûna xwe ya ji tevgerên serokên çete yên SMO’yê aniye ziman, gotine ku tevgerên wan kesane û bê disîplîn in û li gorî direktîfên Wezareta Parastinê an desthilatdariya îdareyê tevnagerin. Heyeta HTŞ’yê herwiha gotiye ku baweriya xwe bi van koman winda kiriye û koordinasyon an tevgerên li derveyî çarçoveyên fermî û sazûmanî bi temamî red dike.

HTŞ DÊ BIGIHÎJE XALA SIFIRÊ

Ji aliyê din ve, di civînê de heyeta Tirk bang li aliyan kir ku ji teqîna nakokiyên navxweyî dûr bikevin. Bi taybetî di vê qonaxa hesas de; hişyarî da ku her nerazîbûn an pevçûnek eşkere dikare wekî faktoreke qelsiyê bê şîrove kirin û firsendê bide hêzên din ku rewşê îstîsmar bikin û hevsengiya kontrolê biguherînin. Herwiha hate gotin ku ev rewş bi taybetî li bajarê Helebê û gelek herêmên Sûriyê, komên çete yên SMO’yê li hember hêzên QSD’yê qels dike, piştî bûyerên dawî HTŞ dê di çavên hêzên navneteweyî de vegere xala sifirê.

POZÎSYONA DEWLETA TIRK

Dewleta Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe yên stratejîk ên siyasî û ewlehiyê li Sûriyê, hewl dide nakokiyên di navbera HTŞ û hêzên SMO’yê de kontrol bike. Lêbelê, ji bo organîzasyoneke paralel a alternatîf li hember HTŞ’yê ya ku meşrûbûna xwe winda dike, komên çete yên SMO’yê bi kar tîne.

Yek ji sedemên aloziya di navbera HTŞ û komên çete yên SMO’yê ev e ku hukumeta Colanî ji bo şopandina komên çete yên cihadîst ên ku piştgiriya dewleta Tirk digirin, bi koalîsyona navneteweyî re li hev kiriye. Piraniya van komên çete yên cihadîst, bi taybetî koma Ahrar el-Şarkiyê ya ku li Dêrazorê çalak e û bi sedên çeteyên girêdayî DAIŞ’ê dihewîne û DAIŞ’iyan vedişêre, di nav komên SMO’yê de cih digirin.

QADA MANEVRAYÊ TENG DIBE

Dewleta Tirk bi fikareke zêde temaşe dike ku Heiyet Tahrir el-Şam ji bin siya xwe derketiye û nêzîkî Amerîka û Îngilîstanê bûye. Dewleta Tirk ku argumanên xwe yên li hember planên Amerîkî yên li Sûriyê qels dibin, hay jê heye ku bandora xwe ya li herêmê gav bi gav paşde diçe. Bi taybetî zêdebûna mudaxeleyên Îsraîlê li başûrê Sûriyê, berdewamiya hebûna Amerîkî li rojhilatê Firatê û berfirehbûna qada serdestiya Rûsyayê li peravên Sûriyê nîşanên herî berbiçav in.

Civîn û gotûbêjên pêk hatine, nakokiyên taktikî yên di navbera HTŞ û SMO’yê de derbas dikin û pevçûnek kûr a bandorê nîşan didin; di heman demê de eşkere dikin ku hevsengiya hêzan li Sûriyê dîsa tevdigere. Di vê qada tevlihev de, arena Sûriyê ber bi qonaxeke nû ya pozîsyonê ve diçe; li vir berjewendiyên navneteweyî û herêmî li hev dikevin. Pêşeroja desthilata Colanî ji gelek senaryoyan re vekirî ye. Pevçûna navxweyî wekî îhtîmala herî berbiçav a qonaxa pêşerojê li ber çavan e.

Arî TUFAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: HELEBhtşNakokîSMOTIRKIYE
Önceki yazı

Her Diçe Plana Bêstatuya Kurdan Hildiweşe, Rêveberiya Xweser Bilind Dibe

Sonraki Haber

Li Sûriyê Îdeolojiya DAIŞ’ê Fêrî Zarokan Dikin-NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Li Sûriyê Îdeolojiya DAIŞ’ê Fêrî Zarokan Dikin-NÛÇE TAYBET

Li Sûriyê Îdeolojiya DAIŞ’ê Fêrî Zarokan Dikin-NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist