Di demekê de ku zextên dîplomatîk li ser Kurdistan û Kurdan ku di navenda şerê Rojhilata Navîn de ne, berdewam dikin, insiyatîfa “Civaka Aştî û Demokratîk” a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî destpêkirin, bi gelek awayan îlhamê dide gel û civakan.
Ji aliyekî din ve, wekî ku nivîskarê Lekolin.org Hîwa Azad destnîşan dike, “Her kes li herêmê dixwaze di çarenûsa Kurdan de xwedî gotin be, lê mafê gotina di çarenûsa xwe de ji Kurdan re nayê dayîn. Wekî ku sed sal in, gelê Kurd careke din mehkûmî bêdewletbûnê û ji ber vê yekê jî koletiyê tê kirin. Yên ku duh li podyûmên NY bi kravatan çepikan ji bermahiyên DAIŞ’ê re dixistin, yên ku îro li ser xeta Enqere-Qeterê bi xalîçeyên sor pêşwazî dikin, dema ku dor tê ser mafên Kurdan gefan dixwin.” Lêbelê, hemû planên ku di vî warî de hatine çêkirin ji bo cihbicihkarên wan ên li ser erdê pir zahmetî dikşînin.
SIYASETA TIRKIYÊ Û TÊKILÎYA WÊ BI HTŞ RE
Dewleta Tirkiyê xebatên xwe yên dîplomatîk û îstîxbaratî zêde dike da ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe. Tevî têkiliya pragmatîk a bi HTŞ re hatî danîn jî, HTŞ siyaseta Enqerê bi tevahî nepejirandiye. Her çend HTŞ hewl dide dewletek navendî ava bike jî, ew firqa ku Rêveberiya Xweser û QSD hêzek ku nayê şikandin û belavkirin e. Ji hêla din ve, Tirkiye hewl dide ku peymana 10’ê Adarê bi vekişîn û bêçekkirina QSD’ê sînordar bike û zextê li ser hêzên dewletên Rojavayî dike.
TRAFÎKA NAVNETEWEYÎ Û PERSPEKTÎFA DEWLETÊN ROJAVAYÎ
Gotûbêjên dîplomatîk ên dijwar di Kanûna 2025’an de eşkere kirin ku pêşeroja Sûriyeyê tenê bi rêbazên leşkerî nayê destnîşankirin. Brîtanya û Fransayê tekez kirin ku Kurd ne cudabûnê, lê modelek federal an nenavendî di nav Sûriyeyek yekgirtî de dixwazin. Ev nêzîkatî tê wateya naskirina bêdeng a rewatiya Rêveberiya Xweser. Rola sereke ya QSD’ê li dijî DAIŞ’ê dihêle ku dewletên Rojavayî Rêveberiya Xweser wekî aktorek sereke di aramiya herêmê de bibîne.
HELWESTÊN RÛSYA, DYA Û ÎSRAÎLÊ
Rûsya kanalên ragihandinê yên vekirî bi Rêveberiya Xweser re didomîne di heman demê de hevkariya xwe bi Tirkiyeyê re didomîne. Moskow diyar dike ku tevî hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo teşwîqkirina êrîşên HTŞ’ê, çalakiyek wisa dê welêt bêîstîqrar bike û rêxistinên tundrew vejîne. DYA bi awayekî kategorîk her êrîşek li ser Rêveberiya Xweser red dike; Washington HTŞ’ê wekî hevkarek neçar pênase dike. Di vê navberê de, Îsraîl bi bilindkirina planên avakirina baregehên daîmî li başûrê Sûriyeyê ji bo sînordarkirina bandora Tirkiyeyê rolek neçaverêkirî digire ser xwe.
TÊKOŞÎNA KURDAN Û GUHERTINA DÎROKÎ
Gelê Kurd bi têkoşîna dijwar, rêxistin û şehîdbûna bi hezaran zarokên xwe azadiya xwe bi dest xist. Îro, Kurd ku ji sedsalek tecrîdê derbas dibin, dixwazin bi hişmendiya xwe û hêza xwe statuyê bi dest bixin. Lêbelê, dewleta Tirk, bi sekinandina li kêleka bermahiyên DAIŞ û çeteyên HTŞ’ê, hewl dide ku mafên herî bingehîn ên Kurdan ji holê rake. Lê wan tiştek ji bîr kiriye: ew gelên ku duh hatibûn paşguhkirin, îro wekî hêzek rastîn wek rojê li ber wan radiwestin.
ROJHILATA NAVÎN A NÛ Û ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK
Rojhilata Navîn li ber guhertin û veguherînek mezin e. Her ku pergalên statuya kevn hildiweşin, rejîmên faşîst ên yekreng şansê jiyanê nabînin. Pirdengbûn, pirçandîbûn û beşdariya demokratîk dê prensîbên damezrîner ên serdema nû bin. Bi taybetî li Sûriyeyê, ne mimkûn e ku rejîmek ku ne demokratîk û piralî be bijî. Piştî dehsalan şer, bicihkirina guhertoyek nû ya rejîma Baasê tê wateya çêkirina pirsgirêkên nû li ser gel. Siyaseta berfirehker a Tirkiyeyê û ferzkirinên navendîparêz ên HTŞ’ê bi rastiya pirçandî ya herêmê re nakok in. Tu planek ku Kurdan, Durzî, Elewî û kêmneteweyên din ji holê radike, şansê serkeftinê tune.
ENCAM
Paşeroja Sûriyeya nû ne diyar e. Lêbelê, tiştek diyar e: Kurd êdî ne heman Kurd in. Ew bûne yek ji mijar û aktorên herî girîng di pêvajoya veguherîna Rojhilata Navîn de. Tevî hemû zextan, Rêveberiya Xweser û QSD ber bi bûyîna beşek yekgirtî ya avahiya siyasî ya pêşerojê ya Sûriyeyê ve pêşve diçin.
Firat ALÎ





