Li Dêrazorê ku ket bin kontrola HTŞê ya girêdayî hikûmeta Şamê ya demkî û çeteyên SMOyê yên girêdayî dewleta Tirk, hebûna DAÎŞê bi awayekî eşkere xwe nîşan dide. Di nav komên çete yên di bin sîwana artêşa ereb a Sûriyê de kom bûne, pevçûnên navxweyî li qadê teqiyan, di heman demê de zext û êrîşên li ser gelê herêmê jî zêde bûn.
Wek tê zanîn, li rojhilatê Sûriyê li Dêrazorê di demên dawî de zextên aborî yên zêde bûne, aloziyên leşkerî û ewlekarî veguherîne kaosê û berdewam dikin. Li herêmê ku tansiyona bilind li her warî serdest e, nerazîbûna gel bi êrîş û çalakiyên rasterast ên li dijî navend û komên çete yên girêdayî hikûmeta Şamê û dewleta Tirk diyar dibe. Ev çalakî encama polîtîkayên zext û êrîşên sîstematîk ên demeke dirêj in.
Di nav bûyerên herî balkêş ên demên dawî de, êrîşa li ser navenda ewlekariya demkî ya girêdayî hikûmeta Şamê ya li gundewarê Elsibeha ya Dêrazorê cih digire. Di vê êrîşê de endamekî Giştî Ewlekariyê hat kuştin, piştî bûyerê operasyonên lêgerîn, kontrol û girtinê yên fireh hatin destpêkirin. Bi heman awayî li nêzî El-Tabiye, bi taybetî li ser rêya Konîko – El-Cefre, devriyeyeke Giştî Ewlekariyê ji nêzî 500 metreyan ve ji aliyê kesên nenas ve hat ateşkêşandin. Her çiqas windahiyên canî çênebûn jî, ev cure bûyer nîşan didin ku kontrola ewlekariyê li herêmê qels bûye û êrîş û çalakiyên şimşêrî yên li dijî hêzên leşkerî/ewlekariyê cesaret standine.
Di şeva 16-17ê Sibatê de jî gelek êrîşên hedefgirtî li ser wesayîtên hêzên Giştî Ewlekariyê pêk hatin; di van êrîşan de mirî û birîndar çêbûn. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku êrîş ne tenê ji aliyê gel û eşîrên ereb ve, lê belê car caran ji aliyê DAÎŞê ve jî tên kirin. Ji ber ku di rojên borî de li bajarokê El-Raghib a Dêrazorê êrîşa li ser hêzên ewlekariya sözde ya girêdayî HTŞê hate kirin û 2 kes mirin, DAÎŞê ev êrîş girt ser xwe.
Hemû van pêşketinan nîşan didin ku kontrola qadê ya hikûmeta Şamê ya demkî li ser xeta rojhilatê bi awayekî eşkere kêm bûye û valahiyên ewlekariyê kûr bûne.
KRÎZA ABORÎ Û XIZANIYA CIVAKÎ YA KÛR
Tabloya aborî ya li herêmê bi qasî “perîşan” giran e. Biha yên li bazarê pir zêde bûne, bacên bi navê bacê ji gel tê berhevkirin krîzeke aborî ya giran aniye pê. Maaş bi rêkûpêk nayên dayîn, tevgera kirîn-firotinê hema bêje rawestiyaye û ya herî girîng jî bi hezaran malbatên ku jiyana xwe bi kaniyên petrolê yên biçûk û rafîneriyên biçûk didomandin, bi awayekî sîstematîk hatine hedefgirtin û hatine wêrankirin, xizanî zêde kiriye. Tê texmînkirin ku her rafîneriyekê bi navînî ji zêdetirî 10 malbatan debara xwe peyda dike.
Dilxwestina li nav jin û zarokan gihîştiye asteke nedîtî. Jiyana luks a endamên hikûmeta Şamê ya demkî û endamên Giştî Ewlekariya sözde, wesayîtên biha û adetên xerckirina nîşandayîn bi birçîbûn û bêçaretiya gel re nakokiyeke tûj çêdike û hêrsa civakî zêdetir dişewitîne.
Ji bo sivikkirina vê krîzê, Walîyê Dêrazorê bi bazirganên herêmê re civiya û ji ber ku bûdceya dewletê têrê nake, xizmetên şaredariyê, binesaziya jiyanê û tamîrkirina avahiyên hikûmetê ji hesabên xwe yên kesane bide bazirganan xwest. Ev daxwaz îtîrafa eşkere ya hikûmeta navendî ye ku nikare xizmetên giştî yên bingehîn jî fînanse bike.
HILWEŞÎNA TEMAM DI PERWERDEYÊ DE
Sîstema perwerdeyê bi awayekî pratîk rawestiyaye. Ji ber ku maaşa paşde mayî nayên dayîn û ti soza fermî ji bo ödemên pêşerojê nehatiye dayîn, piraniya mamoste û xebatkarên li dibistanan çûne grevê. Bi hezaran xwendekar ji perwerdeyê dûr ketine. Ev rewş ne tenê qutbûneke kurt-dem, lê belê di demeke dirêj de birîneke kûr a civakî ye ku sermiyeya mirovî ya herêmê wêran dike.
BINESAZIYA LEŞKERÎ Û LOJÎSTÎK
Li herêmê eleqeya ji bo navendên leşkerkirinê yên hikûmeta Şamê ya demkî bilind e lê şertên qebûlkirinê pir bijartî ne. Ji bo garantîkirina dilsoziya îdeolojîk û civakî ya endamên nû, “tezkiye” (nameya nivîskî ji şeyxên olî) mecbûrî hatiye danîn.
Di warê endezyariyê de yekîneya “Tîmena 66an” pirê “Pira Rûs” a ku Mezlûm (aliyê Cezîrê) bi El-Mireyiye (aliyê Şamê) ve girê dide, nû kir û temam kir. Di sêwirana nû de asta pirê bi awayekî hişmendî ji asta erdê ya normal kêmtir hatiye kirin, bi vî awayî tenê ji bo wesayîtên leşkerî û tankerên mezin bikaribe were bikaranîn. Trafîka wesayîtên sivîl bi awayekî pratîk hatiye astengkirin. Ev guhertin nîşana herî zelal e ku pir ne ji bo pêdiviyên sivîlan, lê ji bo lojîstîka leşkerî û bi taybetî veguhastina petrolê hatiye sêwirandin.
QAÇAXÇIYA PETROLÊ
Hikûmeta Şamê ya demkî çavkaniyên petrolê yên herêmê bi du rêbazên sereke kontrol dike:
Yekemîn binesaziya fizîkî: Pira Rûs a nûkirî wek “korîdora darayî” kar dike ku petrola xav û hilberên petrolê yên ji zeviyên Cezîrê bên derxistin bêyî qutbûnê derbasî aliyê Şamê bibin. Pir ne ji bo bikaranîna sivîlan, lê ji bo zêdekirina qezenca tabaka elît kar dike.
Duyemîn zincîra rafînerî û veguhastinê: Navê berpirsiyarê rafîneriyên biçûk ên li herêma Terhîn Malik el-Husên e û rasterast bi Sêyf Ebu Polat re yê di bin kontrola MÎTê ya Tirk de dixebite. Petrola xav ji Dêrazorê bi tankeran diçe Terhînê, ji wir jî diçe Heleb û derdora wê. Koma “Es-Sefîre” piştgiriya lojîstîkê dide, piraniya tankerên tê bikaranîn wesayîtên desteserkirî ne. Qaçaxçiya petrolê li vê xetê 24 saetan bê navber berdewam dike, ciwanên li herêmê dixebitin heftane 50 dolarê Amerîkî distînin. Sotemeniya rafînekirî li stasyonên benzînê yên li Helebê û herêmên din bê fatûre tê firotin.
POLÎTÎKAYA ÎSTÎHBARAT Û KONTROLÊ YA CIVAKÎ
Fermana berhevkirina agahiyên kesane yên berfireh û amadekirina raporên ewlekariyê li ser kesên bibandor (kal û pîr, kesayetiyên civakî, çalakvan, rêberên raya giştî) hatiye dayîn. Armancên van dosyayan ev in:
-Avakirina dosyayên îstîhbaratê ya kesên ku dê polîtîka û zextên hikûmeta Şamê ya demkî rexne bikin
-Dabeşkirina kesan wek “hêmanên dilsoz ên dikarin bên kirîn” û “muxalifên ku divê bên bêbandorkirin”
-Pêşîgirtina li her cure tevgerên gel ên ku dê veguhastina petrolê, biha bilind an polîtîkayên rêveberiyê yên giştî protesto bikin
Di encamê de hikûmeta Şamê ya demkî niha li herêmê du stratejîyên paralel dimeşîne: Ji aliyekî kontrola fizîkî û bazirganî ya çavkaniyên petrolê peyda dike û çavkaniyan ji tabaka elît re vediguhezîne; ji aliyê din jî bi zexta ewlekariyê, leşkerkirina bijartî, dosyayên îstîhbaratê û wêrankirina çavkaniyên aborî potansiyela bertekên civakî bi awayekî sîstematîk dişkîne. Ev polîtîka di kurt-dem de veguhastina çavkaniyan bilez dike lê di navîn û dirêj-dem de windakirina meşrûiyetê, firehbûna valahiyên ewlekariyê, xizaniya girseyî û metirsiya teqîna civakî zêde dike. Herêm bi hilweşîna aborî, kaosa ewlekariyê û felcê perwerdeyê re di nav krîzeke avahî ya kûr de ye.
Militan RÊHAT





