Teqîna wesayîtê ya li ber Otêla Golden a li Şamê, ku nêzî xalên derbasbûna dîplomatîk e, bûyerên ewlehiyê yên li bajêr zêde kirin û guhertineke balkêş di avahîsaziya îstîxbaratê ya Tirkiyê de li Şamê derxist holê. Cihê otêlê, ji ber nêzîkbûna wê ya bi xalên derbasbûna dîplomatîk û leşkerî re, balê dikişîne. Ev bûyer, di heman demê de, pêvajoya ji nû ve cîhkirina hebûna Enqereyê li Şamê jî lezand.
BICIHKIRINA ASTBILIND LI QESRA GEL
Piştî teqînê, MÎT’ê cihên endamên xwe ji nû ve organîze kir û li xalên stratejîk bi cih bû. Rayedarên leşkerî yên pilebilind ên MÎT’ê li Qesra Gel hatin bicihkirin û bi vî awayî rasterast gihîştin navenda siyasî ya Şamê. Ev gav, ne tenê wekî tedbîreke ewlehiyê, lê di heman demê de wekî beşek ji stratejiya zêdekirina bandora Tirkiyeyê li qadê û xurtkirina xuyabûna wê ya dîplomatîk hate nirxandin.
PLANA NÛ YA CIHKIRINA MÎT’Ê
Bicihkirina rayedarên leşkerî yên pilebilind ên MÎT’ê li Navenda Şaxa Mezze, ku di serdema rejîma Esed de wekî navenda îstîxbarata leşkerî dihat zanîn û li hemberî Wezareta Perwerdehiyê ye, armanca Tirkiyê ya zêdekirina xuyabûna xwe ya dîplomatîk û leşkerî diyar dike. Ev cihê li hemberî Wezareta Perwerdehiyê, stratejiya MÎT’ê ya bicihkirina li xala hevberî ya agahî û îstîxbaratê jî nîşan dide. Ev cîhkirin, hewldana Tirkiyê ya ji bo ku ne tenê li qadê, lê di nav mekanîzmayên biryargirtinê de jî cih bigire, nîşan dide.
NÛNERIYA TIRK LI ŞAXÊN EWLEHIYÊ YÊN COLANÎ
Belavkirina komên leşkerî yên cuda yên Tirkiyê li şaxên ewlehiyê yên girêdayî Colanî, stratejiya Tirkiyê ya têkiliya rasterast bi mekanîzmayên ewlehiyê yên herêmî re nîşan dide. Di her şaxê de nûnerên di asta misteşar de û kadroyên pispor kar dikin. Ev tîm ne tenê agahiyan berhev dikin, lê di heman demê de bi mekanîzmayên ewlehiyê yên herêmî re jî hevrêzî dikin.
LEŞKERÊN TIRK Û HEVRÊZIYA DI PARASTINA ŞAMÊ DE
Tayînkirina leşkerê Tirk Ömer Dağtaşı wekî berpirsê Parastina Şamê, nîşan dide ku operasyonên leşkerî navendî bûne. Pênc leşkerên Tirk ên payebilind ên li rex Dağtaşı, bi hikûmeta Colanî re hevrêziya îstîxbaratê û ewlehiyê dimeşînin. Ev tîm, bi zelalî nîşan dide ku Tirkiye di navenda hevrêziya leşkerî ya li herêmê de ye.
Ofîsa îstîxbaratê ya berê ya Rejîma Baas a li taxa Mezze, avahiya li tenişta Postexaneya Mezin a Şamê û Ofîsa Têkiliyan a girêdayî Wezareta Karên Hundir, ku ji aliyê endamên MÎT’ê ve hatibûn dagirkirin, niha tê meraqkirin ka ev cih dê werin valakirin an na.




