Serdana Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ya di 5’ê Nîsana 2026’an de bo paytexta Sûriyê Şamê, piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad di dawiya 2024’an de, yekemîn serdana fermî ya serokê Ukraynayê bo vî welatî bû. Encama herî berbiçav a serdanê, damezrandina fermî ya mekanîzmaya sêalî ya Tirkiye-Sûriye-Ukraynayê bû. Ev formata nû, her çiqas armanc dike koordînasyona di warên hevkariya ewlehiyê, ewlehiya xwarinê û lojîstîkê de, lê paşperdeya lûtkeyê kûrtir e.
Zelenskiy, di 4’ê Nîsanê de li Stenbolê bi Erdogan re hevdîtin kir û pişt re bi balafira taybet a Serokatiya Komara Tirkiyeyê derbasî Şamê bû. Di heman rojê de Hakan Fidan jî li Şamê têkiliyên fermî pêk anîn. Fidan, pêşî beşdarî hevdîtina dualî ya di navbera Zelenskiy û Colanî de bû, piştre jî bi Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andriy Sibiha û Wezîrê Karên Derve yê Demkî yê Sûriyê Esad Hasan Şeybanî re civîna sêalî lidar xist. Piştî hevdîtinan daxuyaniya nivîskî ya hevpar nehate dayîn; şîrove jî kêm man.
ROJEVA FERMÎ: EWLEHÎ, XÛREK Û LOJÎSTÎK
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Sibiha, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de, teqez kir ku formata sêalî “xala zivirînê” ye û sernavên pêşîn wiha rêz kir:
-Hevkariya ewlehiyê
-Ewlehiya xûrekê
-Ewlehiya lojîstîk û veguhestina deryayî
-Pêşxistina rêyên bazirganiyê
Sibiha got ku Ukrayna dikare hinardekirina genimê xwe bo Sûriye û welatên herêmê fireh bike. Zelenskiy jî peyama “Em têkiliyên nû û derfetên nû ava dikin, ji bo ewlekirina xwe hewildanên xwe zêde dikin” da. Di daxuyaniyên fermî de hevkariya leşkerî û parvekirina ezmûna parastinê jî derket pêş. Ev, beşek ji hewildana Ukraynayê ya ji bo dîtina hevalbendên nû li Rojhilata Navîn di dema şerê berdewam ê bi Rûsyayê re ye.
Serdan, di heman demê de temsîla sembolîk a bidawîbûna hevalbendiya kevneşopî ya Rûsyayê ya bi Sûriyê re jî dike. Rêveberiya Şamê ya piştî Esad, ji Rûsyayê dûr dikeve û ber bi roavayê û lîstikvanên herêmî, bi taybetî Tirkiyeyê ve gavên normalîzekirinê diavêje.
PAŞPERDE: BAZIRGANÎ, VEGUHEZTINA ÇETEYAN Û HESABÊN HERÊMÎ
Derveyî rojeva fermî ya hevdîtinan, dikare were gotin ku motîvasyonên kûrtir balê dikişînin. Tê fêmkirin ku Ukrayna ji ber windahiyên hêza mirovî li eniyê, di lêgerîna şervanên biyanî û çeteyan de ye. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, armanc ev e ku bi piştgiriya darayî, dabînkirina genim an jî îmtiyazên aborî, komên çete yên radîkal ên cîhadîst ên di nava HTŞ’yê de, ji bo şerkirinê li Ukraynayê bên bikaranîn. Li hember vê, Ukrayna berê hem SÎHA dabû HTŞ’yê hem jî komên çete yên girêdayî MÎT’ê El Emşat û El Hamzat di warê bikaranîna balafirên bêmirov de perwerde kiribû. Yanî em dibînin ku têkiliyên veşartî yên salên borî niha li ser zemînek fermî dest bi kûrkirinê dikin.
Raportên ku di çapemeniyê de derketibûn, dibêjin ku Tirkiye di dema borî de komên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyê (SMO) û komên di bin serokatiya Cephet El Nusra de bo herêmên pevçûnê yên wekî Lîbya û Azerbeycanê veguhestibû. Bi heman awayî, di nûçeya taybet a 22’ê Sibata 2022’an de ku li malpera me lekolin.orgê hatiye weşandin: Serokê çete yê Cebhet El Nusra yê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye erkdarkirin Ebu Beşir Errawî, ji Ahmed Nur Mehemed Ezizî, Fehim Îsa û Ebu Emşa xwestibû ku komên 100-150 kesî amade bikin û bişînin Kilisê. Agahî hatibû parvekirin ku komên çete yên ji Huras El Din, Cebhet El Nusra û komên îslamî yên radîkal pêk tên, ji bo şandinê bo Ukraynayê, ji Deriyê Sînor ê Hewar Kilisê derbasî Kilisê dibin û li qereqola Kilisê kom dibin.
Dîsa jî tevlêbûna Hakan Fidan a di hevdîtinê de, rola navbeynkar an jî koordînator a Enqerê derdixe holê. Serdana Colanî ya berî serdanê bo Keyaniya Yekbûyî; bi koordînasyona neyekser a Londonê (ku yek ji piştgirên girîng ên Ukraynayê ye) ve girêdayî ye.
ROLA TIRKIYÊ
Enqere, hem bi dabînkirina balafira ku Zelenskiy biriye Şamê hem jî bi tevlêbûna çalak a Fidan, di navenda pêvajoyê de cih girt. Ev, dirêjahiya stratejiya Tirkiyeyê ya ji bo şekildana Sûriyeya piştî Esad, vegerandina penaberan û bandorkirina di pêvajoya nûavakirinê de ye. Di heman demê de ev, firehkirina hevkariya parastin û korîdora genim a bi Ukraynayê re ya demdirêj bo Rojhilata Navîn e.
Piştî serdanê hevdîtina Fidan a bi Nûnerê Taybet yê DYE yê Sûriyê Tom Barrack re li Enqerê jî bala mirovan dikişîne. Ev, nîşan dide ku mekanîzmaya sêalî dixwaze di hevahengiyê bi roavayê re pêş bikeve.
XALEKE ZIVÎRÎNA DÎPLOMATÎK E AN JÎ HAMLEYEKÊ STRATEJÎK E?
Lûtkeya sêalî ya li Şamê, yek ji gavên ku di entegrasyona Sûriyeya piştî Esad a di pergalê navneteweyî de hatine avêtin e. Di warê fermî de mekanîzmaya hevkariyê ya ku li ser ewlehî, lojîstîk û ewlehiya xwarinê ye tê damezrandin, lê li paşperdeyê mijarên wekî hewcedariya hêza mirovî ya ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê, hevsengiyên hêzê yên herêmî û kapasîteya navbeynkariyê ya Tirkiyeyê derdikevin pêş.
Ji ber ku hîna metna peymanê ya fermî an jî daxuyaniya hevpar nehatiye weşandin, ne diyar e ku mekanîzma çiqas zû û kûr bixebite. Lê belê serdan, her çiqas di rojeva fermî de hevkariya ewlehî, lojîstîk û xwarinê derkeve pêş jî, li paşperdeyê nîşan dide ku bi armancên stratejik ên wekî vekirina qadên dîplomatîk ên nû yên Ukraynayê li Rojhilata Navîn, dûrkirina Sûriyê ji Rûsyayê û zêdekirina bandora herêmî ya Tirkiyeyê re têkildar e. Bi taybetî jî lêgerîna Ukraynayê ya ji bo peydakirina çeteyan bi riya Sûriyê ji bo pêkanîna hewcedariya hêza mirovî di şerê berdewam de, di nav mijarên navendî yên vê mekanîzmaya sêalî de cih digire.
Militan RÊHAT




