Piştî ku HTŞê Şam girt, li Sûriyê şerê navxweyî, qirkirin, talan û sûcên mirovahiyê gihiştin asta herî bilind û didomin. Hêzên derve yên ku berjewendiyên xwe esas digirin jî ji bo domandina hebûna xwe li herêmê bi awayekî dijwar dixebitin.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer wergirtine, di navbera Ukrayna û Hikûmeta Demkî de gavên nû yên li ser peymana perwerdeya leşkerî hatine avêtin. Peyman, perwerdekirina karanîna ÎHAyên çêkirina Ukraynayê ji 62. Tugaya di bin serokatiya Ebû Emşa de, ku nêzîkî Tirkiyê ye û di bin kontrola MÎTê de ye, dihewîne. Ev yek, nakokiyên kevn di navbera Tirkiye û Rûsyayê de yên li Sûriyê careke din tîne rojevê û pirsyara ku armanca rastîn a van perwerdeyan Rûsya bi xwe ye an na derdixe pêş.
Çavkaniyên me yên ku diyar dikin hikûmeta Şamê bi Ukraynayê re peymaneke leşkerî îmze kiriye, bi taybetî diyar kirin ku ÎHAyên çêkirina Ukraynayê yên bi navê “Dragon” û “Mavic” yên ÎHAyên intiharî jî di nav de hatine kirîn.
Van dronan ji bo armanckirina çekên giran, baregeh û tunêlan hatine çêkirin û li Ukraynayê di warê kamerayê, çek û menzîlê de hatine pêşxistin. Dronên cureya Ribof jî parçeyek ji rêzika Dragonê ne û hem di performansa xwe de hem jî di asta pêşketîbûnê de di asta herî jor de ne; di heman demê de li hember jammer, ketin û şerê elektronîk gelekî berxwedêr in. Agahiya ku menzîla van ÎHAyan 50 kîlometre ye hatiye bidestxistin.
PERWERDE LI BALAFIRGEHA LEŞKERÎ YA KUWARESÊ YE
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, qursên perwerdeyê wê li Balafirgeha Leşkerî ya Kuwaresê ya li parêzgeha Hemayê bêne dayîn. Hate fêhmkirin ku perwerde wê rasterast ji aliyê efserên ukraynî ve bêne dayîn.
Dewleta tirk ji demeke dirêj ve hemû komên girêdayî xwe di perwerdeyên leşkerî re derbas dike. Piraniya van kesên berê di nava çeteyên SMOyê de cih girtibûn. Wekî tê zanîn, berê ukrayniyan hêzên HTŞê di warê ÎHAyan de perwerde kiribûn û ji wan yekîneyek bi navê “Şahin” ava kiribûn. Tevî ku di êrişên HTŞê yên li ser Heleb û Şamê de dronên FPV (First-Person View) yên çêkirina Ukraynayê hatibûn bikaranîn, ev yek ketibû rojnameyan. Nûnerê Rûsyayê yê li NYyê Vasily Nebenzia diyar kiribû ku HTŞ “bi piştgiriya Ukraynayê pesnê xwe dide” û GURê 20 operatorên dronê û 150 dron şandibûn. Çavkaniyên ukraynî jî piştrast kiribûn ku ev piştgirî 4-5 hefte beriya operasyona hilweşandina Esad dest pê kiribû.
Herwiha di nûçeya taybet a malpera me lekolin.org ya di 29ê Tebaxa 2024an de, hatibû ragihandin ku HTŞê di bin kontrola MÎTê de li Idlibê bi heyeta Ukraynayê re civiya bû û heyeta Ukraynayê 75 dron radestî HTŞê kiribûn.




