Di makezagona Tirkiyê de dewlet wek e “Dewletekê demokratîk, laîk û laîkbûna civakî ya hiqûqî” tê pênasekirin lê di nava vê sedsala derbasbûyî de ev rewş tenê li ser kaxiz maye. Lewra ji damezrandina Tirkiyê û şûn ve di asta “Olîgarşîk” de maye. Ji ber ku Komar (Cumhuriyet) di tu demî de nehatiye asta rejîmek demokratîk, tenê ji aliyê elîtan (komek biçûk) ve hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekî dîroka sed sal, di esasê xwe de bi politikaya qirkirinê ya ku ji aliyê olîgarşên dewleta Tirk ve di dewrê de hiştiye, dîroka berxwedana bi bingeh a Kurdan ku li dijî vê polîtîkayê têkoşîna Komara Demokratîk dide ye. Heya em vê pêvajoya 100 salî di bin ronahiya vê rastiyê de, ‘Hevpeymana Turkbûnê’ li ser esasê pêkanîna îslama siyasî û kemalîst bidest negirin, wê derfeta avakirina Komareke demokratîk çênebe.
Em dikarin bêjin ku civaka Tirkiyê hatiye ber hilweşînê. Ango di roja me ya îro de rejîma olîgarşîk a ku xwe dispêre Îslama siyasî, wek e halê herî xirab a faşîzmê civaka Tirkiyeyê di hêla civakî, siyasî, aborî û bîrdozî aniye ber hilweşînê. Ji ber ku rejîma netew-dewlet a klasîk zivirandiye pergalekê mafyayî ya ku di hêla exleqî de pûç bûye. Vê rastiyê jibilî wan, her kes dizane. Bêguman ji bo guherandina wê îrade û hêza faqtora têkoşînê divê her tim di dewrê de were hiştin. Lê têkoşîn û lêgerîna wê, divê her tim yê beriya xwe derbas bike were avakirin. Ji ber ku tiştekê berê dubarekirin û şibandina wê, dê ne lêgerîna çareserî û têkoşînê, bi xwe re xapandinekê ku bi gotinên xweş-beşî û kincekê din lê hatiye kirin derkeve holê. Ji bo vê yekî Kemalîzmê ji gora wê derxistin kincên apoletî ya berê lê bikin û wekî reçeteyekê nû ya rizgariyê pêşkeşkirin, encax dê bibe duvik û berdewamiya aqilê dewleta olîgarşîk. Her wiha wê ev yek were wateya di sedsala 21’emîn de li dijî civakê sûcekê xiyanetî ya nû zêde bibe.
BI EMPERYALÎZMÊ RE LIHEVHATIN
Gotina Mustafa Kemal a dê di salên 1920’an de emperyalîzma rojavayî hilweşe û dê gelên rojhilat bi hev re jiyan bikin. Ev yek dibe ku di hêla xeta çep û sosyalîstan de bi nirx be jî. Ev rastî di çerçoveya nêzîkatiya îtîfaqê de ji bo Kurdan jî girîng bû. Talîmnameya ku mafê xweseriyê ji Kurdan re nas dike ji aliyê Mustafa Kemal ve di 1920’an de ji Fermandarê Herêma El Cezîrê Nîhat Paşa re şandibû, reşnivîsa Mîsakî Mîllî ya di 28’ê Çileya 1920’an a ku sînorê hevpar a Kurd û Tirkan diyar dikir, dîsa protoqola di navbêra hikumeta Enqere û pêşengên Kurdan de di hezîran a 1921’an de hatî îmzekirin û her wiha zagona otonomi ya ku di 10’ê Sibata 1922’an de di bin kontrola Meclîsa Mezin a Tirkiyê de di madeyên makezagonê de hatibû nivisandin, hiştibû ku Kurd wek e damezrînerê hevpar a Komara Tirkiyê de cih bigire.
Bêguman ev daxuyaniya Mustafa Kemal a “Yekbûyîna Gelan” Komara Demokratîk pênase dikir. Lê mixabin ev nêrîn bi emperyalîzma Brîtanyayê lihevkirinê re bi awayek pir lez heliya û di cihê wê de ferasetekê dewletekê tek a ku xwe dispêre ol û qirkirina civakan derket pêş. Ango êdî olîgarşîk zivirî faşîzmê. Ew îtîfaqa stratejîk a bi Kurdan re hatibû danîn û wek e li dijî emperyalîzmê îtîfaq û dîrenîş di şûna wê de di bin serweriya desthiladariya Brîtaniya de li dijî Sowyetan (Rûsan) ji bo Ewropa rola tamponê dît.
DARBE LI YEKÎTIYA HEZAR SALAN DAN
Komara Tirkiyê ya ku li ser esasê netewa Tirk hat damezrandin li ser ferzkirin û piştgiriya Brîtanyayê çêbû. Jixwe Îsmet Înonu di daxuyaniya xwe ya ku di 29’ê Cotmeha 1973’an de di Rojnameya Milliyetê de dabû vê yekî îtîraf kiribû. Piştre bi makezagona 1924’an de, Qanûna Takrîr-î Sukun, Plana Şarq Îslahatê re biryara qirkirina Kurdan hat dayîn. Bi vê yekî darbeya herî mezin li yekîtiya Kurd-Tirk a hezar salî dan. Xeta berxwedaniyê ya ku ji Mustafa Suphiyan destpê kir, bi Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş an berdewam kir û heya roja me ya îro hatiye her tim rastî tasfiye û tunekirinê hatiye.
KEMALÎZM Û FAŞÎZMA TIRK A KESK LI BERXWEDANA KURDAN QELIBÎ
Êdî rastiyek ku ji aliyê her kesî ve divê bê zanîn ew e ku Kemalîzm ne çareseriye. Çareserî ne Ataturk û jeopolîtîka Ataturk nûjenkirin e, çareserî nûjenkirina Mîsakî Millî ya ku xwe dispêre yekîtiya gel an jî civakên heremê û avakirina Komarekê Demokratîk e. Ji ber ku ev ne yê kirin amûrê netew dewlet faşizm û diktaya olîgarşîk hildiberîne.
Pêve girêdayî hatina AKP’ê ya ser desthiladariyê jî berdewamiya hilberandina olîgarşiya dîktatoriyê ye. Ev di dewletê de serdema hegemonîk a nû îfade dike. Di şûna faşîzma Tirk ê spî ya navenda wê Enqere, hêdî hêdî lê bi gavên ewleh faşîzma Tirk ê Kesk ku navenda wê Kayserî ye dibe hêza hegemonîk a nû ya komarê. Hêj ji niha ve wek 100 saliya Komarê sala 2023 tê plankirin ku di bin banê vê hegemonyayê de were pêşwazîkirin.
Di nava vê sedsaliyê de nîvê wê ya dawî hem kemalîzm hem jî plana avakirina faşîzma Tirk ê Kesk ku navenda wê Kayserî ye li berxwedana Kurdan ku pêşengtiya wê Tevgera Azadiya Kurdistanê dike qelibî.
ERGENEKON-AKP-MHP
Ya Ergenekon bi temamî xistin bin qontrola xwe û AKP jî bi temamî di hemû saziyên dewletê de bi cih bû. Bi hatina AKP’ê ya ser desthiladariyê re Yekbûyên Dewletên Amerîka (DYA), bi hevkariya AKP û PDK’ê re bi armanca tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û di cihê wê de ‘afirandina PKK’yek nerm” pêvajoya mudaxeleya nava PKK’ê kirin û li ser vê esasî pêşiya AKP’ê vekirin û karê wê hêsankirin e. Plana esasî ev bû; ji aliyekê ve bi destê AKP’ê pêkhateya dewlet a Kemalîzmê hilweşîne û di cihê wê de di bin navê Îslama siyasî de starta avakirina dewletekê nû dayîn, di aliyê din de jî bi tasfiyekirina PKK’ê re pêkhateyekê nerm a ku bi PDK’ê re bûye yek avakirin û her wiha bi îtîfaqa Kurd-Tirk re ku hegemonyaya DYA’yê berfireh dike Rojhilata Navîn ji nû ve şekil bidine yê.
Lê PKK bi hêzên xwe yên cewherî vê hewildanî vala derxist û derket asta hêzeke heremê. AKP di nava xwe de tevlîhev bû. Pêkhateya Cemeata Gulen ku bi nexweşîna desthiladariya zû ket, kete xeletiya taqtîkî û wesfa xwe ya hêza eslî zû derxist pêş, her wiha xwest ya Erdogan bi operasyona 17-25’ê Kanûna 2013’an de dorpêç bike. Li ser vê yekî Erdogan jî têkiliya xwe bi Ergenekon û MHP’ê re xûrt kir û bi şaxa Avrasyaci ya aqilê dewleta Tirk re têkiliya xwe ya îtîfaqê pêş xist. Erdogan, di çerçova vê rewşî de mîzansena (senaryoya) darbeya di 15’ê Tîrmeha 1015’an de bi awayek sê alî ya AKP-Ergenekon-MHP’ê re amadekariya ku vê rewşî bizivrîne alê xwe kir û anî asta darbeya dijber.
ARMANCA ESASÎ ÇI YE?
Em dikarin bêjin ku Erdogan, Ataturk a ku Kemalîzma bi Îslama siyasî ve hatiye cîlakirin dilîze. Yekîtiyekê nû ku ji Awrasyayê Rûsya, Tirkiye, komarên Tirk û Îranê pêk tê were avakirin, dê hemû hevsengiyên (denge) cîhanê biguherîne. Pêkhateyeke wiha hem dê tevahî kontrola Rojhilata Navîn bi dest bixe hem jî Ewropayekê biçûk dibe di nava xwe de hepis bike. Bi van ve girêdayî ji ber dê Qafqasan, Afganîstanê, Pakîstanê di qada kêşandinê de digire wê bi cîhana Mislimanan re bikeve nav têkiliyekê germ. An dê bi temamî serweriyê ser hemû çavkaniyên petrol û xaza xwezayî an jî bi temamî nebe jî ji nivî zêdetir kontrol bike. Ji ber berfirehiya têkiliya vê pêkhateyê wê Çîn jî bikeve navê. Di rewşek wiha de wê qutubek mezin a duyemîn/hêzek global a pir xûrt derkeve holê. Bi avabûna vê pêkhate an jî qutubî re, wê bandora Rojava yê ku ji Ewropa, Amerîka û Japonyayê pêk tê li ser cîhanê pir sînordar bimîne.
Heya ev sê kom ê AKP-MHP-Ergenekon li ser desthiladariyê bimîne divê ev rewş biçûk neyê hesibandin. Lê rastiyek jî heye ku bi qalibên klasîk ên netew dewletê wê vê îdeayî pir nikaribin pêk bînin. Sedema wê jî pratîka wan a di 7 salên dawî de ku xitimîne û polîtîkayên qirkerî ya seranser e. Berî her tiştî, serokatiyek an jî kadroyên wan a ku pêşketinên siyasî yên di cîhanê de diqewimin baş bişopînin, binirxînin û pêşbinî bikin dernexistin holê. Ev yek di pratîka şênber (somut) a kesayeta şefê faşist Recep Tayyip Erdogan de derket holê ku ji vê rewşî pir dûr e, ne kurahî û lêhûrbûnekê xûrt, zêdetir bi mantixê tuccarên bê istikrar, baweriyê nade û di eyarekê ku mejiyê diçe û tê de ye. Hilberînên wek ê ÎHA, SÎHA, roket û hwd, ji binesaziya teknolojik a saxlem zêdetir, di ser montajên teknolojiyên welatên derve de xwe dimeşîne. Ji ber koçberiya mejî ya ji Tirkiyê ber bi Ewropa û Amerîkayê ve tê kirin, ne mimkûne Tirkiye di demekê kurt de di vê qadî an jî mijarî de pêşketinek çêbike.
ARGUMANA ÎSLAMA SIYASÎ YA NETEWPERESTÎ AÎDÊ SÎSTEMÊ YE
Ev pêkhateya navborî ligel piştgiriya hegemonya DYA’yê ne di wê hêza ku pergala cîhanê ya heyî bi aliyê xwe ve bikşîne de ye. Li hemberê hin pêngavên sînordar a DYA û Ewropayê jî ev rejîma dikta olîgarşîk ku nikare xwe bigire, li Libya, Iraq û Sûriyê neçar ma gavan paşde bavêje û aboriya wê ya ku hatiye ber îflasê ne tesadufî ye. Ev aqilê ku ya Tirkiyeyê kiriye navenda her cûre pêkhateyên mafya û tiryak ên navneteweyî û bi vê rêbazî dixwaze rewşa derveyê aboriyê hatiye hiştin derbas bike, ev yek jibilî teşhîrbûna wê ya navneteweyî de başqe ne tiştekê din e. Daxuyaniya Mustafa Kemal a di Kongreya Îktîsad a Îzmîrê de ku gotibû “Tiştekê têkildarî jiyana neteweyekê, rewşa aborî ya wê netewî ye. Bi rastî jî dema mirov dîroka Tirk lêkolîn dike hemû sedemên paşketin û hilweşîna wê pirsgirêkên aborî ne.” Ev daxuyaniya Ataturk, halê nûjen a desthiladariya niha ya sê koman (AKP-MHP-Ergenekon) îşaret dike. Lewra ew jeopolîtîka ku hesaba Ewropayê sînordar bike, dîsa ku neçare peywira herikandina dan (tahil) û xazê ji Rûsya û Ukraynayê ber bi Ewropayê ve kişandin girtina ser xwe, ji ‘stratejiya mezin’ re pir ne guncav e.
Îdeolojiya vê desthiladarî ya ji sê kom ên navborî Kemalîzm e. Lê Kemalîzm jî ne civakî ye, ji ber vê yekî ne mimkûne ev desthiladar bandoriyê hilberîne. Ya duyemîn, peykek (uydu) pergala cîhanê ya hegemonîk e. Wek e biçim netew dewlet e lê wek e naverok argümana Îslama siyasî ya netewperestî ye, ev jî ne aîdê wê ye aîdê pergalê (sîstem) ye û ji aliyê pergalê ve hatiye çêkirin. Lê nexwe hegemonya dijber, encax dikare xwe di rêxistinkirineke siyasî ya modernîte, bîrdoziyek orjînal û cûda de bibîne.
Biçîm û naverok, ango rêxistiniya siyasî û bîrdozî ger aîdê pergala hegemonîk be tu çiqas ideaya “xwecihî û millî” dikî bike jî, di encam de wê ji sîstemê re bixebitî û jê re qezanc bike. Ev rewş ji derveyê têkiliya “Winda bike winda bike” başqe tu tiştekê din nade jiyankirin. Ango dîroka 200 salî bi awayek vekirî nîşanê me daye. Pêvajoya dîrokî ya ku ji Împaratoriya Osmaniyan heya digihêje biçûkbûna dewleta Tirk a olîgarşîk hêj jî li benda lêkolînekê li ser esasê rastî û derxistina encamên rast e.
WÊ TIRKÎTÎ WINDA BIKE
Di lîstika dawî de wê diyardeya Tirkîtî winda bike. Wek e Kurdîtî ya ku naxwaze winda bike, Tirkîtiya ku naxwaze winda bike jî herî kêm wek e Kurdan, heta di sedsala 21’emîn a ku hewil dide lîstika xwe ya dawî jî bilîze ji Kurdan zêdetir divê ji bo Komara Demokratîk têkoşîn bike. Aqilê desthiladariya olîgarşîk a sêalî ku dixwaze bi hedefa ‘li welat oldarî, di dewletên Tirk de yekitî, bi hêzên hegemon re hevsengî’ û her wiha bi parolaya “Yekitiya dewletên bi zimanê Tirkî” bikeve salvegera 100’emîn damezrandina dewleta Tirk, berbirsiyarê van hemû windayî û hilweşîna ye.
Xiyaneta bi rastiya netewa Tirk re bi derbasbûna netew dewleta Tirk û feraseta Tirkîtî re çêkirin. Ev pêkhateya ku bi destan (yapay) hatî çêkirin Tirkîtî, hem tevgera xwe ya demokratîk a cewherî asteng kir hem jî darbeyek mezin li çanda Tirkmen a ku ji kevneşopiya civaka dîrokî tê daye. Di rewşa heyî de ji bo demokratîkbûna dewletê û inşaya Komara Demokratîk, ji derveyê hilberîna çareseriyek makezagona demokratîk, wê tu tişt ji Kurdîtiyê û Tirkîtiyê re nede qezanckirin. Hilbijêrka tekane ya çareseriyê ev e.
JIYANA BI HEV RE KOMARA DEMOKRATÎK E
Ji bo Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, Laz, her wiha Zerdûştî, Yahûdî, Xiristiyan, Misliman û Ateîst karibin bi hev re jiyan bikin, tekane rê Komara Demokratîk e. Ji bo vê jî bi partiyên siyasî re saziyên civakî yên sivîl ku xweseriya xwe biparêzin tevlî siyasete bibin, ev temsîl û beşdarî bê şixûlandin wê ev rêya navborî pêk were.
Ji ber ku ew rêbazên ‘şerê taybet’ ên ku sêalî ya AKP-MHP-Ergenekon hatiye pejirandin û pêk tîne herî zêde derbe li Tirkîtiyê daye. Ev pûçbûn, peritandin û biçûkbûna di hemû qadên civakî, siyasî, aborî û hwd de, qêrîna Yusuf Has Hacib a di pirtuka ‘Kutadgu Bilig’de tîne bîra me. Dibêje “Hemû mirovên baş çûn, dema çûn jî bi xwe re yasa birin. Li pey wan jî kesayetên xirab hiştin, niha ez ê mirov ê baş ji ku bibinim?”. Yanî dixwazin bibin kesayetê xirab (xirbe) ya netew-dewletê an jî jiyana wekhev, di her mijarî de xwedî maf a Komara Demokratîk? Di sedsala netew-dewlet de pirsa herî bi wate ku divê Tirkîtî bibersivîne ev e. Lewra dê sedsala 21’emîn bi hilweşîna vê tercihi re li hev bikeve û şekil bigire.
Di halê hazir de Komara Tirkiye ya faşist di hêla Komara Demokratîk de tu gavan navêje. Ji gav avêtinê wirdetir çiqas bûye komar jî, di pratîka xiyaneta ku li hemberê giştî gelan bi taybetî jî hemberê gelê Kurd û çep-sosyalîstan sûcê kiriye were lêpirsinkirin. Lê balkêş e jibilî vê zihniyet û pratîkê ku di formasiyanên cuda de dimeşîne wek e vizyonek Tirkiye ya 100 salî dixwazin pêşkeş bikin.
EDÎTOR