Piştî sedsaliya Hevpeymana Sykes-Picot, ji nû ve dizaynkirina muhtemel a Rojhilata Navîn ket rojevê û her tim navên Îran û Tirkiyê bi vê yekê re derbas dibûn. Ji ber ku her du hêzên herî sereke yên statukoparêz ên Rojhilata Navîn in. Lewma projeya ji nû ve avakirin an jî ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn, bi guhertina sîstema her du welatan ve girêdayî ye. Li ser vî esasî, Îran û hevkarên wê rastî gelek êrîşên tund hatin, gelek hevkarên wê hatin tasfiyekirin û niha jî şer di hundirê Îranê bi xwe de tê meşandin. Ev hemû bûyer ne ji nişkê ve derketin, berevajî vê, bi awayekî plansazîkirî hatin pêşxistin. Niha jî gihîştiye qonaxa dawî ya planê. Ev yek hem di zimanê rayedarên dewleta Tirk de û hem jî di gelek analîzên siyasî de hatiye gotin ku piştî Îranê dora Tirkiyê tê. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk ji niha ve ji bo şerekî mezin xwe amade dike û dixwaze ji ezmûnên Îranê sûd werbigire.
ÊRÎŞA LI SER ÎRANÊ
Di 8’ê Hezîrana 2025’an de Îsraîl bi navê “Rabûna Şêr” dest bi êrîşeke berfireh li ser Îranê kir. Ev şer di dawiyê de weke “Şerê 12 Rojan” hate binavkirin. Sedema fermî ya êrîşê, pêşîgirtina çêkirina bombeyên nukleerî bû. Li gorî daxuyaniyên fermî, projeya çekên nukleerî ya Îranê 3 heta 5 salan hate taloqkirin û bi Hevpeymana Musqatê şer bi dawî bû.
Di berdewamiya vê şerî de, di 28’ê Sibata 2026’an de operasyoneke leşkerî ya berfirehtir li ser Îranê dest pê kir. Ev operasyon ji ya berê mezintir bû, serokê Îranê û gelek rayedarên payebilind hatin armanckirin. Di encamê de Murşidê Îranê Elî Xemeynî û gelek rayedarên bilind hatin kuştin. Armanca sereke, tevî hemû daxuyaniyên nakok, guhertina sîstema Îranê bû. Lê heta niha ev armanc bi encam nebûye.
STRATEJIYA ÎRANÊ YA XWEPARASTINÊ
-Berfirehkirina qada şer
Îran di vî şerî de berfirehkirina qada şer weke esas girt. Berî şer jî daxuyaniyên fermî dabûn ku eger êrîş li ser wê were kirin, ew ê hemû baregehên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bike armanc. Dema şer dest pê kir, baregehên Amerîkî li Îmarat, Siûdî, Qeter, Kuweyt, Behrên, Iraq, Sûriye û Qibrisê hatin armanckirin. Li gorî bîlançoyê, tenê li van welatan nêzî 2.389 êrîş bi dron û fuzeyên balîstîk hatin kirin. Ev yek bû sedema zexta mezin li ser Amerîka û hevkarên wê yên herêmê.
-Bikaranîna Dronên Xwekuj û Fuzeyên Balîstîk
Di warê hêza ezmanî de pêşketineke mezin a Îsraîl û Amerîkayê hebû. Ji ber vê yekê Îran li şûna balafirên şer ên pêşketî, giraniya xwe da çêkirina dronên xwekuj û fuzeyên balîstîk. Bi vî awayî xwest hevsengiya şerê ezmanî çêbike. Di şerê dawî de li şûna balafiran, dron û fuzeyên dûr dirêj bi kar anî û li gorî bîlançoyê nêzî 5.655 dron û fuze hatin bikaranîn.
-Girtina Tengava Hormizê
Ji destpêka êrîşê ve Îranê girîngiya Tengava Hormizê nirxand û ew weke amûreke sereke ya zextê bi kar anî. Bi girtina tengavê bandoreke mezin li ser tevgera deryayî çêbû. Ji ber ku ji %20’yê petrola cîhanê di vê tengavê re derbas dibe, biha ya petrolê li asta cîhanê bilind bû û di bazirganiya giştî de jî bandorên mezin çêbûn. Ev jî weke stratejiyeke zextê ya li dijî Amerîkayê hate bikaranîn.
ŞERÊ ÎRANÊ Û BANDORA WÊ YA LI TIRKIYÊ
Ji roja destpêkê ve dewleta Tirk dijberiya xwe ya ji bo şerê li ser Îranê anî ziman. Her wiha berî destpêkirina şer jî, Tirkiye yek ji wan dewletan bû ku rastiya guhertinên li Rojhilata Navîn dît û bi awayekî eşkere got ku amadekariyên êrîşeke li ser wan jî hene. Ji ber vê yekê, ji niha ve dixwaze tedbîrên vê şerî bigire û xwe jê re amade bike. Li ser vî esasî gelek gav hem di warê hundirîn û hem jî di warê derve de avêtin.
-Pêvajoya Aştiyê bi PKK’ê re
Di Cotmeha 2025’an de bi pêşengiya Rêber Apo û rayedarên dewleta Tirk, li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Armanca vê gavê dawîanîna şerê di navbera her du aliyan de bû. PKK her tim ji gavên bi vî rengî re vekirî bû, lê aliyê ku nêzîkî aştiyê nedibû dewleta Tirk bû. Piştî guhertinên li herêmê, dewleta Tirk jî xetereyên li ser xwe hîs kir û xwest pirsgirêka xwe ya hundirîn çareser bike. Di vê pêvajoyê de hin gav hatin avêtin. Ev jî di çarçoveya stratejiya parastinê ya li hember guhertinên muhtemel de bû.
-Lezkirina Xebata Çêkirina Dronan
Di tecrûbeya şerê Îranê de bandora dronên xwekuj pir derket pêş û weke rêbaza herî bi bandor ji bo êrîşên hewayî hate tesbîtkirin. Hate ispatkirin ku pergalên parastina hewayî li hember hejmareke mezin a dronan nikarin hemû êrîşan vala derbixin.
Di 19’ê Cotmeha 2025’an de bi amadebûna Serokê Tirkiyê Erdogan civîneke awarte hate lidarxistin û di encamê de 4,2 milyar dolar weke bütçe ji bo lezkirin û zêdekirina hilberîna dronên xwekuj hate veqetandin. Gelek fabrîqeyên çêkirina erebeyan hatin guhertin û kirin fabrîqeyên dronan.
Di meha Mijdarê ya heman salê de plansaziya zêdekirina dronan hate rêxistin; 87 şirketên nû tevlî SÎHA’yê bûn û bi giştî 1.187 şirket li Tirkiyê di warê çêkirina dronan de çalak bûn. Di Sibata 2026’an de jî 3 fabrîqeyên nû yên çêkirina dronên xwekuj hatin avakirin. Bi van gavan hilberîna dronan %60 zêde bû. Ji sala 2024’an heta 2026’an, hilberîna salane ya dronan ji 420’an gihişt 1.050’an, yanî zêdebûneke %150 çêbû.
ENCAM
Rastiya avabûna dizaynek nû li Rojhilata Navîn êdî ne di çarçoveya teorîk de ye, lê bûye rastiyeke li ser erdê. Di hemû welatên herêmê de guhertin çêbûne. Niha jî plan li ser dewletên bi hêz tên meşandin. Ev rastî ji aliyê her kesî ve tê dîtin û her alî jî li gorî hêz û têgihiştina xwe ji vê pêvajoyê re guhertin û amadekariyên pêwîst dikin. Piştî Îranê, dewleta herî zêde ketiye nava hewldanan dewleta Tirk e — hem di warê navxwe û hem jî di warê leşkerî de. Ev ê çiqasî wê ji qederê rizgar bike, hêj ne diyar e. Ji ber ku hêzên ku van guhertinan dixwazin pêk bînin, amadekariyên xwe dikin.
Her çiqas were gotin ku dewleta Tirk bi qasî Îranê bi hêz e jî, ne wisa ye. Ya ku herî zêde hişt Îran li ber xwe bide, hevgirtina wê ya navxwe bû. Lewma hêzên êrîşkar di şerê Îranê de rastî tengaviyan hatin. Lê li Tirkiyê cebheya hundirîn ewqas hevgirtî nîne. Di warê çêkirina dronan de jî Tirkiye li gorî Îranê pir dereng ma. Ev jî ji ber ku hêviyên bidestxistina balafirên F-35 û kirîna sîstema S-400’ê zêde Tirkiyê mijûl kir û nehişt giraniya xwe bide hilberîna dronan.
Ji ber rastiya şer û ambargoya li ser Îranê, tecrûbeya şer û asta amadekariyê li cem Îranê pir zêdetir bû. Lewma nikarîbûn navendên sereke yên hilberîna dron û fuzeyan bê bandor bikin. Lê hêza Tirkiyê di vî warî de ne ewqas rêxistinkirî û veşartî ye.
Ji ber vê yekê, eger Tirkiye bi rastî dixwaze vê pêvajoyê bi kêmtirîn zirar derbas bike, ji bilî îtifaqeke stratejîk bi Kurdan re tu çareyek din nîne.
Asîman SOZDAR





