Girtîgeha Harim’ê girtîgehek e ku li navçeya Harim a Îdlib’ê ye û di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de gelek caran dest guhertiye. Ev girtîgeha ku nêzî 8 sal berê hatibû avakirin, piştî ku ket bin kontrola HTŞ’ê bû cihê ku bi hezaran girtî lê kom bûn. Dema HTŞ’ê herêm girt, deriyên gelek girtîgehan vekir û girtiyan serbest berda, lê Girtîgeha Harimê ji vê biryarê bê par ma. Tevî ku kapasîteya vê girtîgehê têra 5000 kesî nake jî, tê zanîn ku ev hejmara girtiyan hê jî di hundir de tên girtin.
TORA FIROTINA JINAN BI RÊYA SÎGNALÊ HATÎ AVAKİRİN
Weke Lekolin.org, me agahî girt ku nêzî 250 jinên Elewî yên li Girtîgeha Harimê girtî ne, bi tora ku li bernameya Signalê hatiye organîzekirin, hatine firotin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistî, Ebû El-Hewra El Yemanî vê torê bi rê ve dibe û bi kodekî taybet firotinê digihîne kesekî bi navê Enes Ebû El Hebra. Hat diyarkirin ku Hebra berê beşek ji opozîsyona Sûriyê bû û çavdêrê vê bazirganiyê bû. Ev bazirganiya jinan li Tirkiyeyê, li herêmên Tirkiye û Idlibê û li Hema’yê bi çav girtina hikûmeta Colanî bi awayek torî tê meşandin.
DANEYÊN SİVÎLÊN ELEWÎ YÊN HATÎ REVANDİN Û QETİLKİRİN
Li gorî daneyên fermî ya Neteweyên Yekbûyî, di Adara 2025’an de herî kêm 38 jin û keçên ciwan ên elewî li Laziqiyê, Tertûs, Hema, Şam, Heleb û Humsê ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, tê zanîn ku hinek ji wan birin navendên îşkenceyê û hinek jî hatin îdamkirin. Li gorî tê zanîn ev hêjmar ji bo mêran 100’î derbas dike. Berbi miha Cotmehê ve hêjmara jinên hatine revandin ji sedî derbas dike. Ji sedî 20’ê kesên hatî revandî jî bi îşkenceyê hatin îdamkirin û bi vî awayî hatin dîtin. Li gorî daneyên fermî, di meha Adarê de li gundên derdora Laziqiye û Tartûsê li zêdetirî 40 cihan nêzî 500 sivîlên Elewî hatin kuştin, lê li gorî çavkaniyên herêmî hejmara kuştiyên Elewiyan ji 3 hezarî derbas kiriye. Li gorî daneyên Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê, zêdetirî 12 komên cuda beşdarî van komkujiyan bûne û nîvê van koman di lîsteyên tawan ên navdewletî de ne.
NAVENDÊN ÎŞKENCEYÊ, KAMPA ÎBN EL-HEYSAM Û AVAHIYA BERÊ YA BAASÊ
Komkujî, revandin û înfaz bi taybetî li Laziqiyê, Tartûs, Humus û Hemayê bi koordînasyona MÎT û HTŞ’ê berdewam dikin. Weke ku Lekolîn.org di nûçeya xwe ya taybet a berê de diyar kiribû, bi dehan Elewî hatin revandin û wan birin navendên îşkenceyê yên li du herêmên sereke. Ev deverên ku me wek Lekolin.org deşîfre kirî, Kampa Ibn el-Heytsam li Humusê û avahiya kevin a Partiya Baas li Bab El Sebaa, wekî navendên îşkenceyê têne zanîn.
Li gorî rapora “Komîsyona Lêkolîna Bûyerên Peravê” ya ku HTŞ’ê di Tîrmeha 2025’an de pêşkêş kiribû, di van qetlîaman de 406 sivîl hatin qetilkirin. Tevî ku di raporê de hatiye diyarkirin ku nêzî 300 kesên ku sûcdar hatine dîtin tu têkiliya wan bi HTŞ’ê re nîne, berevajî vê raporê, bi dehan belge û dîmen nîşan didin ku HTŞ rasterast beşdarî van qetlîaman buye ku di nav Wezareta Parastinê de, eşkere dike ku di bin serokatiya Hasan Abdul Ganî û bi çeteyên girêdayî MIT’ê re tevdigere.




