04 Eylül 2011 Pazar Saat 07:32
Dewleta Sûriyê bi zagonê nû dixwazê kiryarên xwe yên berê veşêre û nave vê veşartinê bike reform. Di çarçoveya Reformên ku ji aliyê dewleta Sûriyê hatiye destpêkirin di roja 29 Tebaxê de, serokê Sûriyê Beşar Esad bi zagoneke hijmara wê 108 a sala 2011 an de zagona ragihandinê pejirand.
Di zagonê de rêbaza kar û sazkirina saziyên ragihandinê dixe nava xwe zagona ragihandinê ya ku ji 8 beşên bingehîn û 106 xala pêk tên. Bi serdêrên weke desteya zagona ragihandinê, bendên bingehîn yên ragihandinê, pêywir û mafên giştî, meclîsa ragihandinê a netewî, mafê xwe parastinê û bersivdayînê, xebata fermî û girtina destûrnameya kar, sûc, tewan û deraz û bendên giştî ya girtina zagonê ragihandinê.
Li gor daxuyaniyên rayedarên dewletê û komisyona amedekariya zagona ragihandinê hatiye gotin, ku ji bo sazkirina zagoneke wiha, ji 80 welatên cihanê ezmûn û tecrûbeya karê ragihandinê hatiye girtin û ev zagon hatiye amadekirin.
Di zagona ragihandinê de xalê herî balkêş û yê ku pêwiste werê şîrove kirin evin. Di vê zagonê de hemû desthilatiya xebatên ragihandinê, ji bo meclîsa ragihandinê ya netewî hatiye dayîn. Di wateyek din ev meclîs wê rola sansor, astengkirina xebata ragihandinê rabe. Xaleke din ya pêwîste bê şîrovekirin, her çendê xebata ragihandinê wê ji navenda meclîsa ragihandina netewî ve bê şopandin jî, lê wezareta ragihandinê desteya herî bilind a karê ragihandinê ye. Dîsa wezareta darayî (maliye) di ber karê aborî ya saziyên ragihandinê, di warê hatin û çûyîna de berpirsyare. Bi vê yekê ve girêdayî Serokkomarê Sûriyê xwedî desthilate di tayîn û ji pêywir girtina endamên meclîsa ragihandina netewî ye. Di vê mijarê de tişta diyar dike ku diwarê bi rêvebirina zagona ragihandinê de û meşandina erka fermî de, di nava saziyê dewletê û wezaretan de nakokiyek mezin heye. Ev nakokî bi awayekî zelal rengê xwe daye belgeya zagona ragihandinê.
Di warê erênî de xala girîng ku divê mirov bîne zimên ewe ku di zagona beriya niha de rojnameger û dezgehên ragihandinê, bê pirs û bersiv di rewşeke tewanê de, dihate şandin ji bo mehkemeya eskerî ya ku weke hestiyê piştê ya rêjîma Baas e. Di vê zagona nû de, hemû tewanên di karê çapemeniyê de wê derkevin, çi ji aliyê saziyên ragihandinê dibe, çi jî ji aliyê rojnamegeran de dibe cezayê zîndanê nîne. Lê belê tewanê bi vî awayî diwarê darayî(malî) ve tê ceza kirin. Ev ceza jî, ji 400 dolarî ve destpêdike, heyanî dighijê 20 hezar dolar.
Bi kurtî zagona Ragihandinê bi hemû zagonê ku di çarçoveya reformên ku hatine kirin û wê bêne kirin de hatiye amede kirin. Lê weke çawa zagona avakirina partiyê siyasî di nava civakê de bersiv nedît û berovajî vê yekê rastî gelek rexneyan hatibû, zagona karê ragihandinê jî heman tişte. Heyanî zagona sazkirina partiyan û zagona hilbijartina giştî, bi awayekî zelal û sererast nekeve meriyetê, wê zagona karê ragihandinê jî negîne armanca xwe. Ji ber bi navê zagonê nû yên qaşo bi navê refomê têne kirin. Bi xal û beşên di nav zagonê de tên asteng kirin di wateyeke din beriya niha hertişt bi aşkereyî dihate asteng kirin, vê carê bi zagon û bi riya huquqê tê asteng kirin. Tenê tişta ku em karin bêjin: bi zagonên nû dewleta Sûriyê kiryarên xwe yê kevin berdewam bike.
Ednan Mustafa
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info