KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Romannivisê Mezin ê Kurd Mehmed Uzun 3 Sal Li Pey Xwe Hişt

15 March 2020
Kategori: Kürdistan Tarihi ve Dili
262 8
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

11 Ekim 2010 Pazartesi Saat 06:56

Di ser mirina hostayê wêjeya kurd Mehmed Uzun ê bi zimanê qedexe di nava hebûn û tunebûnê de serpêhatiyên kurdan kir roman 3 sal derbas bû.

Di ser mirina hostayê wêjeya kurd Mehmed Uzun ê bi zimanê qedexe di nava hebûn û tunebûnê de serpêhatiyên kurdan kir roman 3 sal derbas bû. Uzun, dîroka Mezopotamyayê ya tijî êş, zilm û evîn, bi zimanekî serhildêr ji cîhanê re vegot. Jiyana Uzun li ber sî û bêhna kulîlkên Hinaran dest pê kir piştî sirgunan, li Ameda ku gotubû “ji bo mirinê na, ji bo jiyanê hatim ê” bi dawî bû.

Niviskar û Romannivîsê navdar Mehmed Uzun, di pêvajoya zimanê kurdî ya ji tunebûnê ber bi hebûna ve û ji înkarê ber bi qebulkirinê ve diherikî di deriya wêjeya kurd de li dijî pêlên mezin têkoşiya. Uzun, ligel têkoşînek mezin 3 sal berê jiyana xwe ji dest dabû.

Taybetmendiye Uzun a herî girîng di pêvajoyeke wisa de nivîsand ku ji kurdî re digotin, “wêjeya wê nayê kirin, romana wê nayê nivîsandin” li hemberî asîmilasyonê bi berhemên xurt bersiva herî bi hêz nîşanda. Pirtûkên Uzun, ku dîroka mezopotamyayê ya êş, zilm û dîroka evînê bi zimanekî sîtemkar ji cihanê re vedigot, bi kurdî, tirkî û swedî dinivîsand wergerandine 20 zimanan. Endamê Kuluba Nivîskara a PEN’ê bû ji gelek welatên cîhanê re wêje û nivîsa kurdî vegot.

Dîroka kurdan bi rêzik rêzik di romanên xwe de vegot

Di pirtûkên Uzun de dîroka kurdan bi “Bîra Qederê”, sirguniya Celadet Bedirxan bi “Siya Evînê” û dîroka çîroka evîneke bê hêvî ya Memduh Selîm Beg’ê ku ji cih girtina Cemiyeta Tealî a Kurd heta ji Serhildana Agiriyê û sirguna Suriyê bi “Hawara Dîcle”yê vegot û li Mezopotamyayê kurd, êzidî, suryanî, ereb, cihû, ermenî û tirkan bi çîroka Ester û Biro dihatin dîtin. Uzun li hemberî hemdema xwe jî bê bertek nema û “serhîldana dawî” tevgera PKK’ê ya bi çekdarî, polîtîkayên dewleta kur bi têgehên wekî xayinî, evîn û nasname di romana “Ronî Mîna Evîne – Tarî Mîna Mirinê” de cih girt.

Wekî di romanê xwe de ne bêdengî ji hêla gelê xwe ve hate oxirkirin

Uzun, ji bajarê Stockholmê ya Swêdê ku li wir sirgun jiya û kansera mîdê girtibû piştî tedawiya 2 mehan a kanserê di 13’ê tîrmeha 2007’an hate Ameda ku jê re digot,”Ez nehatim mirinê hatime bijîm” tedewiya xwe domand. Uzun, di 11’ê Cotmeha 2007’an li Amedê di nexweşxaneya ku tê de tedawî dît jiyana xwe ji dest da û ji nava me barkir. Uzun cîhana wêjeyê xemgîn kir û ji hêla gelê Amedê ve hate oxirkirin. Uzun ne wekî qehremên romanên xwe ku bêdeng ji vê dinyayê bardikin, bi qelabalix ji hêla gelê xwe ve hatibû oxirkirin.

Uzun dê 3’emîn salvegara mirina sibê li ser gora wî ji hêla hevsera wî Zozan Uzun, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Bayder, endamên Komaleya Nivîskarên Kurd, dostên wî û gelek kesî ve li Gora wî ya Goristana Mardînkapi ya Asrî bê bîranîn.

Mehmed Uzun kî ye?

Uzun di sala 1953’an de li Siwereqa Rihayê hate dinê, piştî darbeya 12’ê îlonê demekî kin li Girtîgeha Amedê me. Piştî ku ji girtîgehê derket 15 salan li bajarê Stockholm ê Swedê di sirgunê de jiya. Di 1981’de ji welatiyê tirk hate derxistin û heta 1992’an nehat Tirkiyeyê. Uzun, bi salan di Yekîtiya Nivîskarên Swedê de endamtiya lijneya rêveberiyê kiriye. Uzun di nava Kuluba Pen a Swedê û Kuluba Navneteweyî ya Pen’ê de cih girt û endamê Yekîtiya Rojnamevanên Swedê û Cîhanê kiriye. Uzun ji ber romana “Ronî Mîna Evînê- Tarî Mîna Mirinê” û ceribandina “Çîçekên Nar” di 2001’an de hate darizandin piştî van her du pirtûkan Uzun ji ber axaftinên xwe yên panel û gotubêjan jî gelek caran hate darizandin. Uzun li ser van darizindanina wiha gotibû “Ez hînê salonên dadgeha bûme. Lê hinî salonên konferansê nebûme.” Bêrikirina 15 salan a ji bo welat wekî gelek nivîskar û hunermendên din Uzun nexweşa giran girt.

Berhemên Mehmed Uzun

Uzun ku ji 1985’an pê ve dest bi nivîsandinê kir 7 romanên kurdî bi giştî 20 berhemên xwe yên kurdi paş ve hişt. Pirtûkên Uzun ku di serî de tirkî guherandin nezî 19 zimanan. Pirtûkên Uzun ev in: TU (Roman), Mirina Kalekî Rind (Roman), Siya Evînê (Roman), Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê (Roman), Destpêka Edebiyata Kurdî (Lêkolîn), Hêz û Bedewiya Pênûsê (Ceribandin), Mirina Egîdekî (Destan), Världen i Sverige (Hemû dinya li Swêdêye) (Antolojiya Wêjeyê), Antolojiya Edebiyata Kurdî Bîra Qederê (Roman), Çîçekê narê (Ceribandin), Ziman û Roman (Gotûbêj), Afirandina zimanêkê (Bir Dil Yaratmak), (Gotubêj)Söyleşiler, Dengbêjên min (Dengbêjlerim) (Ceribandin), Ronî Mîna Evînê – Tarî Mîna Mirinê (Roman), Demên Zincîrkirin û Peyvên zîncîrkirîn) (Ceribandin), Hawara Dîcleyê-DİHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş210Paylaş131
Önceki yazı

Dêrsim Bi Sînemayê Deriyê Xwe Li Cîhanê Vedike

Sonraki Haber

UMUDA YÜRÜMEK

Son HABERLER

Kadın

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

Yayınlayan Lekolin
13 April 2021
0
1.9k

Din ve inançlarda ahlaki politik...

Daha fazla okuDetails

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 March 2020
1.9k

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 March 2020
1.8k

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-13

15 March 2020
1.8k

Öne Çıkan Yazılar

  • ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

    557 Paylaşım
    Paylaş 223 Paylaş 139
  • Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

    539 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Sanatçı Mem Ararat Ne Yapmak İstiyor?

    730 Paylaşım
    Paylaş 292 Paylaş 183
  • BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

    541 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • MİT ve Parastin’ın Kirli Planını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    919 Paylaşım
    Paylaş 368 Paylaş 230

ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

Rojhilat İttifakı: Uluslararası Toplum, İran’ın İdam Suçlarına Karşı Tutum Almalıdır

HPG: Önderliğimizin Özgürlüğünü Sağlama Hedefinden Sapmayacağız

Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

Rusya-Türkiye-Çin İş birliği: İran’a Drone ve Hizbullah’a Silah Desteği- HABER ANALİZ

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç