17 Eylül 2010 Cuma Saat 13:32
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bersiva Serokwezîr
Erdogan a têkildarî kampanyaya TZPKurdi ya “Boykota dibistana” da û
wiha got: “Serokwezîr berê ji ber azadiya baweriyê tuneye keça xwe ya bi
turban dibistanên Tirkiyeyê boykot kir li Amerîkayê da xwandin. Niha Serokwezîr
dibêje boykot sûce.”
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo ku lêkolînan
têkildarî teqîna li Colemêrgê pêk hat û 10 kesan jiyana xwe ji dest da beriya
ku biçe Colemêrgê, li Balafirgeha Wanê pirsên rojnamegeran bersivan. Demîrtaş,
bersiva hikûmet û Serokwezîr a biryar TZPKurdî ya boykota dibistana da û wiha
got: “Serokwezîr berê ji ber azadiya baweriyê tuneye keça xwe ya bi turban
dibistanên Tirkiyeyê boykot kir li Amerîkayê da xwandin. Niha Serokwezîr dibêje
boykot sûçe. Serokwezîr bi xwe gotibû ‘Asîmîlasyon sucê mirovahiyêye’ Biryara
boykot biryara TZPKurdî ye. Em partî jî piştgiriyê didinê. Ji bo ku
perwerdehiya zimanê zikmakî em piştgiriyê didinê. Serê wan ji xwe serê sedema
navîn e. Her sal bi milyonan zarokên kurda di tezgahê asîmîlasyonê re derbas
dikin. Serokwezîr keçe xwe rêkire Amerîkayê. Ez rêkim ku derê. Li tu cihên din
perwerdehiya kurdî tuneye em dê li welatê xwe vê yekê bikin.”-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net –
www.lekolin.info