KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Dîwana Helbestkarê Navdar Feqiyê Teyran Derket

15 March 2020
Kategori: Kürdistan Tarihi ve Dili
264 20
1.6k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

28 Nisan 2011 Perşembe Saat 14:20

Dîwana helbestkarê Kurd ê klasîk, feqiyê dilan, Feqiyê Teyran, a ku ev ji zû ve bû gelek kesan çaverê dikir, li dû lêkolîn û amadekirina tijî zorî û zehmetî ya Seîd Dêreşî,

Dîwana helbestkarê Kurd ê klasîk, feqiyê dilan, Feqiyê Teyran, a ku ev ji zû ve bû gelek kesan çaverê dikir, li dû lêkolîn û amadekirina tijî zorî û zehmetî ya Seîd Dêreşî, bi tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Dewlet Elî û bi edîtoriya Kawa Nemir, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin.

Ev xebata Seîd Dêreşî ya berfireh a li ser kuliyata Feqiyê Teyranê helbestkarê Kurd ê efsaneyî, der barê sercema berhemên Feqiyê Teyranê yek ji sê gewreyên helbestkar ên Kurd de, ku mirov bi hûrgilî li berhemê binihêre, mirov dikare pir bi hêsanî bibêje ku wê di vî warî de valahiyeke gelekî mezin dagire, çewtî û talana li ser berhema Feqiyê Teyran ji navê bibe, rastiyê dabîn bike û bo niha niqteya dawî dayne ser vê babeta ku gelek lêkolîner, lêgerîner û nivîskaran bê belge û sened bi vir de bi wê de birine û anîne.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê, Seîd Dêreşî, di nava xebata xwe ya lêkolînê ya li ser Feqiyê Teyran a bêtirî deh salan e, ji bo ku dîwana Feqiyê Teyran a kok û kamil bide hev, xwe gihandiye bêtirî heştê destnivîsên ku di nava bi sedan salan re ji ber hev hatine girtin û li welêt û li welatên dereke belav bûne.

Ji bo ku deqên yekgirtî yên berhemên Feqiyê Teyran, Beyta Şêxê Sen’anî,Bersîsê ‘Abid, Beyta Zembîlfiroş, Beyta Dimdim, Beyta Dilî, Helbesta Berêkanê, Ey Av û Av, Îro Ji Dest ‘Husna ‘Hebîb, Îro Werin Lêzim Werin, Feqe û Bilbil, Ellah Çi Zatek E’hsen e, Qewî Îro Ze’îfhal im, Bi Çar Kerîman, Ellah Se’hergeha Ezel, Ez Çi Bêjim?!, Ay Dilê Min!, Ey Dîlberê Ey Dîlberê, Bizan Ku Min Yar Tu yî, Ji Rengê Dilbera ‘Hurî, Xudawenda Gunehkar im, Di Xewna Xo Da Min Dî Gulek, Ordeka Ava Cizîrê, ‘Ebdiyel’isyan, Ji ‘Işqa Te û Fesla Biharê Cennetê pêk bîne, xebateke bê hevta dilsozane kiriye û êdî piştî vê berhemê, dê xwendevanên Kurd û lêkolîner, nivîskar û dîroknasên wêjeyê yên Kurd bişên encamine zelaltir, watene fesîhtir ji sercema berhema Feqiyê Teyran derxin.

Dîwana Feqiyê Teyran a ku tevî pêşgotineke berfireh a li ser jînenîgariya Feqiyê Teyran, nav û bernavên wî yên ku bi riya destnivîsan hatine, li ser zar û zimanan mane, deqên helbestên wî, 2409 têbîniyan, serhatiyên der heqê Feqiyê Teyran de, ferhengeke dorfireh, sûretên gelek destnivîsên peyda bûyî, lîsta jêderan û war û navdaran, sercem 640 rûpel e.

Dîwana Feqiyê Teyran ya ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatî amadekirin, bi edîtoriya nivîskar û werger Kawa Nemir ji weşanxaneya Lîsê derket.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş221Paylaş138
Önceki yazı

Kürtler ‘Uzun Yürüyüşe’ Hazırlanıyor

Sonraki Haber

GEVER’DE HALKIN ÖZ SAVUNMASI KATLİAMLARA ‘DUR!’ DEDİ

Son HABERLER

Kadın

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

Yayınlayan Lekolin
13 April 2021
0
1.9k

Din ve inançlarda ahlaki politik...

Daha fazla okuDetails

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 March 2020
2k

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 March 2020
1.8k

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-13

15 March 2020
1.8k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    847 Paylaşım
    Paylaş 339 Paylaş 212
  • ‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    570 Paylaşım
    Paylaş 228 Paylaş 143
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12859 Paylaşım
    Paylaş 5144 Paylaş 3215
  • TC Savaş Suçu İşlemeye Devam Ediyor!- ÖZEL DOSYA

    12797 Paylaşım
    Paylaş 5119 Paylaş 3199

Bir Devrimin Sessiz Gücü

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç