24 Eylül 2010 Cuma Saat 09:24
Rojbîn Onay ya 13 salî daxuyaniyek di derbarê kampanyaya zimanê zikmankî ya TZP-Kurdî dayî destpêkirin de da û got “Em jî weke hemû zarokên cîhanê, zimanê xwe yê zikmakî dixwazin .
Rêxistina BDP’a Mêrdînê bi armanca piştgirî bide kampanyaya “Em zimanê xwe yê zikmakî dixwazin ku TZP-Kurdî dayî destpêkirin li taxa Saraçoglu daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê BDP’a Mêrdînê Alî Aslan, Serokê Şaxê Egitim-Senê Dogan Angan û gelek malbat û zarok amade bûn.
Rojbîn Gunay ya 13 salî bi navê bedarvanan daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku ew jî weke hemû zarokên cîhanê zimanê xwe yê zikmakî dixwazin û got “Hevalno, dayîk û bavno, em jî dixwazin weke hemû zarokên li cîhanê bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibînin. Em dixwazin bi zimanê xwe welatê xwe û cîhanê binasin. Dema mirov ji dayîk dibe, mafê xwe wan jî bi wana re ji dayîk dibe. Bijî biratiya zimanan, bijî zimanê Kurdî .-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info