30 Mayıs 2011 Pazartesi Saat 10:25
Enstîtuya Kurdî ya Amedê bi çapkirina pirtûka “Jimêryariya Giştî” di qada ziman de xizmeteke din a civakî kir.
Enstîtuya Kurdî ya Amedê ya ku di qada zimanê zikmakî de xebatan dike û ji bo hîndekariya ziman pirtûk, kovar, çîrok û ferhenga amede dike û pêşkêşî xizmeta gel dike. Enstîtuyê bi pirtûka Jimêryariya Giştî xizmeteke din a watedar pêşkêşî civakê kir. Enstîtuya heta niha ji qada ziman heta qada aborî û matmatîkê gelek pirtûk çapakirin. Niha jî ji bo karsaz û dezgehên karsaziyê pirtûka “Jimêryariya giştî” amade kir û çapkir. Pirtûka bi piştîgiriya Odeya Şêwirmendên Darayî û Jimêryarên Serbest a Amedê hate çapkirin bi berfirehî û zimanekî hêsan jimêryariya giştî hate vegotin.
Pirtûka Jimêryariya Giştî ji aliyê Mamosteyê kurdî û xebatkarê zimanê kurdî û her wiha Jimêryarê kurd Hasîp Yanliç ve hate nivîsandin û amadekirin. Pirtûk ji ber ku di vê qadê de yekemîn car tê nivîsandin gelek girîg û watedar e. Di pirtûkê de mijarên “Wateya jimêryariyê, dîroka jimêryariyê, agahiyên pergala jimêryariyê, cureyên jimêryariyê, belgeyên jimêryariyê, fişên jimêryariyê, pergala jimêryariya yekpergal, teknivîsarî (monografiyek) mînaka saziyekê û peyvên jimêryariyê” bi zimanekî hemû kes ji fêm bikin hatiye nivîsandin. Nivîskar Yanliç di pêşgotina pirtûka xwe de armanca pirtûkê wiha ve dibêje: “Wekî em hemû dizanin li gorî pergala cîhanê ya niha kapîtalîzm serdest e. Ger ku welatake serbixwe be divê ku aboriya wî welatî jî pir hêzdar be. Ji bo ku welatê mirov bibe welatekî azad û serbixwe, li gorî wan pîvanan pêwîstiya aboriyê bi pergalekê û bernameyekê heye û plana aboriyê jî bi jimêryariyê tê amadekirin. Destpêka aboriyeke xurt destpêka welatekî xurt e. Riya welatekî xurt di jimêryariyê re derbas dibe. Ji bo van xalan min ev pirtûk amade kir.”
Yanliç, amadekariya pirtûka xwe wekî xeyalekê bi nav kir û wiha got: “Ger mirov li pey xeyalên xwe neçe, nikare jiyaneke bi dilê xwe bijî”-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info