Li dilê Sûriyê, li cihekî ku erdnîgarî bi dîrokê re hev dibore, bajarê Selamiye îro ne tenê welatiyên girêdayî mezheba Îsmaîlî yê, di heman demê de, li ser qiraxa valahiya siyasî û ewlehiyê ya ku tehdîd li modêla bi hev re jiyanê ya tevahiya Sûriyê de dike, disekine. Li bajêr, dema ku xwepêşandanên gel ji ber xirabbûna xizmetguzariyan û bilindbûna buhayê elektrîkê zêde dibin, şopên qeyraneke kûrtir derdikevin holê: Krîza baweriyê ya di navbera pêkhateya civakî ya demdirêj û Heyat Tehrîr el-Şam ku serokatiya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dike û tê tawanbar kirin ku dubendiyên mezhebî zêde dike û wan di projeyên otorîter ên xeternak de bi kar tîne.
JI PROTESTOYAN HEYA ARMANCGIRTINÊ: XWENDINA DÎMENEKÊ
Xwepêşandanên vê dawiyê yên ku li Selamiyê derketin, ne tenê bertekek li hember biryarên bêmaf ên aborîyê bû, di heman demê de qêrînek siyasî ya li dijî derve hiştin û marjînalbûnê bû. Xwepêşandanên ku tê de dirûşmên dadmendî û zelalbûnê hatin avêtin, tirsa hebûnê ya dubarekirina senaryoyên bi xwîn yên ji Peravê heta Suweyda, ji Deyle heta bejahiya Humsê û li herêmên din hebû.
Piştî hilweşîna rejîma Baas dema rêze bûyerên xwînrêj ên ku gelek pêkhateyên olî û mezhebî li Sûriyê dikin hedef bê berçav girtin, pirsek lezgîn derdikeve pêş: Xeyaleta komkujiyê ya mezheba Elewî ya li Peravê, Durzî yên li Siwêda û Xirîstiyanên li Taxa Deyle re dirêj bûyî, gelo niha jî mezheba Îsmaîlî ya li Selamiyê tehdîd dike?
ÇÎROKA KOMKUJIYAN: JI PERAVÊ HETA SIWÊDA
Perava Sûriyê;
Di 6’ê Adar’ê de, bi hinceta ku bermahiyên rejîma Baasê hesab bikin, komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya li Sûriyê, li dijî welatiyên mezheba Elewî, komkujiyên dijwar li peravên Sûriyê pêk anîn û bi temamî gund hatin wêrankirin. Dîmenên tirsnak: Zarokên li ber çavên dê û bavên xwe dihatin kuştin, yên din ku di bin tehdîdê de neçar man malbatên xwe koçber bikin û heta roja îro jî hejmara qurbaniyan nayê zanîn, ji ber ku ev komkujî bi awayekî, di bin bêdengiyek navneteweyî ya gumanbar de berdewam dike. Dîsa jî, hin çavkanî piştrast dikin ku jimara miriyan gihîştiye bi deh hezaran.
Dûrziyan;
Di dawiya Nîsan’ê de, bajarê Eşrefiyet Sahnaya yê li başûrê paytexta Sûriyê Şamê, bû şahidê rêze êrîşên ku welatiyên mezheba Durzî kirin armanc û di encamê de bi dehan kes di rewşên trajîk de hatin kuştin. Ev êrîş piştî komkujiyên li ser peravê hat û bi nebûna parastin an berpirsiyariya rastîn a gelê herêmê re, beşeke nû ya bi êş li binpêkirinên ku pêkhateyên civaka Sûriyê dikin armanc hat tomarkirin.
Xiristiyanan;
Êvara Yekşem a 22’ê Hezîranê, êrîşeke xwekujî li Dêra Maorî ya İlyas a li herêma Deyle ya Şamê pêk hat û ku piraniya wan welatiyên herêmî bûn, bû sedema kuştina 22 kesan û birîndarbûna 59 kesan. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, ev êrîş ji aliyê pêkhateyên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin. Ev êrîşa bi xwîn, di kêliyek a aştî û bendîtî yê de bi armanc girtina sembolên olî yên civakê, birîneke nû li laşê civaka Sûriyê zêde kir.
Mûrşîdan;
Di Hezîran’a 2025’an de, welatiyên mezheba Murşîdî, li gundewarên Humus û Hemayê ku ji aliyê pêkhateyên Heyet Tehrîr el-Şam a Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve rastî binpêkirinên sîstematîk hatin. Di kampanyayeke ku nasnameya olî û çandî ya mezhebê dike hedef, bi binpêkirin cuda, yên wek kuştin, îşkence û binçavkirina keyfî derketiye. Gundê Meryemînê ku piştî li dijî kêmxistina sembolên xwe yên dînî nerazîbûna nîşandan, bûn şahidê yek ji bûyerên herî hovane ku tê de 5 sivîl bi xwînsariyê hatin kuştin. Li gundên Fehl û El-Şeniyê hejmarek zêde sivîl hatin darvekirin û cenazeyên wan avêtin ser rêyan; Ev dîmenek bû ku asta hovîtî û nebûna kontrolê, bêyî berpirsiyarî dida nîşankirin.
Carek Din Dûrziyan;
Di meha Tîrmeh’ê de, bajarê Siwêde bû şahidê pevçûnên tund ku bi fermî wekî pevçûnek di navbera Bedewî û niştecihan de hate binav kirin, lê rastî tevlihevtir û nerewa bû. Navê Bedewî, di medyayê de ji bo rewakirina êrîşên ku ji aliyê komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve hatine kirin ji bo ji berpirsyariyên sûcan birevin, hatine bikaranîn. Ev êrîş bûn sedemê zêdetirî du hezar kes werin kuştin, rê li ber wêrankirina gund û bajarok hatin vekirin û rewş li gel bêdengiyekê navneteweyî û paşgûhkirina rastiyan, ji dîmenên herî hovane yên binpêkirin û zordestiya girseyî heya ber bi revandina jinan ve çû.
Di van demên dawî de, gotûbêjeke medyayî ya ragêşî, li ser hin platformên ku ji odeyên şer rasterast an nerasterast bi serokatiya karbidestên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê derdikevin û tevî ku mezheba Îsmaîlî bi awayekî komî piştgirî nade tu aliyan, ji bo helwestên wan ên siyasî yên “hesap pirsînê” amaje dike, derketiye holê.
PROJEYEK OTORÎTER KU PIRDENGIYÊ TEHDÎD DIKE
Ji dema Hey’et Tehrîr el-Şam, di Kanûn’a 2024’an de ket bajêr, li ser bingeha mîlîtarîzekirina jiyana bajêr û hilweşandina pêkhateyên civakî yên kevneşopî rastiyek nû ya ewlekarî û siyasî ferz kir. Tevî daxuyaniyên giştî yên ji bo parastina bajêr ya li ser raya giştî, wan tiştek pêşkêşî bajêr nekir û sîcîla wî li herêmên din bi şêwazek sîstematîk a binpêkirinan a li dijî kêmnetewiyên olî û mezhebî ku ji Elewiyên li Peravê dest pê dike û heya Dûrziyên li Sehnaya yê, Xirîstiyanên li Deyla û Murşîdî yên li gundewarên Humsê, derdixe holê.
Ev binpêkirin ne tenê binpêkirinên takekesî bûn, di heman demê de kesayetek sazûmanî ku ji axaftinekê bîrdozî ya ku cihêrengiyê wek tehdîd, piralîbûnê jî wek astengekê li pêşiya projeya “hegemonyaya şoreşgerî” didît, dihilgirt.
SELAMIYE: SEMBOLA PIRDENGÎYA KU BI TÛNEBÛYÎNÊ RE RÛ BI RÛ MAYE
Wek dîrokî Selamiye, modêleke behempa ya jiyana hevbeş di navbera Îsmaîlî, Sunnî, Elewî û Xirîstiyanan de ava kiriye û ev wî dike armanceke potansiyel ji bo her projeyek ku hewl dide tevna civakî ya Sûriyê ji holê rake. Ji ber sedemên nebûna nûnertiya siyasî ya mezheba Îsmaîlî di saziyên Hikûmeta Demkî de û nebûna ewlekariyên destûrî ji bo parastina mafên xwe, wan di demên aloziyên nav bajêr de dixe rewşek ku ji destdirêjiyê re vekirî û dibe ku bibe qada komkujiyek nû.
Mezheba Îsmaîlî, îro ne cihêwazîyê, daxwaza mafên hemwelatîbûnê yên tam dike: parastina ewlekarî, nûnertiya siyasî û naskirina eşkere ya rola wê di avakirina pêşeroja Sûriyê de. Tiştê ku tê xwestin ne tenê şermezarkirina gotinên hovane ye, di heman demê de nûavakirina peymana civakî ya Sûriyê li ser bingehên wekhevî, dadmendî û nenavendîbûnê, dabînkirina ewlehî û hesta xwedîtiyê ji her pêkhateyekê re.
HIŞYARIYA ZÛ
Tiştê ku li Selamiyeyê qewimî ne bûyereke yekalî ye, nîşana krîzeke kûrtir e ku yekîtî û pêşeroja Sûriyê dixe xeterê. Û eger ev siyasetên dûrxistinê bi helwesteke neteweyî ya berfireh re rû bi rû nemînin, xeyaleta komkujiyê dê ne wekî bîranînek, wekî îhtîmalek tirsnak ku di kemînê de benda her kesê ku helandina di nav projeya ku tenê hêzê nasdike red dike, wê heyîna xwe berdewam bike.
Ekrem BEREKAT





