Pêşveçûnên dawîn ên li navenda Şamê nîşan didin ku dijminatiya kûr a di navbera HTŞ û koma Ceyş El-Îslam de ku bi salan e didome, careke din derketiye ser rûyê avê. Bi taybetî li hin herêmên derdorê Şamê û bi taybetî li bajarê Duma yê tevgerên leşkerî, salên pêşîn ên şerên di navbera her du koman de tîne bîra mirov.
Weke ku were bîranîn, di sibeya 10ê cotmeha 2025an de îstixbarata HTŞ û tîmek taybet a girêdayî MÎTê, li Meydana Emewiyan di avahiya Erkan de di nav hêzên Wezareta Parastinê de 6 kesên şaneyê Ceyş El-Îslam a ketibûn navê girtin.
Di nav endamên şaneyê de; Omar Nesir Salih (33), Arif Remedan Tirkman (36), Îsmaîl Cemîl Sexî (34), Mihemed Dervîş Dervîş, Süleyman Hac Seîd Hemdan (35) û Münir Alî El Humisî (35) hebûn. Şaneya hatî girtin, plana hedefgirtina Murhaf Ebu Kasra bi roketatan îtîraf kir û gotin; Ebu Kasra bi îxaneta li Ceyş El-Îslamê û derbasbûna li HTŞê, fermandarê xwe yê berê radestî dewletên hevrik kiribû.
Sedema ku ev operasyon yêkser ji aliyê MÎTê ve were birêvebirin, tasfiyekirina komên çete yên radîkal e ku dikarin hebûna dewleta Tirk li Sûriyê di pêşerojê de bixin xeteriyê. Di dawiya 2024an de bi piştgiriya hêzên hegemon û dewleta Tirk, Colanî ku bû serokê Rêveberiya Şamê, di koordînasyona nêzîk bi Tirkî ye re tevdigere de, ragihand ku koma Ceyş El-Îslam bi temamî fesih dike û dawî li hebûna leşkerî û rêxistinî ya wê tîne. Fermandarê berê Îsam el-Buveydanî (Ebu Hemam), bi rasterast piştgiriya MÎTê hate girtin. Buveydanî yê ji eslê xwe karsaz, piştî mirina Zehran Alluş di 2015an de serokatiya koma Ceyş El-Îslam girtibû ser xwe, di pêvajoyên Astana û Soçiyê de roleke çalak lîstibû. Herwiha bi piştgiriya ku ji Suudî Arabistan û BAEyê wergirtibû, hema hema hêz û otorîteyeke ku ji HTŞê jî derbas dibe bi dest xistibû. Bûna yek ji navên pêşeng ên Komîteya Muzakereyên Sûriyê ne li gorî dilê Şamê û ne jî ya Enqereyê bû.
KOKÊ ALOZİYAN DIGIHÎJE 2015AN
Koma Ceyş El-Îslam, bi piştgiriya Suudî wekî hêmaneke zextê li hemberî rejimê li Rojhilatê Guta yê bû, dema ku di wê demê de Cepheya El Nusra bi piştgiriya Qatar û Tirkî wekî hêzeke paralel pêşbaziyê diafirand. Piştî mirina Alluş tawanbariyên hevdu kûrtir bûn, vekêşana HTŞê ber bi Îdlîbê ve û operasyonên li hemberî muhalifên din, ji aliyê koma Ceyş El-Îslam ve wekî hewldana HTŞê ya ji bo avakirina serweriya mutleq hate dîtin. Di demên dawîn de serdana Colanî ya Moskowê û rexneyên li hemberî xeta siyasî ya HTŞê, tevgerên alîgirên Ceyş El-Îslam li derdorê Şamê bi taybetî li Duma zêde kir. Yekîneyên ewlehiya giştî yên girêdayî HTŞê li Duma girtinên berfireh kirin, li Şam, Dêrazor û Dera yê ji aliyê komên girêdayî Ceyş El-Îslam ve ku polîtîkayên HTŞê qebûl nakin êrîşên cûda hatin kirin.
Weke ku tê zanîn, di 25ê Gulanê de li Şamê xwepêşandan hatin kirin, koma Ceyş El-Îslam tehdîd kir ku heke Buveydanî di 72 saetan de neyê berdan wê li Meydana Emewiyan xwepêşandan bikin. Ev li hember Colanî rasterast meydanxwendinek bû.
BIRYARA TEVLÎBUNA KOALÎSYONÊ YA HTŞÊ ŞERÊN NAVXWEYÎ KÛRTIR DIKE
Di rewşa dawî de serdana HTŞê ya li Amerîkayê ya ku di 10ê Mijdarê de hatiye plansazîkirin û biryara tevlîbûna koalîsyona li hemberî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê, ji aliyê siyaseta navxweyî ve gaveke pir xeternak û tevlihev e. Ev gav wê bi awayekî teqez bibe sedema berteka giran a komên cîhadîst ên radîkal ên wekî Ceyş El-Îslam, Partiya El Tehrir El-Îslam (hemû yên ji HTŞê veqetiyane an jî hê di nav HTŞê de ne jî tê de) wê bibe. Herwiha îhtîmala derketina dînamîkên şerên nû yên ji bo rakirina otorîteya Şam û Colanî pir zêde ye.
Di rejîma HTŞê de dema ku li kompozîsyona Hêzên Ewlehiya Navxweyî û hêzên ‘wezareta parastinê’ ya HTŞê were nihêrîn, du cure avahî derdikevin pêş çavan: Ya yekem, avahiya navendî ya ku bi zêdekirina hejmara kesên ku tevlî komên sereke yên di nav HTŞê de ku berê Îdlîbê birêve dibin bûne; ya duyem jî, avahiya navendparêz a ku bi biryara belavkirina koman û girêdana wan bi dewletê re bi pêvajoyên fermî û ji nû ve avakirinê bi yekkirina her du wezaretan hate avakirin.
Lê ev hevsengî hê jî hessase û ji vesazîbuyînê dûr e, ji ber vê yekê HTŞ di hemberî her serhildanek mezin a ku pê re rû bi rû bimîne de bêparastin e.
Mînak, nêzîkî du hefte berê li derdorê Îdlîbê li Harimê şerê navxweyî yê ku şerkerên Fransî tê de bûn, ceribandineke rastîn a kapasîteya otorîteya navendî ya ji bo têkoşîna li hemberî komên biyanî bû. Berhevkirina şerkerên biyanî yên ji Ozbekistan û Tirkistanê ji aliyê Fransiyan ve, nîşan da ku ittîfaqên bihêz ên ku kapasîteya hikûmeta Şamê derbas dikin dikarin bi lez û bez werin avakirin.
Ji aliyê piraniya komên cîhadîst ên radîkal di nav ‘wezaretên parastin û karûbarên navxweyî’ yên HTŞê de, Amerîka wekî “dijmin” û “dewleteke ku bêîmaniyê piştgirî dike” tê dîtin. Wekî din, piraniya komên cîhadîst di nav HTŞê de DAIŞê wekî birayên xwe dibînin û heta niha jî sempatiyê nîşan didin. Ku piraniya mezin hê jî endamên DAIŞê ne.
Têkoşîna serweriya li Şamê, potansiyela veguherîna hemû qada Sûriyê bi riya cepheyên herêmî yên Enqereyê dihewîne, ji aliyê din ve gavên ku HTŞ wê di qada navneteweyî de bavêje îhtîmala vekirina rêya şerên navxweyî yên mezin ava dike.
Militan RÊHAT





