Hate zanîn ku komên çete yên girêdayî HTŞ û MÎT’ê ku ji meha Adarê û vir ve li bajarên peravê yên weke Laziqiye, Tartus û Ceblê zêdetirî hezar sivîlên Elewî qetil kirine, niha ciwanên Elewî bi zorê bi çek kirine û plan kirine ku wan li Helebê bi cih bikin. Hat ragihandin ku Îstîxbarata Rûsya’yê der barê bi çek kirina bi zorê ya ciwanên Elewî ji îstîxbarata HTŞ’ê û rayedarên MÎT’ê re hişyarî daye.
Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, hat zanîn ku navên wekî Ebû Quteyba, Ebû Îslam û Ebû Îzedîn Muhacir ku di nava HTŞ’ê de tevdigerin, hewl didin ciwanên Elewî bi gef û zext li ser malbatên wan dikin da ku wan bi çek bikin û wan li gûndên derdora Heleb’ê bi cih bikin. Di vê çarçoveyê de tê plankirin ku nêzî 250 ciwanên Elewî yên ku MİT û îstîxbarata HTŞ’ê ji bo wan lîsteya navan amade kirine, bên wezîfedarkirin. Di nav navên çalakiyên rêxistinî birêvedibin de Fadî Seqir û Xalid Ehmed ku serkirdeyên berê yên milîsên parastina netewî yên girêdayî rejîma hilweşiyayî ya Esed in. Bi rêya va hevkaran îstîxbarata HTŞ û MİT’ê ciwan bi rêya malbatên xwe neçarî hevkariyê kirin. Hat ragihandin ku ji ciwanan re gotine “Yan hûnê bi me re bixebitin an jî bi malbatên xwe re werin tasfiye kirin.”
CIVÎNA KRÎTÎK A Lİ ŞAM’Ê: RÛSYA HIŞYARÎ DA
Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, di 24’ê Cotmeha 2025’an de Wezareta Îstîxbarata Rûsyayê hişyarî da yekîneyên ewlekarî û îstîxbarata Tirk û Sûriye’yê û xwest ku zextên li ser ciwanên Elewî û malbatên wan ên ku hewl didin bi darê zorê li gundên derdora Helebê bi cih bikin, tavilê bên rawestandin. Li gorî hişyariyê tê xwestin ku di çarçoveya hevkariya ku di navbera MÎT û îstîxbarata HTŞ’ê de hatiye avakirin, avahiyeke leşkerî ya ku ji ciwanên Elewî pêk tê bê çêkirin. Her wiha hat diyarkirin ku bi taybetî ji bo têkoşîna li dijî QSD’ê hewl dane ku ev avahî li bejahiya Helebê bi cih bibe.
Di hişyariya Ofîsa Îstîxbarata Rûsya’yê de hat destnîşankirin ku divê ev avahiya leşkerî tavilê bê betalkirin, gef li ciwan û malbatên wan neyê xwarin û her kes bê şandin a malê. MÎT’ê li Şamê bi rayedarên Rûsya’yê re hevdîtineke taybet pêk anî. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku ji bo ku kontrola qadê ji dest neyê girtin û aloziyên mezhebî zêde bibin divê koordînasyona ewlehiyê bê misogerkirin. Herwiha di analîza malpera me ya bi navê “Peymana Rûsya–Tirkiye: Senaryoya Guhertina Desthilatdariyê li Sûriyê” de, hat nirxandin ku ev gotûbêj di heman demê de wek beşek peymana nepenî ya pêvajoya derbaskirinê ya Moskow û Enqerê ye.
HEVKARIYA MİT Û HTŞ
Di nûçeya taybet a bi navê “Lîstika Qirêj a MÎT ya li ser Elewiyan: Tora Sîxûran a Di Nava Elewiyan De” ku me berê bi navê Lekolin.org weşandibû, me diyar kir ku Tirkiyeyê xebatên xwe yên sîxûrtiyê yên di nava civakên Elewî de lez kiriye û van kesane bi hevrêziya HTŞ’ê re tên bikaranîn. Di nûçeyê de me diyar kir ku armanca MÎT’ê ew e ku ciwanên Elewî bicivîne û wan li gundewarê Helebê bi cih bike û bi hevkariya tora sîxûran a ku di navbera Elewî, HTŞ û Îstîxbarata Sûriyê de ava kiriye, bixebite. Di nûçeya taybet a malpera me ya bi navê “Em Cihên ku Elewî Hatine Revandin Deşîfre Dikin” de, me diyar kir ku şopa ciwanên Elewî yên ku bi zorê birine gundên başûrê Helebê hatine dîtin. Di nûçeyê de her wiha agahî hat dayîn ku ev ciwan rastî perwerdeya leşkerî hatine û sirgûnî eniyên şer bûne û malbatên wan di bin gefa de ne. Dîsa wek Lekolin.org di analîza me ya bi navê “MÎT ji bo Elewiyan ji Kurdan Dûrbixe Ket Tevgerê” de me destnîşan kir ku armanca sereke ya van operasyonan cudakirina civakên Elewî ji tevgera siyasî ya Kurd e. Me diyar kir ku di van planan de HTŞ weke taşeron hatiye bikaranîn û ciwanên Elewî jî bûne qûrbanên polîtîkaya cudakirina mezhebî û etnîkî.




