38 sal berê îro, li Rojhilata Navîn dîroka mirovahiyê reş kir û bû paytexta tirsê: Roja 16’ê Adarê 1988’an, rejîma dîktator Saddam Huseyîn bi êrîşên hewayî li bajarê Helebçê yê Iraqê komkujî pêk anî. Ev êrîşa mirovahiyê yê dijminane, piştî Hiroşîma û Nagazakî di dîroka cîhana nûjen de wek duyemîn komkujiya herî mezin a kîmyewî tê tomar kirin û qonaxa herî hov û herî balkêş a Komkujiya Enfalê ya li dijî gelê Kurd bû.
Wê sibê, 8 balafirên şer ên MiG-23 yên Hêzên Hewayî yên Iraqê, bi qasî 40 hezar nifûsê Helebçeyê pênc saetan bi bombeyên gazê yên jehrîn barandin. Pêşî bi bombeyên konvansiyonel camên malan şikandin da ku gaz bi bandortir belav bibe; piştre gazên mirinê yên wekî gazê xerdelê, sarîn û tabûnê xistin dewrê. Gazê tûj yê “bêhna sêvê” li bajar belav bû û di çend deqîqeyan de her der dagirt. Jin, zarok, kal û pîr; sivîlên ku dixwestin birevin, li kolanan, ber deriyên malan an di nav wesayîtan de li ser hev ketin û canê xwe ji dest dan.
Encama komkujiyê xedar bû: Zêdetirî 5 hezar kes, piraniya wan jin û zarok, di cih de şehîd ketin, zêdetirî 10 hezar kes bi giranî birîndar bûn. Li gorî raporên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji ber bandorên demdirêj ên êrîşê heta îro zêdetirî 43 hezar û 753 kes mirine, zêdetirî 61 hezar kes jî bi seqetiyên mayînde dijîn. Ji qurbanan %68ê wan di bin 18 salî de bûn. Piştî êrîşê ji 216 gundan 198 ji wan bi temamî hatin tunekirin; çandinî, sewalkarî û çavkaniyên xwezayî yên herêmê %100 hatin wêrankirin. Di nav wan ku reviyan Îran û Rojhilata Kurdistanê de, ji 74 malbatan 211 zarok winda bûn; hinekan xwe gihandin malbatên xwe, lê gelek malbat hîn jî di nava êşê de ne.
Ev komkujî, tevî ku ji aliyê civaka navneteweyî ve bi awayekî fireh hate şermezarkirin jî, hîn li gelek welatan wekî qirkirin bi awayekî fermî nayê naskirin. Parlamentoya Iraqê di 17’ê Adarê 2011’an de Helebçeyê wekî qirkirin ragihand û Dadgeha Bilind a Cezayê ya Iraqê jî ew wekî kiryarên qirkirinê pênase kir. Lêbelê hikûmeta Bexdayê ji bo tazmînatê qurbaniyan gaveke şênber û cidî neavêtiye.
Helebçe ne tenê berhema Saddam Huseyîn û rejîma Baasê bû; di heman demê de ronîkirina şermezar a hevsengiyên hêzên navneteweyî yên wê demê bû. Saddam, di dema Şerê Îran-Iraqê de ji aliyê Rojava ve, bi taybetî ji hêla DYA û Ewropayê ve hatibû çekdarkirin û bi embarên gazên kîmyewî ve hatibû dagirtin. Bêyî vê piştgiriyê, ew ê nikaribû bi vî rengî êrîşeke hovane û bêperwa li dijî gelêk bike. Di dema komkujiyê de li paytextên cîhanê ji bo Saddam xalîçe sor dihatin raxistin, şîvên fermî dihatin dayîn. Yên ku bêdeng man, ne tenê temaşevan bûn; ewên ku vê hovîtiyê mumkin kirin jî bûn.
Helebçe yek ji peyamên herî giran ên li gelê Kurd bû: Ji têkoşîna azadiyê vekişin, wekî din kok û kokên we dê bi temamî bên tunekirin. Sîstema kapîtalîst ne tenê mirovan, lawiran, nebatan, axê jî jehr kiribû da ku hebûna Kurdan ji bo her û her ji holê rake. Ev, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yek ji komkujiyên sivîl ên herî mezin bû ku di dîrokê de qewimî.
Her çiqas 38 sal derbas bûbin jî, zordarî û metirsiya komkujiyê li ser gelê Kurd ranewestiyaye. Li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava Kurdistanê hêzên dagirker; Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê didomînin.
Birîna ku Helebçe vekiriye hîn xwîn diherike: Zarok ji ber ku kevir avêtine rastî îşkenceyên giran tên, zîndanan têne dagirtin; serokên şaredariyên hatine hilbijartin, siyasetmedar tên girtin; ciwan ji ber daxwaza azadiyê tên îdamkirin; li çiyayan êrîşên li dijî gerîlayan û êrîşên çekên kîmyewî heta sala borî jî bê navber didomiyan. Komkujiyên rasterast cihê xwe dan rêbazên zordariyê yên sofîstîke, lê her hêzek ku firsendê bibîne, nîşan daye ku dê ji hovîtiyên ku Helebçe bişewitîne venekişe.
Di sedsala 21’an de hîn jî Kurd di bin metirsiya komkujiyê de dijîn. Ev rastî, di têkoşîna azadiyê de israr, rêxistinkirî û bi biryardarî bûnê careke din mecbûr dike. Li Başûrê Kurdistanê avakirina pergalên federal wekî “têr” dîtin û ketina rehetbûnê, tê wateya vekirina derî li lîstikên nû. Dersa herî bingehîn a ku ji Helebçe divê were derxistin ev e: Li ser hêza xwe rêxistiniyeke xurt ava kirin, zihniyeta dagirker poşman kirin û careke din bi vî rengî hovîtiyê re rû bi rû nemînin.
Helebçe ne tenê birîneke nayê jibîrkirin e; di heman demê de yek ji sembolên herî xurt ên îradeya berxwedana gelê Kurd e. Vê êşe ji bîr nekin, daxwaza edaletê bikin û li ser rêya azadiyê gavên bi biryar bavêjin, peywira herî pîroz a her ciwanekî Kurd ev e. Şehîdên Helebçeyê bi rûmet bi bîr tînim, ji dilê birîndarên me re şifa dixwazim.
Arî TUFAN





