• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat bang li Tirkên Azerbaycanê kir

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat, di daxuyaniyekê de bang li Tirkên Azerbaycanê kir û got, "Em bawer dikin ku ewlehî û aramiya mayînde tenê wê demê dikare were bidestxistin ku hemû gelên li herêmê mafên siyasî, çandî û zimanî yên wekhev hebin û rêveberiya herêmî bi rêya saziyên demokratîk û berpirsiyar were meşandin."

Yayınlayan Lekolin
15 March 2026
Kategori: Nûçe
254 3
A A
Hevpeymaniya Rojhilat bang li Tirkên Azerbaycanê kir
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê derbarê geşedanên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de peyamek di serî de ji bo hemû gel û azadîxwazên li Îranê, her wiha ji bo gelê tirkî yê Azerbaycanê û welatên cîran hat şandin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê, di vê qonaxa hesas a têkoşînê de, li ser bingeha dîroka neteweyî û demokratîk a tevgera neteweyî û demokratîk a Kurdistanê û prensîbên têkoşînê, û bi hişmendiya berpirsiyariya xwe ya dîrokî di şert û mercên heyî yên Îranê de, careke din girîngiya hevgirtin û yekîtiya di navbera hemû hêzên azadîxwaz û gelên bindest ên welêt de radixe ber çavan. Armanc, derbasbûna ji despotîzmê ( rêveberiya otorîter) û avakirina pêşerojeke demokratîk e. Em bawer dikin ku pêşerojeke mayînde ya Îranê tenê bi damezrandina sîstemeke demokratîk a ku mafên neteweyî yên neteweyan tê de bên naskirin, li ser bingeha edalet û wekheviyê be û azadiyên bingehîn ên hemwelatiyan bên garantîkirin, mimkun e. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê, di vê çarçoveyê de ji bo avakirina Îraneke azad, demokratîk û pirreng, amadebûna xwe ya ji bo hevkarî û xebata hevpar bi hemû hêzên siyasî û sivîl ên demokrasîxwaz re ragihand.

BANGEK JI BO TIRKÊN LI AZERBAYCANÊ

Birayên me yê Azerî! Em wek rastiyeke dîrokî dizanin ku li hin bajar û herêman, bi taybetî li Azerbaycan û Kurdistanê, Azerî û Kurd bi sedsalan li kêleka hev jiyane. Pêşeroja van herêman divê li ser bingeha hevkarî, rêveberiya hevpar û garantîkirina mafên wekhev ên hemû civakan were şekildan. Di van herêmên bi nifûsa tevlihev de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê piştgiriya damezrandina mekanîzmayên rêveberiya herêmî yên hevpar dike ku avahiya nifûsa herêmî û îradeya gel nîşan bide. Hevpeymaniyê bawer dike ku ewlehî û aramiya mayînde tenê bi hebûna hemû gelên herêmê — li Azerbaycan, Kurdistan û herêmên din ên ku Kurd û Tirk lê dijîn — mafên siyasî, çandî û zimanî yên wekhev, û rêveberiya herêmî bi saziyên demokratîk û hesabpirsînbar ve were rêvebirin, mimkun e. Her tim mîna berê em destê hevkarî û diyalogê dirêjî gelê Azerbaycanê yê Türk û hêzên wan ên siyasî dikin û amade ne ku ji bo diyalog, hevrêzî û li herêmên hevpar mekanîzmayên ku ewlehiya giştî û aramiyê peyda bikin, bixebitin. Pêşeroja herêmê divê li ser bingeha jiyana hevbeş, rêzên hevûdu û beşdariya wekhev a hemû gelan were avakirin. Herwiha em bi balkişandina li ser têkiliyên dîrokî û girêdanên civakî yên di navbera gelê Kurd û gelê Azerbaycanê yê Tirk de, bawer dikin ku pêşeroja têkiliyên van her du gelan divê li ser bingeha diyalog, rêzên hevûdu û jiyana hevbeş a aştiyane were avakirin. Di vê çarçoveyê de, em careke din dilsoziya xwe bi giyan û bendên Peymana Dostaniyê ya di navbera Komara Kurdistanê û Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê de dubare dikin û vê yekê wek sembolek û nexşerêya hevkarî û têgihiştinê di navbera tevgerên demokratîk ên Kurdistan û Azerbaycanê de dibînin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê, di rêya xwe de berdewam dike ku xurtkirina hevkarî di navbera hêzên demokrasîxwaz de, pêşxistina diyaloga di navbera neteweyan de û damezrandina mekanîzmayên hevpar ên ji bo jiyana hevbeş a edaletî, wek hêmanên bingehîn ên gihîştina pêşerojeke azad û edaletî ji bo hemû gelên Îranê dibîne û her cure hevkarî û hewldanên di vê rêyê de bi dilxweşî pêşwazî dike.Di derbarê têkiliyên bi gel û welatên cîran de jî, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê; jiyana hevbeş a di aştiyê de, cîranîya baş û rêzgirtina berjewendiyên rewa û hevbeş ên hemû welatên herêmê radixe ber çavan û bawer dike ku aşti û aramiya herêmî tenê bi rêya diyalog, hevkarî û rêzên hevûdu di navbera gel û dewletan de dikare were xurtkirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AZERIDYAFarsHevpeymaniya RojhilatIranİsrailKurdTirk
Önceki yazı

MİT li Rojavayê Kurdistanê Hêzên Kontra Avadike – NÛÇE ANALÎZ

Sonraki Haber

Birîneke ku 38 sal in li Kurdistanê xwîn jê diherike: Komkujiya Helebçe

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Birîneke ku 38 sal in li Kurdistanê xwîn jê diherike: Komkujiya Helebçe

Birîneke ku 38 sal in li Kurdistanê xwîn jê diherike: Komkujiya Helebçe

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist