• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Di Pisgirêka Kurd de Qitbûna Ontolojîk

Veguhestina ji darvekirinê bo maseya danûstandinê nîşana yekem a ontolojîk a nasnameya Kurd e. Lêbelê, ev xuyabûn bi tena serê xwe mayînde nîne.

Yayınlayan Lekolin
22 December 2025
Kategori: Analîz Siyasî
256 2
A A
Di Pisgirêka Kurd de Qitbûna Ontolojîk
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

ÎNKARA AQILÊ DEWLETÊ, NÊ FÊHMKİRİNA RÊBERTÎ Û DÎWARÊ ZÎHNIYETÊ

Nîqaşên li ser pirsgirêka Kurdan bi piranî xuya dike ku pir û cuda ne, lê ev cuda bûn bi piranî di nav heman sînorên zîhniyetê de dizivire. Maf, destûra bingehîn, rêveberiya herêmî, ewlekarî, teror, demokrasî û gotinên yekîtiyê ji aliyê kampa siyasî yên cuda ve bi awazên cuda tên gotin, lê dîsa jî li ser zemînek hevpar dicivin: Pirsgirêka Kurd wek pirsgirêkek siyasî, hiqûqî an rêveberî tê dîtin. Ev çarçove, pirsgirêkê ji çareserkirinê zêdetir dike ku were rêvebirin û kontrol kirin.

Lê belê pirsgirêka Kurd bi rastî di van kategoriyan de bi temamî cih nagire, ew ji van hemûyan pir kûrtir îşaretek ji şikestineke ontolojîk re dike. Li vir ferqa yekemîn a ku divê bê kirin ev e: Pirsîn “Pirsgirêka Kurd çawa were rêvebirin?” û pirsîn “Pirsgirêka Kurd heye yan tune ye?” ji hev cuda ne. Pirsgirêka ontolojîk ne bi wê ve girêdayî ye ku gel bi kîjan statûya siyasî re bimîne, ew bi wê ve girêdayî ye ku hebûna wî tê qebûlkirin an na.

Pirs “Kurd hene yan tune ne?” ne tenê pirseke polîtîkaya dewletê ye, ew pirseke şaristanî û zîhniyetê ye. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd di bingeha xwe de tenê û tenê ne pirseke hiqûqî û ne jî siyasî ye; ew pirseke hebûn–nebûnê ye. Pirsgirêka nasnameyê jî, forma siyasî û civakî ya vê înkara ontolojîk e. Eger nasnameya Kurd were nîqaş kirin, sedema wê ew e ku di asta ontolojîk de hebûna Kurd tê înkar kirin. Li vir ontolojî ne nîqaşeke felsefî ya abstrakt e, ew pirs e ku gel di kîjan rewşa hebûnê de tê pênase kirin û qebûl kirin.

Înkara ontolojîk ne tenê redkirina mafan e; ew redkirina dîrok, ziman, bîranîna kolektîf, kapasîteya îradeyê û îmkanên bûyîna mijar (sûbjekt) a gel e. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkek bêedaletiya ku bi düzenlemeyên hiqûqî were çareserkirin e, ew pirsgirêkek şaristanî ya bingehîn e: gelo hebûn tê naskirin an na. Bi rastî jî nêzîkatiya Rêbertî ya li pirsgirêka Kurd bi hemû çarçoveyên siyasî û îdeolojîk ên heyî re nakok e. Ji berk u Rêbertî pirsgirêkê ne li gorî kapasîteya naskirina dewletê, ne li gorî vesazîbunên destûrî û ne jî li gorî reformên rêveberiyê kêm dike. Ew pirsgirêkê bi awayekî dîrokî dixwîne: wek înkara ontolojîk a ku ji aliyê dewlet, şaristanî û zîhniyeta desthilatê ve hatiye avakirin. Ev xwendin ne tenê dewletê, lê milliyetgerî, şovenîzm, çepê klasîk, lîberalîzm, serweriya mêr û siyasetên dînî jî aciz dike. Ji ber vê yekê Rêbertî tenê ne fêmnekirî ye, di heman demê de neyê fêmkirin jî tê xwestin. Ev rewşa nefêmkirinê ne tenê şaşfêmkirineke siyasî ya sade ye; ew rasterast refleksa parastina zîhniyetê ye.  Ji ber ku nêzîkatiya ontolojîk a Rêbertî, zemîna ku her kes li ser radiweste dipirsîne. Felsefeya damezrandina komara Tirkiyê li ser armanca afirandina neteweyeke homojen hatiye avakirin. Ev armanc ne tenê Kurdan, lê hemû cudahiyan dixwaze bihelîne û bişewitîne. Lê Kurdan, bi yekparebûna erdnîgariya xwe, bîranîna civakî û kevneşopiyên berxwedanê re, bi temamî li ber vê polîtîkaya helandinê serê xwe neşewitandine.

Ji ber vê yekê hebûna Kurd ji roja damezrandina Komarê ve ne tenê hatiye tepisandin, bi awayekî sîstematîk hatiye tunehesibandin.Qedexekirina ziman, bi xwînê tepisandina serhildanan, guhertina navên cihan, ji çîrokên dîrokî rakirin, têgehên wek “Tirkiyên çiyayî”… hemû îşaretên karakterê ontolojîk ê înkarê ne.  Ev ne tenê zordariyeke siyasî ye; ew hewldana watedarkirina hebûna gel e. Li vir înkar ne refleksa demkî ya ewlekariyê ye, ew rejîmeke hebûnê ya domdar e ku bi awayekî domdar dixebitî.

Ev rejîma înkarê ne tenê bi derdorên milliyetger-devletparêz re sînordar e. Kampên îdeolojîk ên cuda, bi awayên cuda jî ev koriya ontolojîk ji nû ve ava dikin: Şovenîzma netewperestî hebûna Kurd wek gefa parçekirinê dibîne, siyaseta lîberal wê di nav mafên kesane de kêm dike, çepê klasîk pirsgirêka Kurd di bin nakokiya çînê de dihêle û dike pirsgirêkek duyem, siyaseta dînî bi gotina “ummet”ê nasnameya Kurd vedişêre, zîhniyeta mêr jî têkoşîna azadiya jina Kurd dixwaze bitepisîne. Ev nêzîkatiyên ku xuya dike li hember hev in, di xalekê hevpar de dicivin, nasnameya ontolojîk a taybet a Kurdan qebûl nakin.

Ya herî pirsgirêk jî ev e ku hin derdorên siyasî û entelektuel ên ku dibêjin Rêbertî referans digirin, pirsgirêka Kurd bi gotinên maf, hiqûq û demokrasiyê teng dikin.Ev nêrîna lîberal-navîn-çînî, şikestina ontolojîk vediguherîne nav lîsteyeke daxwazên reformîst, di heman demê de xeta paradîgmatîk a Rêbertî ya ku dewlet, desthilat û zîhniyeta şaristanî dipirsîne jî vedişêre. Bi vî awayî Rêbertî, ne tenê ji aliyê dijberên xwe ve, lê ji aliyê wan derdoran jî yên ku îdîa dikin li ser navê wî diaxivin, tê kişandin nav sîstema heyî.

Ji ber vê yekê înkar tenê mekanîzmayeke ku di saziyên dewletê de dixebite nîne. Înkara ontolojîk di zimanê rojane de, di gotinên medyayê de, di bangên “yekîtî”, “biratî” û “qederê hevpar” de jî bi domdarî ji nû ve tê hilberandin. Hebûna Kurd car caran wek gefa ewlekariyê, car caran wek paşdemayîbûn, car caran wek forma xirab a zimanê tirkî, car caran jî li asta mafên kesane tê kêmkirin û tê kirin ku xuya neke.

Ev mekanîzmaya ji nû ve hilberandina civakî, piştrast dike ku înkar ne bi dewletê ve sînordar bimîne û di piraniya beşên civakê de bê hundirxistin. Bi rastî jî li vir pozîsyona Rêbertî zelal dibe. Ew pirsgirêka Kurd ne bi armanca dewletbûnê û ne jî bi polîtîkayên entegrasyona klasîk rave dike. Kurd wek aktorek siyasî-civakî yê ku ji berê ve heye qebûl dike, lê belê balê dikişîne ser vê yekê ku ev aktorî bi awayekî dîrokî hatiye înkar kirin. Zêdetir jî, dibêje ku hebûn ne tenê bi naskirinê, lê bi îrade, bûyîna mijar (sûbjektbûn), rêxistinkirin û xweparastinê tê avakirin.

Ev nêzîkatî hem dîlema dewletê ya “nas dikim-nas nakim”ê bêwate dike, hem jî fantaziya milliyetger a “dewlet ava bike” jî derbas dike.  Ji ber ku li vir mijar ne avakirina desthilateke nû ye, lê pirsînkirina mantîqa desthilatê bi xwe ye.

Tiştê ku nêzîkatiya Rêbertî cuda dike ev e: pirsgirêka Kurd ne wek pirsgirêka azadî an maf, lê bi serî de wek pirsgirêka hebûnê digire dest.  Ji ber ku ji bo gelê ku hebûna wî nayê naskirin, gotinên azadî, maf û demokrasiyê bê naverok dimînin. Ji ber vê yekê nefêmkirina an jî nexwestina fêmkirina Rêbertî, di esasê xwe de bi wê yekê ve girêdayî ye ku hebûna Kurd di asta ontolojîk de nayê qebûlkirin.

Paradîgmaya Rêbertî li vir ne tenê aqilê dewletê, lê sînorên hemû nêzîkatiyên milliyetger, lîberal û reformîst jî dişkîne. Di encamê de, nêzîkatiya Rêbertî ya li pirsgirêka Kurd ne modelek çareseriyê ya yek-qonaxî an hevdem e; ew pêvajoyeke sê-ling e ku xwedî pîvanên ontolojîk, hiqûqî û siyasî ye.

Qonaxa yekem: naskirina hebûn û nasnameya Kurd di asta ontolojîk de ye. Bêyî ku ev qonax pêk bê, nîqaşên hiqûq, destûr û maf bi awayekî neçarî di nav mantîqa naskirina dewlet-navendî de dimînin girtî.

Qonaxa duyem: li ser bingeha vê qebûlkerdina ontolojîk, avakirina zemîneke hiqûqî û destûrî ye ku beşdariya rêxistinkirî û dilxwaz a Kurdan di sîstemê de misoger bike.

Qonaxa sêyem: rêveberiya xwe ya Kurd bi rêya siyaseteke demokratîk, li ser bingeha xwe-rêxistinkirinê di nav vê sîstemê de ye. Ger ev sê ling bi hev re neyên girtin, rêbaza Rêberî tê parçekirin; naskirina ontolojîk an bi refleksên milliyetgeriyên kevnar wek “ji dewletê vekişîn, ji statûyê vekişîn” tê xwendin, an jî bi nêrîna lîberal a navîn-sinifî vediguhere nav lîsteyeke daxwazên mafan. Lê nêzîkatiya Rêbertî, hemû daxwazan di hundirê xwe de digire, lê bi naskirina ontolojîk dest pê dike û tevahî ye. Her xwendineke ku vê rêbazê di demê de parçe dike, ji fêmkirina Rêbertî zêdetir wê kêm dike.

JI DARVEKİRİNÊ HETA MASEYA ÇARESERIYÊ, WATEYA DÎROKÎ YA ŞIKESTINA ONTOLOJÎK

Karaktera dîrokî ya înkara ontolojîk bi awayê herî zelal di bersivên Tirkiyeya modern a li hember serhildanên Kurd de tê dîtin. Di navbera 1925–1938’an de serhildanên Kurd û encamên wan ên ku Rêbertî gelek caran bal kişandiye ser wan, bi awayekî zelal nîşan didin ku hebûna Kurd di dîroka Tirkiyeya modern de çawa hatiye cihgirtin.

Ji Şêx Seîd heta Agirî, ji Dêrsim heta Zîlan, tiştê hevpar di van şikestinan de ev e: hebûna Kurd ne wek muhatabeke siyasî, lê wek gefeke ku divê were tunekirin hatiye dîtin. Serhildan bi rêbazên leşkerî hatine tepisandin, rêber hatine darvekirin, gel bi qirkirinên girseyî û sirgûnê hatiye bêdengkirin. Ev pêvajo ne tenê wek polîtîkayeke ewlekariyê ya sade an refleksa dewletê tê xwendin. Ya qewimîne, sazîbûna înkara ontolojîk a hebûna Kurd bi destê dewletê ye. Dewlet ne tenê hebûna Kurd nas nekiriye, lê di heman demê de wê wek hêmaneke “ku divê tune bûya” di dîrokê de kod kiriye. Bi vî awayî înkar ji helwesteke siyasî ya demkî derbasî rejîmeke hebûnê ya domdar bûye.

Dema ku ev paşxana dîrokî bê hesibandin, gotina Rêbertî ya “Min ji darê îdamê maseya çareseriyê ava kir” ji çîrokeke serkeftina siyasî ya asayî derdikeve. Ev gotin îşaretekê dide şikestineke ontolojîk ji bo hebûna Kurd. Di înkarê de ontolojî heye, û asta hatî ev e: şikandina vê ontolojiya înkarker.

Ji ber ku cara yekem pirsgirêka Kurd ne wek serhildaneke ku divê bê tepisandin, lê wek mijareke ku divê bê axaftin, muzakere kirin û çareserkirin hatiye qebûlkirin. Ev qebûlkirin tê wateya ku înkar bi temamî bi dawî nebûye, lê mutleqbûna înkarê hatiye şikandin. Avakirina komîsyoneke çareseriyê di nav Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê de û çûyîna vê komîsyonê bo Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêbertî re, hem sembolîk e hem jî wateyeke dîrokî digire. Dewlet cara yekem neçar ma ku hebûna Kurd ne bişîne qada tunebûna mutleq, lê wek muhatabekê nas bike. Ev gav nîşan dide ku di ontolojiya înkara dewletê de şikestinek çêbûye. Înkara ontolojîk cara yekem dest bi parçekirinê kiriye. Qebûlkirina ontolojîk a hebûnê têkoşînê vediguhezîne qonaxeke nû, lê peywira û berpirsiyariya esasî tam li vir dest pê dike. Ji ber ku garantiya jiyan, meş û pêşeroja gel ne tenê destûra bingehîn û ne jî tenê qanûn in. Hiqûq tenê li ser îradeyeke rêxistinkirî wate digire. Garantiya rast a jiyanê, hebûna xwe bi xwe, xwe-rêxistinkirina xwe, domdarkirina îradeya xwe û bi rêya rêxistinkirinê xwe bir pêşerojê ve birin e. Her naskirineke ku bi rêxistinkirinê ve neyê piştgirîkirin, demkî û şikestî ye. Ya mayînde ew e ku hebûn bi lingên xwe li ser xwe bisekine, kapasîteya wê ye. Lê belê tam li vir qonaxa herî zehmet dest pê dike.

Ji ber ku şikestina înkara ontolojîk bi awayekî otomatîk tê wateya qebûlkirina ontolojîk nabe. Rûniştina dewletê li ser maseyê tê wateya ku dewlet hebûna Kurd bi temamî nas kiriye nabe; tê wateya ku înkar êdî wek berê nayê domandin. Ji ber vê yekê xeta ku Rêbertiyê xêz kiriye, muzakereyê bi tenê wek “çareserî” nabîne. Balê dikişîne ser vê yekê ku têkoşîna esasî piştî vê eşika ku înkar hatiye rawestandin dest pê dike. Ya zehmet ne ew e ku înkar bi rêbazên leşkerî bê domandin; ya zehmet ew e ku nasnameya ontolojîk a hebûna Kurd bi rastî bê qebûlkirin. Ev qebûlkirin ne bi metnên hiqûqî û ne jî bi maddên destûrî dikare were peydakirin. Ji ber ku li vir mijar ne naskirina statûyê ye, lê qebûlkirina meşrûtiya hebûnê ye. Qebûlkirina ontolojîk tê wê wateyê ku hebûna Kurd ne wek tiştekî toleransa siyasî ya demkî, lê wek mijareke civakî ya mayînde û meşrû were dîtin. Hiqûq, destûr û qanûn di warê pirsgirêka Kurd de bêwate nînin, lê bêyî naskirina ontolojîk ev qad li şûna ku çareseriyê bînin, vediguherin nav formên nû yên înkarê. Ji bo hebûneke ku nehatiye naskirin, hiqûq ne azadker e; ew xwedî fonksiyoneke rêvebirin û sînordarkirinê ye.

Her vesazîbuyînekê hiqûqî ya ku bêyî qebûlkirina ontolojîk a ziman, dîrok, nasname û şêwaza jiyana Kurdan were kirin, mantîqa naskirina dewletê ya klasîk ji nû ve hilberîne, ne mantîqa vesazîbuyînê ye.

Ji ber vê yekê hiqûq dikare encama qebûlkirina ontolojîk be, lê nikare li şûna wê were danîn. Ji ber vê yekê avakirina maseya çareseriyê ne dawî ye, destpêkek e. Ji darê îdamê heta maseya çareseriyê hatina, cara yekem e ku hebûna Kurd di asta ontolojîk de xuya dibe. Lê ev xuyabûn bi xwe mayînde nîne; heta kûr neyê kirin, ji nû ve ji rejîmên înkarê re vekirî dimîne.

AVAKIRINA QEBÛLKIRINA ONTOLOJÎK, XWE-RÊXISTINKIRIN, XWE-PARASTIN Û SİYASETEKE DEMOKRATÎK

Ji darê îdamê heta maseya çareseriyê hatina, tê wateya ku hebûna Kurd cara yekem di asta ontolojîk de xuya bûye. Lê ev xuyabûn bi xwe mayînde nîne. Rawestandina demkî ya înkara ontolojîk tê wateya ku hebûn hatiye garantîkirin nabe. Berevajî vê, ev eşik, qonaxa herî krîtîk û herî zehmet a têkoşînê ye ku dest pê dike. Ji ber ku kêliyên ku înkar bi awayekî demkî paşde kişiyaye, kêliyên dîrokî yên şikestî ne ku tê de hebûn an bi awayekî mayînde tê avakirin an jî ji nû ve radestî rejîmên înkarê tê kirin. Ji ber vê yekê mijara bingehîn a ku Rêbertî bi israr li ser disekine ev e: ne ji dewletê mafên kopandin û ne jî bi vesazibunên di nav sîstemê de razîbûn e.

Mijara esasî ew e ku hebûna Kurd li ser bingeha xwe ya ontolojîk ji nû ve were avakirin. Ev avakirina nû tê wateya ku hebûn ji naskirina derve neyê girêdan. Hebûn tenê dema ku bibe îradeyeke civakî ya xwe-hilberîner, xwe-domdar û xwe-parêz, dikare garantiya ontolojîk bigire. Li vir xwe-rêxistinkirin di navenda têkoşîna ontolojîk de cih digire. Xwe-rêxistinkirin ne tenê mijara temsîliyeta siyasî an avahiyên sazî ye; ew mekanîzmaya bingehîn a ku domdariya îradeya civakî misoger dike ye. Hebûneke bê rêxistin, tew jî bi awayekî demkî were naskirin jî, nikare mayînde bimîne. Ji ber ku bê rêxistinkirin, kapasîteya xwe-ji nû ve hilberandina hebûnê tê tunekirin.

Tecrûbeya dîrokî ya hebûna Kurd bi awayekî zelal nîşan dide ku ne naskirin, lê rêxistinkirin e ku mayîndetiyê peyda dike. Mijara xwe-parastinê jî divê di vê çarçoveyê de were girtin. Li vir ne tê wateya têgîna parastina leşkerî ya teng e. Xwe-parastin îradeya parastina hebûnê û misogeriya domdariya wê ye. Di dîrokê de her carê ku hebûna Kurd bêparastin hatiye hiştin, li hember polîtîkayên înkar û tunekirinê vekirî maye. Ji ber vê yekê xwe-parastin neçarîya ontolojîk e. Xeta xwe-parastinê ya ku bi awayên demokratîk, civakî û siyasî tê avakirin, ne tenê hebûnê diparêze, di heman demê de têkiliyeke veguherîner a li hember dewletê jî misoger dike. Ji bo ku ev veguherîn pêk bê, taybetmendiya têkiliya bi dewletê re diyarker e.

Hebûna Kurd nikare di nav dîlemaya “dijminê mutleq ê dewletê” an “teslîmiyeta tam” de were girtin. Qebûlkirina ontolojîk bi awayekî demokratîk pêş dikeve. Ev têkilî îdîaya desthilatdariya mutleq a dewletê dipirsîne, lê civakê ne di bin bêdewletiyê de dihêle. Her ku îradeya neteweyî-civakî ya gelê Kurd xurtir dibe, têkiliya bi dewletê re jî ji bingeha bindestiyê derdikeve û li ser bingeha muzakereyê, sînordar û veguherîner cih digire. Ji ber vê yekê çareserî ne tenê berhevkirina hevdîtinên li dora maseyê ye. Çareserî bi avakirina hêza xwe ya ontolojîk a hebûna Kurd wate digire.

Her xuyabûneke ku bi xwe-rêxistinkirin, îradeya civakî, xwe-parastin û siyaseteke demokratîk kûr neyê kirin, şikestî ye. Têkoşîna esasî piştî vê eşika ku înkar hatiye rawestandin dest pê dike. Wekî ku Rêbertî bi israr li ser disekine: mijar ne ew e ku ji dewletê tiştekî were kopandin, lê ew e ku hebûna Kurd li ser bingeha xwe ya ontolojîk ji nû ve were avakirin. Dema ku ev yek bi ser bikeve, çareserî ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya avahiya siyasî û civakî ya Tirkiyê jî wê xwedî taybetmendiyeke veguherîner bibe.

Hakkı TEKİN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: careseriDarvekirinDemokrasiKurdRêbertîTirk
Önceki yazı

Li Başûrê Suriyê Pêşketinên Ewlekarî, Leşkerî û Civakî- 1

Sonraki Haber

Dewleta Tirk û Gavên Hêzên Derveyî Normê yên Niha

Benzer Haberler

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk
Analîz Siyasî

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

4 June 2026
Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Sonraki Haber
Dewleta Tirk û Gavên Hêzên Derveyî Normê yên Niha

Dewleta Tirk û Gavên Hêzên Derveyî Normê yên Niha

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    748 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist