• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Faaliyetên Leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê Berdewam Dike– NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji pêvajoyên perwerdehiya kadroyê yên li ser îstîxbaratê yên ku li kampên veşartî yên li Rihayê tên kirin, heta perwerdehiya balafirên bêmirov û parastina hewayî ya li bejahiya Hamasê, têkiliyên bi HTŞ’ê re û seyrûsefera civînê ya bi rêya Otela Forseason a Şamê, stratejiya Tirkiyê ya Sûriyê ne tenê leşkerî, di heman demê de aliyên wê yên demografîk û îstîxbaratê jî eşkere dike.

Yayınlayan Lekolin
29 December 2025
Kategori: Nûçe
240 18
A A
Faaliyetên Leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê Berdewam Dike– NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Faaliyetên leşkerî û îstixbaratî yên Tirkiyê li Sûriyê bi rêya peywendiyên ku bi komên xwecihî yên li qadê re hatine avakirin, alîkariyên teknîkî yên Ukraynayê û kanalên hevkariyê yên nû yên ku bi Şamê re hatine çêkirin, asteke piralî bi dest xistine. Di vê çarçoveyê de, ji pêvajoyên perwerdehiya kadroyê yên li ser îstîxbaratê yên ku li kampên veşartî yên li Rihayê tên kirin, heta perwerdehiya balafirên bêmirov û parastina hewayî ya ku li bejahiya Hamasê tên kirin, têkiliyên bi HTŞ’ê re û seyrûsefera civînê ya bi rêya Otela Forseason a Şamê, stratejiya Tirkiyê ya Sûriyê  ne tenê leşkerî, di heman demê de aliyên wê yên demografîk û îstixbaratê jî eşkere dike.

PERWERDEHIYA BALAFİRÊN BÊ MİROV Û PIŞTGIRIYA UKRAYNAYÊ LI BAŞÛRÊ HAMAYÊ

Weke ku tê bîra we, me di nûçeya xwe ya taybet a 3’ê Kanûna 2025’an de diyar kir ku di derbarê peymana perwerdehiya leşkerî ya di navbera Ukrayna û Hikûmeta Demkî de gavên nû hatine avêtin û di vê peymanê de bi serokatiya Ebû Emşa ya di bin kontrola MIT de, ji bo bikaranîna balafirên bêmirov ên Ukraynayê perwerdekirina Tûgaya 62. cih digre.

Li ser va agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistî, hat zanîn ku hêzeke herêmî ya ji 400 kesî pêk tê di nava Tûgaya 47’an a berê de bi balafirên bêmirov û alavên sînyalê yên Tirkiyê hatine perwerdekirin. Tûgaya 47’an yekîneyeke leşkerî ye di artêşa Sûriyê de ye (Artêşa Erebên Sûriyê) ku li gundewarê rojava yan başûrê bajarê Hemayê bi cih bûye. Gelek caran weke Baregeha Tûgay a 47 tê binavkirin û xaleke leşkerî ya girîng a hêzên rejîmê ye. Dewleta Tirk bi piştgiriya Ukraynayê perwerdeya parastina hewayî dide HTŞ û çeteyên El Emşat. Li gorî agahiyên ku me wergirtine, li ser pergala parastina hewayî ya 35 ML.M ya li tankê perwerde tê dayîn. Tê zanîn ku ev pergal dikare bi radara Mak heta 4 km hedefan tespît bike. Hat ragihandin ku wan cebilxane bikar anîne ku dikarin di deqeyekê de 1100 guleyan bi radarên Akîre biteqînin û bi sê cureyên cebilxaneyan piştgirî dane wan. Hat diyarkirin ku tîmeke ji 30 kesan ji Ukraynayê bi ezmûna xwe ya avakirina balafirên bêmirov beşdar bûne û ev perwerde ji bo hedefgirtina dewriyeyên Rûsyayê, pêşîgirtina pêşveçûna hêzên Rûsyayê li bejahiya Hemayê û çêkirina kaosê li herêmê hatiye kirin.

KAMPA URFA Û PERWERDEYA ÎSTIXBARATA VEŞARTÎ

Weke Lekolin.org, ku me di dosyaya xwe ya bi navê “Li Qampa Riha’yê Perwerdeya Îstîxbarat a Veşartî – NÛÇE TAYBET” de diyar kir, ciwanên Sûriyeyî di kampên Tirkiye yên li Rihayê hatiye ava kirin de ji malbatên xwe tên veqetandin û dikevin nava pêvajoya perwerdeya leşkerî û îstixbaratê. Di nûçeyê de me diyar kir ku di navbera sala 2014-2017’an de bi sedan endamên DAIŞ’ê bi rêya Hawar Kilis, Riha û Antep – kampên “koçberên Suriyê” hatine birêxistinkirin û ber bi erdên Rojava ve hatine rêkirin û di pêvajoya nû de stratejiyeke îstîxbaratê ji aliyê MIT’ê ve hatiye qebûlkirin.

Di dosyaya malpera me ya bi navê “Stratejiya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û Çalakiyên Perwerdeya Leşkerî – DOSYA TAYBET” de, me diyar kir ku efser û leşkerên ku ji rejîma berê ya Sûriyê qut bûne li baregehên leşkerî yên li Tirkiyê hatine perwerdekirin û ev kadro wek alternatîf an paralelê hêzên leşkerî yên HTŞ’ê re hatine dîtin. Ji ber vê yekê perwerdeya îstîxbaratê ya li kampa Rihayê û bernameyên perwerdehiya leşkerî ya asta bilind li ser xaka Tirkiyê weke avahiyeke temamker hatiye dîzaynkirin.

CİVÎNA OTÊLA FORSEASON: HEVDÎTİNÊN MÎT-HTŞ

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, di 8’ê Kanûna 2025’an de saet di 19:30’an de li Otela Forseason a Şamê civînek hate lidarxistin. Hat ragihandin ku di vê civînê de rayedarên MÎT, nûnerên HTŞ û rayedarên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê hatin cem hev. Di wê çalakiyê de 7 leşkerên MÎT’ê, Serokê Erka Sûriyê Lîwa Elî Nasan, Ömer Önal ji rayedarên MÎT’ê, berpirsekî leşkerî yê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Hisêne El-Selame, Serokê îstîxbarata Sûriyê û 4 leşkerên hêzên hewayî yên Tirkiyê amade bûn. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku li ser peymanên leşkerî û ewlehiyê, 50 leşkerên Sûriyê yên li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin û her wiha hilbijartina leşkerên nû yên ji bo perwerdeya îstîxbaratê û beşdarbûna leşkerên pispor ên perwerdeya leşkerî ya li Tirkiyeyê hatiye nîqaşkirin. Li gorî agahiyên ku me wergirtî, piştî hevdîtinê heyeta Tirk plan kir ku bi Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Wezîrê Karên Hundir Enas Xetab re hevdîtinê pêk bîne. Di dosya me ya bi sernavê “Dagirkeriya Demografîk a Tirkiyê ji Efrîn heta Ruknedînê – DOSYA TAYBET” de ya li ser malpera me hûrgiliyên li ser mijarê cih digre û me diyar kir ku Otêla Forseason ne tenê mazûvaniya vê civînê kiriye, di heman demê de civînên têkildarî destwerdanên demografîk ên li Efrîn û Rukneddîn jî li dar xistiye.

Asta koordînasyona leşkerî û têkiliyên di navbera dewleta Tirk û HTŞ’ê de zêde bûye û çeteyên girêdayî HTŞ’ê niha ji dagirkeriya Tirk perwerdeya leşkerî dibînin. Lê xala balkêş a ku ji agahiyên herî dawî yên li jor hatine behskirin derdikeve holê ew e ku dewleta Tirk perwerdeya leşkerî ya hewayî dide komên çete yên girêdayî ANS û HTŞ’ê; Ev tê wê wateyê ku çete asta pisporiya xwe zêde dikin û wan ji bo hin şeran amade dikin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DAIShtşMITPerwerda LeşkerîRusyaSamSURIYETIRKIYEUkrayna
Önceki yazı

An Entegrasyon An Operasyon!

Sonraki Haber

Peyama Sersalê ya Rêber Abdullah Ocalan: Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk Ne Tenê Hilbijêrek e!

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Ji Rêber Apo Peyama 25’ê Mijdarê

Peyama Sersalê ya Rêber Abdullah Ocalan: Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk Ne Tenê Hilbijêrek e!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist