• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Jin

Ji Rêber Apo Peyama 25’ê Mijdarê

Rêber Apo di çarçoveya 25’ê Mijdarê de peyamek şand û got. “Tu hemleyên azadiya civakî yên jinan negirin navenda xwe, nikarin bibin şoreşek rasteqîn.”

Yayınlayan Lekolin
25 November 2025
Kategori: Jin, Nûçe
240 15
A A
Ji Rêber Apo Peyama 25’ê Mijdarê
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Rêber Apo bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê peyamek da. Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye:

“Civak ne avaniyeke çînî ya ji yek tebeqeyê ye, civak qadeke têkoşînê ya li ser bingeha zayend e, dîrokî ye û ji gelek tebeqeyan pêk tê. Pirsgirêka destpêkê û ya herî mezin a mirovahiyê şoreşa dijber e, ku bi kolekirina jinê re destpê kir û êriş bir ser civakîbûna li dora jinê ava bûye. Tundiya li nava malbatê, kuştina jinan, zexta baviksalariyê ya heyî, hemû jî nîşane û dewama vê êrişa dîrokî ne. Avaniya kastîk a ku êriş bir ser komunalîte û civakîbûna li dora jinê, piştre li Mezopotamyayê veguherî meclîsa xwedayan, rahîbên Sumeran û ji wir jî veguherî fîrewn û qralan, bi vî rengî zexta baviksalariyê ya li ser civakê daîmî kir.

Di vê serdemê de jin madeya xav a herî hêja ya kapîtalîzmê ye. Bedena wê tê firotin, kesayetiya wê pêşkêşî bazarê tê kirin. Jin a ku ruhê wê jî ji aliyê mêr ve hatiye dagirkirin, bi vî xençerê koletiyê dijî ku mejiyê baviksalarî li pişta wê xistiye. Hiyerarşiya civakî ya bi serweriya mêr ku ji aliyê şerê şaristaniyê yê hezaran salî ve hate afirandin, tundî û şer bi xwe re tîne. Şaristaniya mêr a bi dewletê ziman, hilberîn, bedena jinê, piştre jî civak jê standiye. Heta ku ev rastî neyê dîtin ji bo azadiyê gav nikare bê avêtin.

Rewşa bi pirsgirêk a ku sîstema bi serweriya mêr xistiye nava jinan divê bê fêhmkirin û çareserkirin. Dema ku mirov kuştina jinan, tundiya li nava malbatê, tundiya li jinê, mêtingeriya ji ber cihêkariyê bînin ber çavên xwe, hingî asta koletiyê ji texmînan bêhtir mezin û bilind e. Jin bi temamî hatiye xistin. Rastiya wê hatiye berevajîkirin. Ew xirxalên ku jin ji bo xeml û rewşê bi xwe ve dikin, ew xizêmên ku bi pozê xwe ve dikin, hemû jî nîşaneyên koletiyê ne ku ji dîrokê û vir ve hatine. Li nava modernîteya kapîtalîst koletiya jinê hîn kûr bûye, sîstemê jin veguherandiye amûreke bazarê û xemilandinê. Ji bo rizgariya ji vê koletiya bi rêk û pêk, ji bo azadiyê pêwîstî bi kûrbûneke mezin û rêxistiniyê heye.

Ti ji pêngava azadiyê ya civakî, heta ku azadiya jinê neke esasê xwe nikare bibe şoreşeke rasteqîn. Têkiliyên navbera jin û mêran gelekî metirsîdar dibînim. Me azadiya jinê ji xwe re kir esas û bi vî rengî têkilî nirxand. Beşa herî mezin a karên me, karên jinê ye. Girîng e ku têkilî û nakokiya navbera jin û mêr bê fêhmkirin. Me, serweriya mêr a ku azadiya jinê asteng dike û jinê bi her awayî dike kole analîz kir, nirxand. Me sosyolojiya azadiyê afirand. Eşkere ye ku jinbûyîn zehmet e, rizgarî jî ne hêsan e lê belê divê jin vê yekê bi wêrekî bike. Ji bo xençerê serweriya mêr ê li pişta mirovahiyê ketiye bê derxistin û jiyaneke azad û demokratîk bê avakirin, divê pêşengiyê bike.”

Rêber Abdullah Ocalan

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: 25'ê MijdarêAzadîjinjiyanPeyamRêber APO
Önceki yazı

Çirûska Şerê Navxweyî: Hikûmeta Colanî Cûdakirinê Kûrtir Dike

Sonraki Haber

Bê Îstîqrariya CHP’ê

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Bê Îstîqrariya CHP’ê

Bê Îstîqrariya CHP’ê

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist