Dewleta Tirk a dagirker piştî ketina rejîma Şam’ê, pêngavên wê yên stratejîk ên desteserkirina herêmên Heleb’ê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de MÎT, di destdirêjiya bingeha ragihandina leşkerî ya Heleb’ê de rolek mezin dileyize.
Beriya niha jî wek Lekolin.org ku di Nûçe Taybet ya 16’ê Hezarîn’ê de dabû diyarkirin, şandeyek rêveberiyên asta jor ya MÎT’ê bi erkdarên hikûmeta demkî re serdana Beşa Ragihandinê ya Leşkerî ya li Heleb’ê kirin. Di vê serdanê de komîteyek taybet ji bo tamîrkirin û vesazkirina amûrên çavdêrî hat avakirin. Talîmata bicihkirina bircên çavdêriyê li taxên Heleb’ê û şopandina telefonên bi gûman ji komîteyê re hat dayîn. Erkdarên MÎT û HTŞ’ê, beriya niha plana xebitandina birca ragihandinê ya li Hamdaniyê ku girêdayî Rusya ye kirin.
MÎT BERÊ XWE DA BİNGEHA DÎJÎTALÊ
Hevsengiya hêzên Heleb’ê, ji operasyonên leşkerî zêdetir berbi bingeha dîjîtal diçin. Li gorî agahîyên ku me girtî, li dû taxên Heleb’ê ji aliyê MÎT’ê amûrên çavdêriya ragihandinê hat bicihkirin. Bi cihkirina van amûran li herêmê rê li ber metirsîyên ewlekariyê re vekir. Komek teknîkê ya girêdayî MÎT’ê, bi navbeynkariya Walîya Heleb’ê Ezam Xerîb, li Taxa Heleb’ê ya Nû û Taxa Hemdaniyê, sîstemên Deep Packet Inspection (DPI) û IMSI Cathcer hat danîn.
Bİ BAHANEYA TAMÎRKİRİNA TEKNÎKÊ SAZKİRİNA AMÛRAN
Li gor agahiyên me girtî, hat ragihandin ku operasyon bi bahane ya tamîrkirina amûran pêkhatiye. Armanca van amûran, bi şopandina hevdîtinên telefonê û peyaman qezençkirina sîxûran û heman hemê de kesên dijberê MÎT û hikûmeta Şam’ê diyarbikin. Sîstema DPI dema trafîka înternetê bi kûrahî analîz dike, IMSI Catcher jî zanistên nasnameyên telefonan digre û dihêle ku bikarêner were şopandin.
Rapora teknîkê ya ji aliyê Saziya Ragihandina Heleb’ê hatî amadekirin, trafîka daneyan tê rêkirina IP’yên Tirkiyê û da zanîn ku tor jî lewaz dibe. Hişyariyên ku ji aliyê endezyarên saziyê hatî dayîn, piştî bicihkirina amûran hemû axaftin û herikîna daneyan ji aliyê çavkaniyên ji derve ve dikare were gûhdarkirin. Di heman demê de jî lewazbûna torê jî hat dîtin; ev jî pirsgirêke ku têkîliya rojane ya gel raste rast bandor dike.




