Di rojên dawî de gotineke xerîb lê ewqasî xeternak tê belavkirin: Bi awayekî ku ABD û Îsraîl dixwazin ji Kurdan re dewlet an statû bidin, lê astengdarê vê yekê bi xwe Tevgera Azadiya Kurd e…
Di nihêrîna pêşîn de jî ev îdîa mîna tinazîkirina bi aqilê mirov xuya dike. Lê mijar ne rastî ye; mijar afirandina hêşmendi ye. Ji ber ku ev cure gotin ne ji bo ravekirina rastiyê, lê ji bo serûbinîkirina rastiyê têne çêkirin.
Niha em eşkere biaxivin.
Ma Kurd statû naxwazin?
Ev pirs bi xwe jî ji cidiyetê dûr e. Gelê Kurd ji sed salan vir ve ji bo çi têdikoşe?
Ji bo parastina ziman, nasname û hebûna xwe gelek bedel daye; armanca vê hemû bedelan çi ye? Daxwaza statûyê ne bijareya vî gelî ye, ew neçarîya dîrokî ya vî gelî ye. Înkarkirina vê rastiyê an nezanî ye an jî qestî çarpıtma ye.
Pirsê rast ê ku divê were pirsîn ev e:
Eger bi rastî hêzên hegemon dixwestin Kurd statû bi dest bixin, ma em ê nimûneyeke şênber ya vê yekê nebînin?
Me dît jî. Di sala 2017’an de referanduma Başûrê Kurdistanê tam ezmunekê wiha bû. Gel îradeya xwe anî ziman. Piraniya mezin got serxwebûn. Paşê çi qewimî?
Tiştê ku qewimî: Tişt tune.
Wêrankirineke mezin û di çend saetan de windahiyên mezin… Ne piştgiriyeke navneteweyî ya cidî hat, ne jî ev îrade hate naskirin. Berovajî wê, piştî referandumê Kurd bi tenê hatin hiştin. Ev tablo ji me re eşkere nîşan da: Di sîstema navneteweyî de tenê rastbûn têrê nake; divê hêzdar û rêxistinkirî bin. Ji ber ku ew sîstem ne bi edaletê, lê bi berjewendiyan dixebite.
Rewşeke wekhev jî li Rojavayê Kurdistanê jî çêbû.
Dema herkes li hemberî barbarîya DAÎŞ’ê paş ve kişiya, Kurdan bi navê mirovahiyê berxwedan kir. Bi hezaran ciwanên jin û mêr şehîd bûn. Belavbûna barbarîya DAÎŞ’ê hate astengkirin, ew têk hat. Kurdan modelek nû ji bo hemû gelên herêmê û Rojhilata Navîn derxistin pêş. Ev model ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên herêmê û Rojhilata Navîn bû hêviyek.
Encam çi bû?
Hê jî naskirin tune. Hê jî garantiyeke navneteweyî tune.
Yanî mijar ne ew e ku “kî çi heq dike”, lê ew e ku “kî bi çi berjewendiyê piştgirî dide”.
Li vir jî rûyê wê gotina navdar derdikeve holê:
“ABD û Îsraîl dixwazin ji Kurdan re statû bidin lê Kurd naxwazin.”
Ev hevok ne analîz e, propagandeke gewr e.
Armanca wê eşkere ye:
Têkoşîna azadiya Kurdan bêrûmetkirin, serê gel tevlihev kirin û berpirsiyariya hêzên derve nedîtbar kirin. Bê guman di nav gel de hêvîdar hene. Yên ku dibêjin “belkî vê carê piştgirî were” hene. Ev rewş tê fêmkirin. Lê dîrok gelek caran nîşanî me da: Hêzên mezin azadiyê nadin gelan, tenê hevsengiyên ku xizmetê li berjewendiyên xwe dikin ava dikin.
Ji ber vê yekê rastî ev e:
Statûya Kurdan ne li Washingtonê, ne li Tel Avîvê û ne li paytextên din ên dinyayê wê were nivîsandin. Statûya Kurdan li Amedê, li Hewlêrê, li Qamişloyê, li Mehabadê, yanî di îradeya gel bi xwe de, di yekîtiya wî de wê were şekildan.
Rêya din a vê karî tune ye.
Îro divê em ne pirsa “kî çi dide me” bikin; divê em bersiva pirsa “em hêza xwe çiqas mezin bikin” bidin.
Ji ber ku dîrok pir zelal dibêje:
Gelên bêrêxistin tên jibîrkirin.
Gelên parçe têne bikaranîn.
Lê gelên rêxistinkirî nikarin bên înkarkirin.
Naveroka pirsgirêka Kurd jî tam li vir di girêkê de ye.
Yekîtî, hişmendî û biryardarî…
Eger ev hene, statû neçar e.
Eger ev tune bin, piştgiriyên herî xurt jî encameke mayînde çênakin.
Azadî tu carî diyariyeke ku hinekan dide tune ye.
Azadî tê standin.
Û tenê gelên rêxistinkirî dikarin wê bistînin.
Gelê Kurd jî bi têkoşîna xwe ya biryardar û rêxistinkirî bê guman wê vê yekê bi ser bixe.
Ronî SERHED





