Dewleta Tirk ku li Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriyê krîz û kaosê derdixe, gefên êrîşê li ser Rojava didomîne û li qadê amadekariyên êrîşê bi lez dike. Malpera me Lekolin.org berê di nûçeyeke taybet de amadekariyên êrîşên bejahî yên komên çete yên girêdayî MÎT’ê li ser Deyr Hafır û herêmên ku ew lê bi cih bûne eşkere kiribû.
Her wiha li gorî agahiyên ku me wekî Lekolin.org bi dest xistine, di 28’ê Tîrmeha 2025’an de, rayedarên MÎT’ê û efserên Tirk heremên Helebê ziyaret kirin û bi komên çete yên wekî Ehrar El Şerqiye (Tûgaya 86.), El Emşat (Tûgaya 62.) û komên din re civîn lidar xistin.
Hat zanîn ku di van civînan de serçeteyên wekî Ebû Hatim Şeqra, Ebû Usama Elşiwêxî û Ebû Elî Elserawî amade bûn.Artêşa Tirk û hêzên komando yên girêdayî wê piştgiriya leşkerî dişînin eniyên şer, di heman demê de ji bo komên çete yên girêdayî xwe çekên sûîqestê, wesayîtên leşkerî, malzemeyên lojîstîk û cil û berg dabîn dike.
Di civîna MÎT’ê de, ji çeteyan hat xwestin ku ji bo operasyoneke dagirkirinê ya ku di demeke nêzîk de li rojhilatê Firatê dest pê bike, amade bin. MÎT’ê di civînê de ji serçeteyan re ragihand ku peymana bi QSD’ê re hatiye îmzekirin betalkirî ye û ev operasyon dê di sê qonaxan de (Serêkaniyê, Girê Sipî, çolterên Reqa û Dêrazorê) were kirin.
Her wiha, hat diyarkirin ku MÎT dê hucreyên xwe yên veşartî yên li çolterên Dêrazorê, Şeddade, Til Hemis û Çiyayê Kevzanê bixe nav tevgerê. Li herêmê, bi taybetî li derdora Reqa, Tebqa û Deyr Hafırê, tevgera leşkerî ya giran tê pejirandin, di heman demê de bi navê eşîran li dijî QSD’ê propaganda şer bi berfirehî tê belavkirin.
KOMÊN ÇETE YÊN LI ENIYA TIŞRÎNÊ BI CIH BÛNE
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, li derdora Bendava Tişrînê, koma çete ya bi navê Cund El-Heremeyn a bi serokatiya Usame Benawî, piştî beşdarbûna şerê Suveydayê, Tûgaya El-Weqas li Ebû Qelqel, Mesteha, Secera û Cebel Neîmiye cihên xwe nû kiriye.
Koma Cund El-Heremeyn li hin xalan bi cih bûye, lê koma wê û serokê wê Îbrahîm Benawî niha tenê li gundê Xerbet El-Rusê ne.
Li gorî talîmatên MÎT’ê, herêmên ku Tûgaya El-Weqas lê bi cih bûye ev in: Cebel Im Ei-Seric, operasyona artêşa Tirk a li Xaça El-Siêdînê, Navenda Asayîşê ya li Ebû Qelqel, qerekola hevpar a li Dibistana Til Eriş, cihên tank û çekên giran, navenda çavdêriya ÎHA’yan û xetên qaçaxçîtiyê. Bi taybetî gundê Im El-Sirûc, wekî xalek stratejîk a ku ji bo êrîşên roketî li ser bendavê û xeta qaçaxçîtiyê tê bikaranîn, tê nîşandan û li vir tevgera giran balê dikişîne.
ROLA TÛGAYA EL-WEQAS Û TÊKILIYA WÊ BI MÎT’Ê RE
Tûgaya El-Weqas a bi serokatiya Seid Ebas Weqas, di 1’ê Mijdara 2016’an de hate damezrandin û bi piranî ji çeteyên Tirkmen pêk tê. Koma ku rasterast ji MÎT’ê talîmatan digire, di dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û bi taybetî Minbicê de roleke girîng lîst. Tûgayê yekîneyeke taybet a pispor di karanîna ÎHA’yan û çêkirina teqemeniyan de heye. Di 9’ê Çileya 2025’an de, hate ragihandin ku ev tûgay di çarçoveya Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Colanî de hatiye fesihkirin.
Lê belê di rastiyê de, ev kom bi perspektîfa MÎT’ê wekî yekîneyeke xweser karên xwe didomîne. Îdiaya fesihkirina komên girêdayî MÎT’ê derew e û eşkere ye ku ev kom hê jî çalak in.Tevgera leşkerî li çolterên Helebê û derdora Bendava Tişrînê nîşan dide ku Tirkiye ji bo herêmê operasyoneke berfireh plan dike. Şeva borî li bajaroka Giranij a Dêrazorê, bi navê eşîran êrîş li ser hêzên QSD’ê hatin teşwîqkirin, her wiha wekî ku malpera me berê jî diyar kiribû, li Reqa û Tebqayê hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê hatin çalakirin.




