• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Tirkiye ya di nav Pençê Îsraîl’ê de

Tirkiye her li ku derê hewil dide dest dirêjiyê bike İsraîl asteng dibe û destûr nade ku Tirkiyê gavek biavêje û pêngavek bike. Ev rewş wek leyîstokekê ye, an jî raya giştî ya di navbera Tirkiyeyê û Îsraêlê de têkiliyek dijwar heye lê ji paş ve hevkariyek tê meşandin, hîn jî nayê zanîn.

Yayınlayan Lekolin
25 December 2025
Kategori: Analîz Siyasî
253 3
A A
Tirkiye ya di nav Pençê Îsraîl’ê de
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di sala dawî de Tirkiyê li hemû cih û hemû qada xebatê ji aliyê Îsraîl ve dikeve dorpêçê. Dorpêça yekem li Derya ya Spî destpêkir; Tirkiyê ku bi Lîbya re têkilî daniye, bi rêya Misir’ê çalakîyek çêkir ku têkîliyên wê derê vala derbixe. Misir li vir hat çalak kirin, qezençkirna giraniya Tirkiyê ya di herêmê de û qezençkirina wê ya qadê ji aliyê Îsraîl’ê ve hat astengkirin. Têkilî û peymana qadê ya bi Lîbya re destpêkê zêdetir di medyayê de hatibû axaftin, lê piştre bi taybetî medyaya alîgir ev mijar di demekê de rawestand û nema ser axivî. Piştî wî Tirkiyê ji bo bersivdana vê pêngavê, da ku li Rojhilata Derya Spî çalak bibe, ji bo ku ji Îsraîl’ê re bêje ez li vir im, naçim, ji bo lêgerîna gazê li Rojhilata Derya Spî 2 keştîyan amadekir û bi propagandayek mezin bi rê xist. Bi rêketina keştiyan re gefên embargo ya Îngiltere jî destpêkir. Û keştiyên ku bi girseyek mezin derket rê û propaganda ji bo wan hat kirin, bi awayek bêdeng vegeriyan keştîgehên xwe yên berê. Medya careke din bêdeng bû. Nûçeyên li ser vê mijarê jî bi yek carî hatin sekinandin. Îsraîl li vir jî tevgera Tirkîyê vala derxist; her çiqas Îngiltere gefên embargo danibû jî em bai dizanin ku piştî vê gefê kapitala Cîhû’yan heye.

TENGBÛNA Lİ KİBRİS’Ê

Tirkiyê piştre ji aliyê Îsraîl’ê li Kıbrısê hat tengkirin. Erdoğan derket tûra xwe ya Asya’yê; bi dewletên Tirk re hevpeymanan kirin, li vir hewl da ku îtîfaqên nû avabikin. Di dawî de gava vegeriya Tirkiyê propagandayek mezin dest pê kir. Bi gotiya ‘Sêva Dor’ pêk tê, pêlekê faşîst da dest pê kirin. Gava belavbûna wê li Deryaya Spî hat rawestandin, vê carê em li Asyayê belav dibin, xewnên Enver Paşa dixwazin bicîh bînin. Îsraîl carekî din ket dewrê û bi destê Ewropayê ji bo dewletên ku Erdoğan bi wan re hevpeyman danî bû 12 milyar Euro dane da ku li Herêma Rum a Kıbrısê balyozxaneyan vekin. Vê carê ev bûyer di medyayê de cihek mezin girt, gotin em hatin xapandin, kêr li pişt me xistin. Erdoğan di dîroka xwe de gola xwe ya herî mezin ji wan dewletan xwar. Lê ev yek dê nebe gola yekemîn ku ew xwarî, ji ber ku Îsraîl pêngavên xwe berdewam kir.

Tirkiyê beramberî rêya enerjiyê ya ku Îsraîl plan kiribû, li rêya Zengezor ku li navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ye xwest wir bigre. Ev rê rêyek ku wê Tirkiyê ji Asyayê ber bi Çînê ve raste rast dê girêbide. Malên ku ji Çîn û dewletên din ên Asyayê wê werin, dê ji rêya Zengezor ve were Tirkiyê û ji vir derbazî Ewrûpayê bibe. Plan wisa bû; lê Îsraîl carekî din ket navberê û vê carê bi destê Trump xewnên Tirkiyê xelas kir. Trump serokên Azerbaycan û Ermenistanê da vexwend Amerîkayê û dest danî ser xeta Zengezorê û navê wê rêyê jî kir “Rêya Trump”. Li wir ji derveyî NYE wê kesek din ne karîba baregehan avabike û kar bike. Xeta Zengezor jî di medya alîgir de cihê xwe yê girîng girt. Propagandaya Rêya Hevrîşimê ya dîrokî bi destê Tirkiyê carek din zindî dibe hat kirin, lê encam dîsa bû wek bûyerên din. Bi awayek bêdeng ev nûçe jî ji pêş çavê gel hat kêşan. Li vir Erdoxan ji Azerbeycan’ê golek dîrokî xwar. Dirûşma xwe ya “Dû dewlet yek netew” jî taybetiya xwe ya dirûşmê winda kir. Ji wê rojê û şûnde medya ya şerê taybet ku hertim behsa Azerbeycan dikir nema behs kir. Ew bûn dû dewlet û dû netew. Di vê navberê de Azerbeycan di bûyera Kibris’ê de jî Kibris wek giştî nasdike, ji bo ku balyozxaneyek li aliyê Tirka veneke israr dike. Tirkîye ji vê rewşê jî gelek aciz bûye. Îsraîl jî li vir jî di nav pozîsyonek ku nahêle Tirkiye bêhndan û standinê bike de ye.

Tirkiye her li ku derê hewil dide dest dirêjiyê bike İsraîl asteng dibe û destûr nade ku Tirkiyê gavek biavêje û pêngavek bike. Dîsa li Kibris’ê êrîşên çeteyan di demeke kurt de bûn rojev. Buyerên kaset yên ku Hakan Fidan jî tê de bû, belav bûn. Ev bûyer jî di rastî de wekî peyamek ji aliyê Îsraîlê ji bo Tirkîyê bû. Wî got ku ger tu hewil bidî li Deryaya Spî gavek biavêjî, li Rojhilata Navîn wekî hegemoneke cuda werî pêşberî min, belgeyên ku dikarin te di rewşek dijwar de bihêlin ez xwediyê wa me. Lê bi vê bûyerê şerê Kibris bi dawî nebû, di pêvajoyên dawî de, di hilbijartinan li Kibris’ê de alîgirê Federasyonê, Turan Erhurman ku alîgirê hevpeymana Rum’a ye, bi alîkariya Îsraîl hilbijartinan qezenç kir. Ev ji bo Tirkîyê windahiyêk mezin bû. Piştî encamên hilbijartinê hatin vexwendin, daxuyaniya Devlet Bahçelî ya ku ez hilbijartinê nasnakim ji bo girîngiya bûyerê bide nîşankirin girîng bû. Herçiqas Erdoğan vê rewşê bi awayek aram qebûl kiribe jî, lê eşkere bû ku ew ne aram bû. Ew nedixwest ku di qadek a êrîşî de rastî Îsraîl’ê were. Berî vê hilbijartinê Erdoğan li NYE mêvanê Trump bu. Bi awayek aram qebûlkirina vê rewşê jî bi bûyerê re girêdayî bû. Turan Erhurman di serdana xwe ya Tirkîyê de bêyî ku bi Erdoxan re li hev bikin vegeriya Kibris’ê. Hema pişt wê li Kibris’ê bi Rum’a re hevdîtin destpêkirin û nûçeyên ku hevdîtin bi awayek erênî derbazbûne li medyayê hat belavkirin. Medya ya Tirkîyê jî van agahiyan wekî ku nûçeyekî kurt û negirînge nîşan da lê ev hevdîtin ji bo gavên federasyonê rolek pêş-muzakereyê dileyize. Bi vê bûyerê li Kıbrîsê av nesekinî. Piştî vî bûyerî ji bo peymana cihkirina kabloyan di navbera perçeya Rum a Kıbrîsê–Atîna–Îsraîl de dîroka hevdîtinê hat danîn. Îsraîl di demên dawî de girîngiyekî cihê da Kibris’ê. Ev jî Tirkîyê zêdetir bê aram kir. Ji bo parastina Kıbrîsê, li Kıbrîsê û hemû giravên Yewnanân baregeh hatin avakirin û bi çek kirin. Ji Derya Spî, Rojhilata Derya Spî, heya Deryaya Ege yê jî li dijî Tirkiyê derket. Tirkîyê ket rewşa lewazbûnê Yewnanistan jî bi hêz bû.

Yewnanistan li şûna Tirkiyê bû hevkarê nû ya DYE, li NATO yê cihê Tirkîyê jî girt. MSB li pey hev li dijî Yewnanîstanê daxuyaniyan da. Ev rewş ji aliyê nîşandana bê aramiya Tirkiyê girîng bû. Di dawiyê de li Derya Spî di navbera bi perçeya Rum a Kibris’ê û Libnanê de hevpeymana Qada Deryayî ya hatî îmze kirin di Tirkîyê de bi aciziyekê mezin hat pêşwazî kirin, lê di medyayê gelek cih nedît. Medya ya alîgir a ku hemû tiştê dizane û analîz dike, biryar da ku nûçe yan jî analîz nekir.

Û Derya Reş! Di hefteya dawî de zêdetir tevgerên girîng li Derya Reş dest pê kir. Bi taybet bi awayekî ku dijî Tirkîyê be. Destpêkê li Qada Derya ya Tirkiyê keştiyên Rûsî hatin lêxistin. Piştî wê keştiyên bazirganî yên Tirkîyeyê hatin lêxistin. Û balafirek ya bê mirov ku ji aliyê Derya Reş ve dihat ji aliyê Tirkiyê va hat xistin. Ev hemû nîşan didin ku Tirkîye ji hemû aliyan hatiye girêdan. Bi rastî Tirkîye fêm kir ku di Hindistanê de li civînê ku rêza xeta enerjiyê û Cîhana Nû hatî diyarkirin, ji derveyî pergalê maye. Ew xwestibû ku gavan bi wê alî ve biavêje lê Îsraîl van çalakiyan yek bi yek asteng kir. Tevgera yekem li 7 Cotmeh 2023’an de, bi şerên Îsraîl ên li ser Hamas hate kirin ji aliyê Tirkîyeyê bû. Piştî wê Îsraîl vê tevgerê bi awayek ciddî li dijî Tirkîyê zivirand. Û îro Tirkîye ji civîna ku ji bo Gaza hatibû sazkirin, bi vetoya Îsraêl nehate vexwendin. Ji bo ku li koalisyona navneteweyî ya ku di Gaza de derbarê wê hatî afirandin beşdar be, Tirkîye erd û ezmana hejand. Îsraîl çi ji destê wê tê dike ku Tirkîye li Gaza bi cih nebe. Li vê astê Îsraîl Tirkîyê di girêdayînê de girtîye. Di her cihê de bi Tirkîyê re şer bi rêvedibe. Û Tirkîye di her yek ji van şerande bi şikestinê derdikeve. Tirkiye di encama van şeran de li beramberî ketinekî ye. Ger pêvajoya aştî yê ya bi însiyatîfa Rêber APO hatî destpêkirin bi awayek rast nenirxîne û nigihîne encamê wê nikaribe ji hilweşînê xelasbibe.

Zinar PÎRAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AmerikaAsyaerdoganİsrailKibrisTIRKIYE
Önceki yazı

DAIŞ û El-Colanî: Dewleteke Hatî Bidestxistin

Sonraki Haber

Di Sala 2025’an de Têkoşîna Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Benzer Haberler

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe
Analîz Siyasî

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

1 June 2026
Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1
Analîz Siyasî

Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1

12 May 2026
Sonraki Haber
Di Sala 2025’an de Têkoşîna Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Di Sala 2025’an de Têkoşîna Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist