Di 23’ê Adarê de li Qamişlo Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Neteweyî ya Kurdan Misoger Dibe” pêk hat. Di konferansê de nêzî 300 delege ji aliyên siyasî, civakî, çandî û ragihandinê beşdar bûn. Roja paşîn, Platforma Çalakiyên Hevbeş ji bo piştgiriya jinên li herêmên perava Sûriyeyê daxuyaniyek bi dirûşma “Piştevaniya jinên sûriyeyî bingeha rawestandina komkujiyên li dijî jinan li peravê ye” belav kir.
Di 12’ê Nîsanê de Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Helebê forumeke şêwirê li dar xist ku tê de rola jinan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de hate nîqaşkirin. Di vê forumê de partiyên siyasî, MSD, rewşenbîr û akademîsyenên ji Heleb û Idlibê beşdar bûn.
Di 30’ê Tîrmehê de kampanyayeke piştgiriya jinên li Siwêdayê bi dirûşma “Bi hev re ji bo piştgiriya jinan li Siwêdayê ji qirkirinê” hat destpêkirin. Di heman mehê de Rêxistina Sara kampanyaya li dijî îstîsmara zayendî dest pê kir ku heya destpêka Cotmehê dewam kir.
Di Cotmehê û Mijdarê de gelek kampanya û konferansên li dijî tundiya li ser jinan, ji bo mafên jinan û piştgiriya zarokan hatin lidarxistin. Di nav wan de Konferansa 4’emîn a Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) li Qamişlo û kampanyayên Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya girîng bûn.
Di çarçoveya xebatên rêxistinî de, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongra Star li gelek bajar û kantonan pergala hevserokatiyê ji hezar û 700 kesî re şîrove kir. Her wiha şandeyên jinan ji bo gihandina deng û daxwazên jinan serdana gelek welatan kirin û di 50 civîn û hevdîtinan de beşdar bûn.
Li gorî daneyên rêxistinên jinan, di sala 2025’an de li Malên Jinan, Meclisên Edaleta Civakî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hezarên dozên girêdayî tundiya li ser jinan hatin tomarkirin, ku beşek wan hatine çareserkirin û beşek hîn di pêvajoyê de ne. Weqfa Jinên Azad jî bi hezarên semîner, perwerde û xebatên tenduristiyê piştgiriya jinan kir.
BERXWEDANA YPJ’Ê
YPJ bi artêşbûna jinan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê feraseta mêr a artêşê têk bir û rola jinan a girîng li qada leşkerî û parastinê nîşan da. Ji ber vê yekê, pêşketina YPJ’ê di qada leşkerî de jî bû pêşeng ji guhertina civakî. Artêşbûna jinê û têkoşîna wan di pêkanîna wekheviyê û zayendperestiyê ya civakî de destpêkek bû ji keşfkirina hêza jinan.
YPJ ji sala 2013’an heta niha beşdarî gelek pêngavên leşkerî bû, û di guhertin û veguhertina civakî de rolê pêşengiyê xwe rabû. Di sala 2025’an de jî, YPJ li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li Bendava Tişrînê ji bo ax û ava xwe Parastina Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê rolaxwe a dirokî pêk anî.
Şervanên YPJ’ê, ku ala şehîd Silava û Bêrîvanan li ba didin, mîna Arjîn Reşîd Merwan, Zeyneb Welat, Avzem Çiya û Ronahî Yekta xeta parastinê ya li Bendava Tişrînê xurt kirin.
Bİ HATINA COLANÎ RE REWŞA JINAN Lİ SURİYÊ
Ji 8’ê Kanûna 2024’an heya niha ve, 29 zarokên keçîn û jin ji ber êriş, teqîna bermahiyên şer, teqandina bê serûber a guleyan, tundiya malbatî, civakî û di bin navê tolê an jî şerê mezhebî de hatin kuştin. Ev sûc li Heleb, Şam, Hums, Hema, gundewarê Şamê, Dera, Tertûs, Quneytîra, Laziqiye, Siwêda û Dêrazorê (beşa di bin kontrola hikumeta veguhêz de) rû dan.
Her wiha di bûyerên li peravê û Siwêdayê de zarokên keçîn jî di nav de, 136 jin hatin revandin. Li gorî raporên ji Siwêdayê hatin ragihandin ji destpêka îsal ve 65 jin winda ne. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku ji Çileya îsal ve jin jî di nav de, 97 kes winda yan revandî ne.
HERÊMÊN DAGİRKER REWŞA JİNAN
Li herêmên dagirkirî, bi taybet Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê yên dagirkirî, sûc û binpêkirinên li dijî jinan dewam dikin. Ji ber li herêmên dagirkirî derfeta lêkolîneke bi tenduristî tune ye, hejmarên rast jî tam nayên zanîn. Lewma em tenê agahiyên ku gihîştine ber destê saziyên têkoşîna li dijî tundiyê parve dikin.
Li gorî daneyên ku Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin belge kirine, ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara 2025’an li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 25 jin hatine qetilkirin, 37 jin hatine birîndarkirin û 23 jin jî hatine revandin.
Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara îsal belge kirine, li Efrînê 14 jin hatine qetilkirin, 22 birîndar bûne (ji ber tundiyê) û 30 jî hatine revandin (aqûbeta hin ji wan ne diyar e).
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê di dema êrişan de (Di navbera Çile û Îlona 2025’an de) li Minbicê 19 jin hatine qetilkirin û 36 jin birîndar bûn. Li Efrînê jî ji ber êrişan 7 jin hatin qetilkirin û jinek jî neçarî xwekuştinê hat kirin û 3 jî birîndar bûn.
Asmîn SENAR





