14 Ekim 2010 Perşembe Saat 14:29
Li Edeneyê di çarçoveya kampayaya TZPKurdî ya ji bo perwerdehiya kurdî de li Kampusa Zanîngeha Çukurovayê (ÇU) dersa kurdî hate dayîn. Dersên kurdî ku hefteya derbasbûyî destpêkiribûn dê her hefte rojên pênçşemiyê bên dayîn.
Li Zanînde dersên kurdî li ber pola R1’ê hate dayîn. Di dersêde li ser girîngay zimanê kurdî û cihê wê di nava zimanên cihanê de hate nîqaşkirin. Pişter jî zaraveyên kurdî hatin şîrovekirin. Xebatkarê TZPKurdî Îsmet Çetîn ku dersên kurdî dide, diyar kir ku zimanê kurdî hatibû qedexekirin lê ew hewl didin ku di van salên dawî de gelek xwendekaran di warê kurdî de bigihînin.-DİHA
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info