27 Haziran 2019 Perşembe Saat 08:09
0
21
:” ”
:””
” “,
:” ”
İtifaqa AKP-MHP’ê ya ku dixwaze Kurdan qir
bike, li her çar parçeyên Kurdistanê polîtîkaya xwe ya şer didomîne. Yekem
aliyê ku firset ji bo AKP’ê dide û rê nîşan dide PDK’ye. PDK siyaseta xwe li
ser bingehê malbat û eşîretê birêve dibe, ji bo wê jî dikare her tiştî bike
qurban. Dîroka PDK ji roja hatî damezirandin û heya niha bi îxanet û xwesteka
şerê birakujiyê tijiye.
Piştî her
civînê, pêngav bi pêngav hewildanên dagirkirina xaka Kurdistanê tê plan kirin. Dewleta Tirk sala borî bi piştgiriya PDK’ê li Xakurkê Girê Lêlikanê
dagir kiribû. Îsal ji bi navê operasyona ‘’Pençe’’ dîsa bi alîkariya PDK’ê
dixwaze li Xakurkê Çiyayê Şekîf û tevahiya herêmên Parastina Medya dagir bike.
Bê guman dagirkirina dewleta Tirk tenê bi çiyayê Şekif û herêmên ku PKK têdeye
sînordar namîne. Ev jî tê wê wateyê ku, armanca wan ne tenê xilas kirina PKK’ê,
dagirkirina herêmên Kurdistanî yên ku di dema Osmaniyan de hatibun dagirkirin
ne. Tirkiye, despêkê li herêma Behdînan tevgera xwe zêde kiriye, çi dixwaze PDK
pêşengtî jêre dike. Ev hertim wisa buye.
Di
Navbera Tirkiye, Irak û PDK’ê de Pêvajoyek Nû
Ji despêka 2019’an û şunde têkiliyên Tirkiye,
Iraq û PDK ket pêvajoyek nu de. Di navbera hersê aliyan de bi taybet PDK û
rejima AKP’ê, pêlek nu ya diplomasiyê li ser dagirkirina Kurdistanê dest pê kir.
Serokkomarê İraqê Berhem Salih di 3’ê Çile
de piştî hilbijartina xwe cara yekem çu Enqerê û bi hempîşeyê xwe re ji
çapemeniyê re girtî civiya. Ji bo
careke din nîqaşkirin û zelalkirina mijarên di civîna li Enqerê de, Wezîrê Karê
Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu di 28’ê Nîsanê de derbazî Bexda bu û bi
Wezîrê Karê Derve, Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlemena İraqê re hevdîtin
pêk anî. Çawuşoglu, paşê derbazî Hewlêr bu û destpêkê bi Serokê Herêma
Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û
aliyên Tirkmen re hevdîtin pêk anî. Di berdewamiya dîplomasiya navbera herdu
aliyan de, Berhem Salih cara duyem di 28’ê Gulanê de li Stenbolê yek saet û nîv
veşartî bi Erdogan û Rêveberê MİT’ê Hakan Fîdan re runişt. Di derbarê vê civînê
de bi tu awayan agahî ne hatin parvekirin. Çuyîna Berhem Salih ya Enqerê û di
heman demê de zêdebuna êrişên dagirkeriyê li ser xaka Kurdistanê, gefên İranê
li aliyê Xinêre, bêdengiya dewletên cînar û dewletên rojavayî bi awayekî vekirî
tê wateya mohrkirina ‘’hevpeymanekî navnetewî’’ ji bo dagirkirina xaka
Kurdistanê.
Çawuşoğlu di 10’ê
Hezîranê de cara duyem ji aliyê Nêçirvan Barzanî ve bi awayekî fermî ji bo
merasîma sondxwarinê hat vexandin. Çawuşoglu, li Hewlêr careke din bi hemû
rayedarên Iraq û hukumeta başurê Kurdistanê re ku tevlî merasîmê bune yek bi
yek runişt. Çawuşoglu, piştî vegeriya Tirkiyê vê carê berê xwe da Tehranê û bi
rayedarên İranê re gelek civîn pêk anî. Herî dawî Nêçirvan Barzanî di 20’ê
Hezîranê de despêkê derbazî Bexda bu û bi Serokkomar, Serokwezîr û wezîrê Karê
derve re civiya. Barzanî, roja paştir ji Bexda yekser berê xwe da Stenbolê û bi
Erdogan re yek saet nîv ji çapemeniyê re girtî runişt. Nêçirvan Barzanî piştî
civînê ji ajansa fermî ya Tirkiyê ‘’Ajansa Anadolu’’ re axivî û diyar kir ku
‘’di navbera hukumeta Tirkiye, İraq û herêma Başur de pêvajoyek nû û dîrokî dest
pê dike’’.
Di Civînan
de Çi Mijar Hatin Nîqaş Kirin?
Her çiqasî li ser civînan tu agahiyên zelal
ne hatin parve kirin jî lê hat zanîn ku di navbera Bexda-Enqere de bi giranî
mijarên krîza Suriyê, bi hevre parastina sînorên Irak-Suriyê, vekirina deriyên
nu li ser sînoran, zêdekirina têkiliyên aborî, pirsgirêka av û ceyranê,
hinardekirin û wergirtina petrolê û arikariya Tirkiyê ji bo ji nuve avakirina
deverên di şerê DAİŞ’ê de xirabune, hatine nîqaş kirin. Her wiha di civînên
navbera Hewlêr-Enqerê de jî derfet û alîkarî dayîna Tirkiyê ku bikare di xaka
Başur de li gorî xwesteka xwe tevger bike, mijara Kerkuk û deverên bi nakuk,
şandin û wergirtina dahata petrolê û zêdekirina têkiliyên aborî hatin nîqaş
kirin. Tê gotin ku hemû civînên di navbera hersê aliyan de hatine kirin, agahiya
tu aliyên siyasî yên Kurdî û Parlemena Herêma Kurdistanê li ser nîne. Heya niha
jî di derbarê naveroka van hevdîtinan de tu agahî bi wan re ne hatine parve
kirin. Ev civîn di navbera hukumeta irak, Tirkiyê, PDK û Serokkomar Berhem
Salih de pêk hatine.
Li Behdînan Tirkiye daxwaz dike PDK pêk tîne
Piştî vebûna
deriyek nû yê diplomasiyê di navbera Hukumeta Tirkiye, Iraq û PDK’ê de, Tirkiyê
tevgera xwe li Başurê Kurdistanê zêde kir. Tê gotin ku dewleta Tirk ya dagirker
5 girên stratejîk li herêma Zaxo (Behdînan) ku 20 sale ji aliyê pêşmergeyên
PDK’ê ve tên parastin, daxwaz kirine û PDK’ê jî ev gir radest kirine. Girên ku
pêşmergeyên PDK’ê radestî leşkerên dewleta Tirk ya dagirker kirine wihane Girê
Xemgînê ku dikeve beramberî girê Baroxê, li herêma Berwariyan girê Casus ku
dikeve jora herdu gundên Qumriyê û Girika. Li herêma Zaxo 2 xalên li ser tunela
dikeve derketina Zaxo li geliyê Çiyayê Sipî.
Ji dema
hatina leşkerên Tirkiyê ya Başurê Kurdistanê di salên 1994’an ve endamên MİT’ê
li van girên stratejîk diman û herêm çavdêr dikirin. Her wiha piştî leşkerên
Tirk xwe di van giran de bicih kirin, PDK’ê hêza pêşmergeyan ya bi navê ‘’Supay
Barzan’’ ji bo parastina leşkerên dagirker erkdar kir. Ango, li herêmê rejîma
AKP-MHP’ê daxwaz dike, PDK pêk tîne.
Gelo PDK û İraq li beramberî dagirkeriyê
çi dixwazin?
Hukumeta Iraqê bi giştî ji ber şerê DAİŞ’ê
zererek mezin ya maddî ditiye, ji ber wê sedemê ji bi hezaran welatî koçber
bune. Ji dervey wê İraq ji bo wergirtina ceyran û avê pêwistiya xwe bi Tirkiyê
û İranê heye. Ji ber nakukî û krîza aborî ya heyî demekî dirêje hukumet bi
temamî ne hatiye avakirin û her tê taluq kirin.
Herêma Kurdistanê, di sînorê navbera İrak û
Tirkiyê de cih digire, ji ber wê sedemê jî PDK di her mijarê de ji bo anîna gel
hev ya herdu aliyan hewildanên mezin dide, bazaran dike. Ango, ji bo İrak bi
ser xweve were diyare wê gelek tavîzan bide Tirkiye. Bi taybet jî di mijara
hinardekirina petrola Irak û herêma Kurdistanê de.
Wê demê gelo li beramberî daxwazên Tirkiyê
hukumeta İraqê çi helwest nişan daye û wê heya kuderê çavê xwe ji binpêkirinên
Tirkiyê re bigire? Gelo li hemberî wê hukumeta İraqê ji Tirkiyê çi daxwaz
kiriye? Gelo hukumeta Başur li hember dagirkirina Tirkiyê çi dixwaze? Gelo
Tirkiyê ji herdu aliyan çi daxwaz kirine? Ger ku mirov van pirsan û pêşdeçuna
têkiliyên hersê aliyan bine gel hev û analiz bike dikare bazarên ku li ser xaka
Kurdistanê hatine kirin, fam bike.
Zêdebuna tevgera Tirkiyê di xaka başurê
Kurdistanê de diyar dike ku herdu aliyan jî daxwazên Tirkiyê qebûl kirine û bi destûra
wan dike.
Iraq, ji bo ji nuve avakirina Musilê û
vegera penaberên xwe, wê ji Tirkiyê alîkariya maddî, avahîsazan (mühendiz) û
kelupelan daxwaz bike. Ji bo pirsgirêka xwe ya av û ceyranê derbaz bike, her
wiha krîza aborî daxîne wê daxwazên Tirkiyê qebûl bike. Ji bo pêk hatina van
daxwazan jî di mijara petrolê de gihiştine encamekê ji bo herdu aliyan jî
giringe.
PDK, ji bo li her çar
parçeyên Kurdistanê bi taybet bakur (PDK-T, PAK) û Rojavayê Kurdistanê (ENKS) partî
û aliyên girêdayî xwe mezin bike û pêşbêxe, bine astekî xwedî biryarên bi
bandor ewê heya dawiyê bi hukumeta Erdogan re bi xebite. Heya dibe ku hukumeta
AKP’ê di mijara vebuna deriyekî nu yê, qaşo çareserkirina pirsgirêka Kurd li
Tirkiyê ewê PDK’ê bi kar bîne. Ji bo sud ji bazirganiya şandina petrolê,
hinardekirin û wergirtina kelupelan di navbera İraq û Tirkiyê de bigire, wê ji
bo navbeyînkariyê her tim amade be. Ji bo PDK’ê, bazara petrolê bi Tirkiyê re
mijareke ku tu carî dev jê nayê berdan. Her wiha ji bo bi serbestî bikare di
deriyên sînoran û navenda herêmê de bazarê bike ewê têkiliyên xwe her tim zindî
bihêle.
Tirkiye li beramber, wê
operasyonên xwe li ser xaka Başurê Kurdistanê berfireh bike. Armanca Tirkiyê wê
ne tenê herêmên parastina Medyayê be, ewê xwe bi gihijîne sînorên di navbera
herêma Kurdistan û Iraqê de. Ango, ji bo bikare li ser Kerkuk, Mexmur, Musil û
Şengalê hakimyeta xwe çêke. Tirkiye, weke li Hewlêr, Bexda ewê daxwaz bike ku li Kerkuk û
Musil jî Konsulusxaneya xwe veke.
Li
beramberî van bazaran hemûyan yekane hêza ku li ber xwe bide û heya dawiyê
tekoşîn bike Tevgera Azadiya Kurdistanê (PKK) ye. Ji ber wê sedemê jî yekem
armanca dagirkeriyê wê Tevgera Azadiyê Kurdistanê be.
Leşkerên
Tirkiyê weke beriya 30 salan çewa herêma Behdînan dagirkirin û li wir man, di
vê pêvajoyê de jî heya ku biçe, ewê bi xwe dernekeve û bandora xwe lewaz neke.
Ji ber ku armanca wan diyare. Dagirkirine.
Çiçek BOTAN
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Di
Navbera Tirkiye, Irak û PDK’ê de Pêvajoyek Nû Di Civînan
de Çi Mijar Hatin Nîqaş Kirin? Li Behdînan Tirkiye daxwaz dike PDK pêk tîne Gelo PDK û İraq li beramberî dagirkeriyê
çi dixwazin?Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê