24 Ocak 2011 Pazartesi Saat 09:43
Bi pêşengiya TZPKurdî û hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya ‘Jiyana duzimanî’ de Komxebata Standartkirina Têgehên Îdarî yên bi Kurdî hate lidarxistin. Armanca komxematê ew e ku têgehên standart bên diyarkirin.
TZPKurdî bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Komxebata Standartkirina Têgehên Îdarî yên bi Kurdî li dar xist. Hate diyarkirin ku dê encamên di mijara termînolojiyê de hatin bidestxistin, bi raya giştî re werin parvekirin. Komxebata ku bi tevlibûna gelek zimanzan û nûnerên saziyên kurd pêk tê dê 3 rojan bidome.
TEVLIHEVIYÊN TERMÎNOLOJIYÊ TÊN NÎQAŞKIRIN
Piştî biryara jiyana duzimaniyê saziyên kurd ji bo safîkirina hin aloziyên di ziman de zend û bend badan. Di vê çarçoveyê de li ser têgehên îdarî yên di zimanê kurdî de komxebat hate lidarxistin û nîqaş li ser tevliheviya termînolojiya kurdî hatin kirin.
GELEK ZIMANZAN TEVLI KOMXEBATÊ BÛN
Serokê Ensîtûtiya Kurdî ya Stenbolê û Zimanzan Samî Tan, Zimanzan Zana Farqînî, Nivîskar Feratê Dengîzî, Nivîskar Dîlawer Zeraq, Nivîskar Servet Denîz, nivîskar Mehmûd Neşîte ku xebatên xwe bi zazakî dimeşîne û Nivîskar Sabahattîn Gultekin tevli komxebatê bûn.
Nûnerên TZPKurdî diyar kirin ku ew ê encamên komxebatê bi hemû saziyên eleqedar re parve bikin û ew ê hewl bidin ku di mijara têgehên îdarî de bigihijin encamên diyar.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info