• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Di bin çavdêriya MÎT De, Ji DAIŞ’ê heta HTŞ’ê Nexşeya Nû ya Îstixbaratî ya li Sûriyê – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk, ku daxwaz dike di hemû hevdîtinên dîplomatîk de bê îstîsna qerta têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji xwe û HTŞ’ê re bê dayîn, roj derbas nabe ku li dijî Rêveberiya Xweser-QSD’ê, hevdîtinên wan yên bi DAİŞ'ê re dernekeve. Hat zanîn ku Mihemed Kerîm Ebû Bekir ê ku di rêveberiya îstîxbarata HTŞ'ê de cih digre, ji aliyê MÎT'ê ve tê birêvebirin û gelek erkên operasyonan jî pêk tîne.

Yayınlayan Lekolin
1 October 2025
Kategori: Nûçe
239 18
A A
Di bin çavdêriya MÎT De, Ji DAIŞ’ê heta HTŞ’ê Nexşeya Nû ya Îstixbaratî ya li Sûriyê – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Qada pevçûnê ya li Bakurê Sûriyê veguherî dikek ku tê de ne tenê komên çekdar, torên îstixbaratê yên ji nû ve tên guhertin. Di navenda vê veguhertinê de, Mihemed Kerîm Ebû Bekir ku li gorî agahiyên ku me girtine, berê di nav DAİŞ’ê de lojîstîk û ewlehiyê koordînasyonê pêkaniye, cih digre. Hate zanîn ku Mihemed ku niha di rêveberiya îstîxbarata HTŞ’ê de cih digire, ji aliyê MÎT’ê ve tê birêvebirin û gelek erkên operasyonan jî pêk tîne.

BI TALÎMATA MÎT’Ê DERBASBÛNA JI DAIŞ’Ê BERBİ HTŞ’Ê

Mihemed Kerîm Ebûbekir yek ji kesayetiyên sereke ku derbasbûna DAIŞ’ê di navbera Bakûr Sûriyê û çola Sûriyê de birêxistin kir. Mihemed ku di nav endamên DAIŞê de bû, ji aliyê MÎT’ê ve ji çola Sûriyê re hatibû veguhestin, hat ragihandin ku yek ji wan kesan e ku di vê pêvajoyê de binesaziya lojîstîk û ewlehiyê ya rêxistinê ava kiriye.

 

Veguheztina Mihemed ku îro bi awayekî çalak di îstîxbarata HTŞ’ê de cih digire, di nûçeya me ya taybet a bi navê MÎT û HTŞ di ser DAİŞ’ê de planek mezin pêk tînin ya Lekolin, planên ku ji aliyê MÎT’ê ve, bi hevkariya HTŞ’ê bi rêya DAİŞ’ê li seranserê Sûriyeyê planên xwe ji bo mayîndekirina hebuna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê xistine meriyetê, hatibû dest girtin. Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin bi dest xistine, hat zanîn ku di navbera rayedarên MÎT, Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarata Şamê û Rêxistina Ewlekariya Neteweyî de çend hevdîtinên veşartî hatine kirin. Di civînan de rasterast talîmat ji îstixbarata Tirkiyê hatiye dayîn ku tevgerên serkirdeyên çeteyên DAIŞ’ê di nav axa Sûriyê de hêsan bikin

OPERASYONÊN REŞKİRİNA QSD’Ê Û DRONÊ

Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin wergirtine, erkên Mihemed ên ku ji aliyê MÎTê ve hatine girtin, çêkirina teqemeniyan li Efrîn û gundên derdorê, cih digre. Hat diyarkirin ku armanc ew e ku van êrîşan bixin ser rêveberên QSD’ê û li ber çavê şandeya Amerîkî ya li Şamê wan reş bikin. Herwiha Mihemed di nav wan agahiyan de ye ku ew ji bo ji bo hedef girtina xalên QSD yên li derdora Helebê bi amadekariyên dronan hatiye erkdarkirin.

OPERASYONÊN Bİ AGAHİYA WEZARETÊ

Hat ragihandin ku Mihemed bi awayekî çalak di navbera Bakurê Sûriyê û gundên derdora Helebê de tevgeriyaye û ev çalakî bi agahiya Wezîrê Parastinê Mîrhef Ebû Qesra û Wezîrê Karên Hundirîn Enes Xetap hatine kirin. Di malpera me Dosyaya Taybet a Lekolin de, bi ser sîcîlên berê yên serkirdeyên çeteyan ên ku li Şamê hatine bicih kirin, çawa ev avahî hatine çêkirin, bi hûrgulî hatibû lêkolîn kirin. Di dosyayê de tê destnîşankirin ku serokên komên ku ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve hatine bi rêxistin kirin berê bi DAİŞ, El Nusra û pêkhateyên din re têkildar bûn, lê niha bi rêya têkiliyên dîplomatîk û mîsyonên îstîxbaratê ji nû ve li qadê hatine bicihkirin. Di dema ku ev serkirdeyên çeteyan di asta fermî de li Şamê tên bicihkirin, ew jî ji bo pêkanîna çalakiyên provokatîf li qadê hatine erkdarkirin.

LÎWAYA ELÎ BIN EBÛ TALÎB Û EBÛ ZEHRA

Mihemed berê di bin rêveberiya Lîwa’ya Elî Bîn Ebû Talib de bû û hat ragihandin ku wê demê kesekî bi navê Ebû Zehra re kar kiriye. Niha jî bi agahiya MÎT’ê li ser tevgera rêveberiyên DAİŞ’ê dixebite. Em weke Lekolin ku di nûçe analîza me ya berê de dabû diyar kirin, MÎT û HTŞ endamên DAIŞê ji nû ve bi cih dikin da ku kêmasiyên leşkerî û siyasî li Sûriyê binirxînin. Navên wek Mihemed hem erkên îstixbaratî û hem jî yên lojîstîkê wek pêkanîkerên van planan digirin ser milê xwe. Bi taybet li herêmên sînorî û derbasbûnên çolî de, ew rêyên nû yên tevgerê ji bo DAİŞ’ê xêz dike.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: ColaniDAISMirhef Ebu QesraMITQSDROJAVASamSURIYETIRKIYE
Önceki yazı

Gelo Tirkiye li dijî DAIŞ’ê Şer Dike Yan Jî Wê Birêve Dibe?

Sonraki Haber

Gelo Hikûmeta Şamê Karîbû Daxwazên MIT’ê Bi DYE Re Bide Qebûlkirin?

Benzer Haberler

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be
Nûçe

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

2 June 2026
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

1 June 2026
Sonraki Haber
Gelo Hikûmeta Şamê Karîbû Daxwazên MIT’ê Bi DYE Re Bide Qebûlkirin?

Gelo Hikûmeta Şamê Karîbû Daxwazên MIT'ê Bi DYE Re Bide Qebûlkirin?

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Li Dijî Zihniyeta Muawiye û Ebû Sufyan a îroyîn Manîfestoya Civaka Demokratîk

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist