Rejîma Baas li Surî bi deh salane li ser deshilatdariyê û di wî dema dirêj de nezîkatiya wî li hember Kurda pir kêm guhariye. Dibe ku Kurd li Surî weke sîstema faşist ya Tîrkî de tune nahetine dîtin lê tu demî jî weke gelek xwecihî nahatine qabulkirin. Rojavayê Kurdistanê jî weke axê Kurda na, weke perçeyek devleta Erep ya Surî tê pênasekirin. Pêvajoya 9 salê şerê navxweyî û Şoreşa Rojava jî, ew çerçoveya ramanên nijadperest de cudabun ava nekiriye. Rejîm difikire ku Surî beriya 2011 çava rêvedibir ji niha junde jî dê wiha rêvebibe. Ev him dûrketina rejîma Baasê ji heqiqatê pêktê nişan dide, him jî feraseta Baasê çiqas civak fêhm nake û dixwaze li gorî feraseta xwe teşe bide wî, radixe ber çavan. Em ew taybetmendiyên rejîme di pêkaninê wî yi dawî di mile perwerdê de pîr vekirî dibînin.
Weke tê zanin di meha İlonê de li gelek heremên cihanê sala nû ya perwerdê dêstpêdike. İsal her çiqas nexweşiya Korona ev rewş bandor kiribe jî disa heman rewş derbasdar e. Rejîma Baasê jî destpêka sala nu ya perwerdê li gorî xwe hin tedbiran hildigre ji bo Bakurê Rojhilatê Kurdistanê. Yekemin şandeyek weziratiya perwerdê ku ji serokatiya cigirê wezîrê perwerdê ava buye ji Şamê rê dike bajarê Hasekê. Ew şande talîmatan ji tevahi saziyên perwerdê ku giredayî xwe re rê dike û dibêje li hember pergela perwerdê ya Rêveberiya Xweser bisekinin. Bi rê û rebazên cuda nehelin ku perwerda Rêveberiya Xweser biçe ser. Li ser zede dike û dibeje, kî ev çalaki pêk neani dê were cezakirin. Ya duyemin “Giştînameyek” di mijara perwerdê de derdixe û tê de xal bi xal ji bo perwerda xwe ku Kurd tê de nine cava dê li herema Rêveberiya Xweser bike sîstema perwerdê ya sereke tedbiran rêz dike. Di wî giştînameyê de di hin xalan de xebatkarên xwe bi taybet jî mamosteyên xwe tehdit dike ku nekevin pergela perwerda Rêveberiya Xweser, di hin xalan jî dixwaze tevahî şagirtên zaningehan bivin endamê partiya Baasê yan jî xwendina van nayê pejirandin. Bi kurtasi feraseta xwe yi dijî demokrasiye di mijara perwerdê de bi wî “Giştinameyê” diyar dike. Ya seyemin bi ajanên xwe di nava gel de propagandaya perwerda rejîme ji mile Rêveberiya Xweser hatiye erêkirin belav dike. Bi wî dixwaze bere gel ji perwerda Rêveberiya Xweser bide perwerda xwe ku mamosteyên wî bi giranî li malên xwe de bi dewreyên taybet dimeşinin.
Ev gavên rejîme bê çerçeva feraseta netew dewlet û nijadperestiyê nayê fêhm kirin. Pergela netew dewlet xwe li ser yek şekil kirina gelan de ava dike. Di wi teşekirina gelan de rêbaza sereke zext û zor e. Lê bi perwerdê mejiyên nifşê nu bi dest xistin jî amurek pir giring e. Ji bo wî li her dere dibistanan vedike û dixwaze tevahî zarokan bi perwerda xwe mezin bike. Ev nirxadinên giştî ji bo dewletên Kurdistanê dagirkirine derbasdar e lê li kêleka wi di perwerdê van dewletan de asimlasyona gele Kurd armanca bingehin e.
Niha jî rejîma Baas dixwaze li Rojava yê Kurdistanê perwerda xwe yî ne Kurdî tê de heye ne jî navê gele Kurd û pêkhatiyên cuda têde derbas dibe bi heman şeklî berdewam bike. Ji bo jî amurên bikartine disa zext e. Zorê li ser mamosteyên xwe dike ku perwerde li gori bere bikin. Zexta li xwendekaran dike ku tevli Baasê bivin. Divê ev nezikatiyên rejîme ji rêzê neye ditin. Ev rejîm dixwaze hejî gele Kurd ji kirkirina spi derbas bike, ji rastiya wî dur bixe û civakbuna wî belav bike. Gelê Kurd weke mirovên nikaren bixwe bixwe perwede bibinin û Kurdî jî weke ji bo perwerdê zimanek kêm dibine. Dema diyalog navbera rejim û Rêveberiya Xweser destpêkirin şevirmenda Serokkomara Surî ji televizyonên cihanê daxwuyenek da got “ew herem bi salane bê perwerde maye divê em van jî wî rewşî xilas bikin.” Ew deruniya dagirkeraye ku gel weke keriyê pez dibine. Li gorî wî kesî Kurd neçar bun ku hinek werin wan perwerde bikin.
Cihê şermêye ku hin rexistinên Kurd ê di nava ENKS jî ev nêrin parve dikin û dibêjin em di perwerdê de pergal û pirtukê Baas esas bigrin. Ji bo perwerda Kurdî zuye, mamoste tuneye, cihan qabul nake û hwd.
Bêguman ger bi rêbaza muzakerayan lihevkirinek bi Şamê pêş bikeve, wî demî mijara perwerdê dê were niqaşkirin û pergala perwerda Surî li gorî hin pîvanan li Bakurê Rojhilatê Surî jî dê hebe. Lê bi tu awayî ew perwerde bi navaroka berê nabe. Ji ber ku ew dê inkarkirina ruhê Şoreşa Rojava be. Ne tene ji bo gele Kurd ji bo pêkhateyên din jî perwerda nijadperestiya Erep edî nayê qabulkirin. İnşa kirina pergela perwerdeyek li ser esasa netewa demokratik beşek giring ya Şoreşê ye. Ji bo wî jî ne tene li Rojava her parça Kurdistanê di mile perwerdê de xwebuyîn û xwe parastin divê xeta esas ya gele Kurd be.
Siltan Rizgar
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê