KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result

Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî Ya Ehmedê Xanî Vebû

by Lekolin
15 Mart 2020
in Kürdistan Tarihi ve Dili

21 Şubat 2012 Salı Saat 16:36

Li Amedê, Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî bi merasîmekê hate vekirin.

Li Amedê, Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî bi merasîmekê hate vekirin.
Endamê Komîsteya Ziman a KCD’ê Osman Ozçelîk di vekirinê de axivî û wiha got: ” Bila Bulent Arinç biçe ji patronê xwe Fethullah bipirse ka zimanê kurdî zimanê şaristaniyê ye an na.”

Akademiya ku ligel Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê ya Amedê ye bi merasîmekê hate vekirin. Endamê Komîteya ziman a KCD’ê Osman Ozçelîk, Heveroka Amedê ya BDP’ê Zubeyde Zumrut, nivîskar Zana Farqînê, Şaredar Osman Baydemîr, serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Xebatkarên Rojnameya me û Kurdî-Der tevli vekirinê bûn. Her wiha gelek welatî jî tevli merasîmê bûn. Serokê Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmdê Xanî Hayrettîn Altun axivî û ji bo kesên hati spasî kir. Altun diyar kirku wan bi taybetî vekirina akademiyê kirine roja ziman û wiha got: “Zextên li ser zimanê kurdî didomin. Hê jî stranên kurdî qedexene. Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê ev daxwaza gelê kurd bê cih.” Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî axivî û diyar kir ku têkoşîna ku tê dayîn dê teqez rojekê bi ser bikeve û got ku divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

Hevseroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî da zanîn ku ji bo parastina ziman rola dayikan gelek girînge. Zana Farqînî jî bil êv kir ku ev akademiya ku hatiye vekirin ji bo gelê kurd gelek watedare. Endamê Komîsyona Ziman a KCD’ê Osman Ozçelîk jî da zanî ku gelê kurdî bi têkoşîna xwe mafên xwe bidestxistine û wiha got: “Bulent Arinç îdia dike ku zimanê kurdî ne zimanê şaristniyê ye. Ev encama zihniyeta dagirkere. Bila Ariç ji Fetullah Gulen bipirse û hîn bibe ku zimanê kurdî zimanê şaristaniyê ye an na.

Bi têkoşînê hatin bidestxistin

Piştî vekirinê serokê KURDÎ-DER’ê Burhan Zorooglu jîg ot ku ev rojê dîrokî di encama têkoşîna mezin de hatine dayîn. Zorooglu di berdewamiya axaftina xwe de metneke ku ji aliyê KCD, BDP, Enstîtuya KurdÎ ya Amedê, Enstituya Kurdi ya Stembolê, KURDÎ-DER, Navenda Çanda Cegerxwîn, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle, KADEP, HAK-PAR û DÎSA’yê hatibû amadekirin xwendin. Zorooglu diyar kir ku AKP’ê heta niha polîtîkayên înkar û îmhayê meşandiye û got ku gotinên Arinç jî vê yekê piştrast dike.”-DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Previous Post

‘Öcalan’a Özgürlük İçin Sanat’ Kampanyası

Next Post

TÜRKİYE’NİN KÜRT FOBİSİ, TÜRKİYE’Yİ SAVAŞA SÜRÜKLEDİ

Son HABERLER

Kadın

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

Din ve inançlarda ahlaki politik...

by Lekolin
13 Nisan 2021
1.9k
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

Bu cemiyetler içerisinde en önemli...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.9k
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

Modernite, çokça iddia edildiği gibi...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.7k
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-13

Geriye yeniden dönecek olursak Sultan...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.7k
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et