15 Mayıs 2010 Cumartesi Saat 15:26
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
15’ê Gulanê Cejna Kurdî li Navçeya Kopê bi mîtingekê hate
pîrozkirin. Li Edene, Mêrsîn, Mêrdîn, Enqere, Wan û gelek cihên din bi bi
hezaran kurd Cejna Kurdî pîrozkirin. Hevserokên BDP’ê Demîrtaş û Kişanak jî
cejna ziman pîroz kirin û 166 sal cezayê li Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya
Azadiya Welat yê berê Vedat Kurşûn hatiye birîn wekî polîtîkaya asîmilasyonê
ye.
KOP
Li Otogara Navçeya Kopêya Mûşê bi munasebeta Cejna Kurdî
mîtîng hate lidarxistin. Bi sedan kesên li ber avahiya BDP’ê ya Kolê li hev kom
bûn heta qada mîtîngê meşiyan. Girsê di meşê de pankarta “15’ê Gulanê Cejna
Zimanê Kurdî pîroz be” vekirin û bênavber dirûşmeyên “Bê ziman jiyan
nabe , “Bijî Serok Apo , “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin. Di destpêkê
de ji ber polîsan destûr neda ku girse pankartan bixe hundir, nihaq derketin û
piştî niqaşan girseyê pankart xistin hundir. Parlementerên BDP’ê yên Mûşê Nurî
Yaman, Sirri Sakik, Endamên Koma Aştî û Demokrasiyê Gulbahar Çiçekçi, Hamiyet
Dinçer jî amade bûn. Piştî girse li Qada Otogarê li hev kom bûn axaftin hatin
kirin. Endamê Komîteya Amadekar Cevdet Yaşar, rêveberê KURDÎ DER’ê Serdar
Balci, parlementerên BDP’ê Nurî Yaman û Sirri Sakik û Endama Koma Aştiyê
Gulbahar Çiçekçi axaftin kirin. Axaftvanan di axaftinên xwe de bal kişand ser
girîngiya ziman û zextên li ser ziman. Piştî axaftinan mîtîng bi stranên Koma
Serxebun û Koma Çiya dom kir. Girseyê li ber stranan govend gerandin û cejna
ziman pîroz kirin.
ENQERE
Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak jî bi munasebeta
Cejna Kurdî daxuyaniyek nivîskî dan û Cejna Kurdî pîroz kirin. Di daxuyaniyê de
wiha hate gotin: “Zimanê me rûmeta me ye. Gelê be di encama têkoşîna bi
salan mafê cejnê bi dest xistiye. Em 15’ê Gulanê Cejna Kurdî pîroz dikin. Civak
hebûna xwe bi zimanê xwe û çanda xwe dibapêze.” Di daxuyaniyê de li ser
girîngiya ziman hate rawestandin û polîtîkayên li ser kurdî hate rexnekirin. Di
daxuyaniyê de zixt û cezayên li dijî Rojnameya Azadiya Welat û Midûrên Azadiya
Welat jî hate rexne kirin û wiha hate gotin: “Rojnameya Azadiya Welat ji
ber TMK’ê 7 caran Midûrê Karê Nivîsê guhert. Li Midûrê Karên Nivîsê Vedat
Kurşûn 166 û 6 meh ceza hate birîn. Di şexsê kesekî de polîtîkayên asîmîlasyon
û înkarê didomin. Ev polîtîkayên li dijî gelê kurd û ziman nayên qebûl
kirin.”
BAZÎD
Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ber avahiya BDP’ê bi
minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Kurdî daxuyanî hate dayîn. Şaredara Bazîdê Canan
Korkmaz û bi sedan kes beşdar bûn. Di daxuyaiyê de dowîzên “Em
perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin”, “Bêyî ziman jîyan
nabe”, “zimanê me rumeta me ye”, “Jîn ziman azadî” û
“Bila zimane kurdî bibe zimanê fermî” hatin hilgirtin. Daxuyaniyina
bi sloganan zextên li ser ziman hatin şermezarkirin û Serokê Rêxistina BDP’ê ya
Bazîdê Zekî Çamlibel, diyar kir ku li gel hemû zext û asîmîlasyonên li ser
zimanê kurdî heta îro hatiye û dê bidome. Çamlibel, bang li hemû gelê kurd kir
ku bi zimanê xwe biaxivin.
GEVER
Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê jî li ber Otela Osluyê
daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Şaredarên BDP’î, nûnerên rêxistinên civakî
yên sivil û bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên
“Zimanê me rumeta me ye” û “Cejna zimanê Kurdî proj be vekirin
û sloganên “Bêyî ziman jiyan nabe” berz kirin. Li ser navê komê
Endama Kordînasyona TZPKurdî Arîfa Kutlar, daxuyanî xwend û diyar kir ku Cejana
Zimanê Kurdî di bin zext û zordariyên li ser zimanê kurdî tên kirin de tên
pirozkirin. Kutlar, xwest ku zimanê kurdî di makezagonê de bê parasti.
TETWAN
Şaxa KURDÎ DER’ê ya Tetwanê bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna
Kurdî li Navend û Navçeyên Bedlîsê bi daxuyaniyan hate piroz kirin. Di
daxuyaniyan de hate xestin ku hemû kes bi zimanê xwe biaxive û zarokên xwe hînî
baş hînî ziman bikin.
WAN
Li Wanê bi minasebeta Cejna Kurdî ji ber Navenda Kar Mavî
Plazayê, bi beşdariya Serokê Rexistina BDP’ê yê Wanê Cuneyt Canîş, nûnerên
rêxistinên civakî yên sivîl û bi seden endamên KURDÎ-DER’ê heta Kolana Hunerê
meşek hate lidarxistin. Girseyê di meşê de Panrkarta “Cejna Zimanê Kurdî
Pîroz Be” vekir û dirûşmên “Zimanê dayikê hebûna meye”,
“Xwedî li zimanê xwe derkeve” berz kir. Rêveberê KURDÎ-DER’ê Levent
Urun, li vir Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li hemû kurdan kir ku xwedî li
kurdî derkevin. Di dema axaftinê de dirûşma “Bê ziman jiyan nabe hate
berzkirin. Piştî axaftinê li Kolana Hunerê bi boneya Cejna Kurdî kon hate
sazkirin û pirtêkên kurdî lê hatin pêşendan.
EDENE
27 zarokên ku diçin qursa kurdî ya ji aliyê NÇM’ê ve tê
dayîn, îro li cihê dersên xwe bidomînin Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Zarokan
li polên xwe yên di avahiya NÇM’ê de ne dowîzên “Be ziman jîyan na
be”, “Zarok hezên parastina zimane Kurdî ne”, “Zimane me
rûmeta me ye” daliqandin û bi tepoxên rengîn xemilandin. Li ser navê
zarokan Eylem Gunse li ser wate û giringiya rojê axaftinek kir. Zaroka bi navê
Rozerîn Dolaşir ji helbesta bi navê “Keko ez bilûrvanim” a Cegerxwîn
xwend. Zarokên ku listikên “Dîk û Pîre” û “Newrozê’ lîstin li
saz û erbaneyan dan bi stranên kurdî gotin û govend gerandin. Piştî lîstikên
hatin lîstin kek, kurabiye û ava fêkiyan a ji bo zarokan hatibû amadekirin
hatin belavkirin.
TZPKurdî jî têkildarî giringî û wateya zimanê kurdî li taxên
Gulbahçe û Şakîrpaşayê ya Navçeya Seyhanê civînên gel li dar xist. Di civînên
hatin li dar xistin de balkişandin ser ku di malên kurdan de zimanê kurdî kêm
tê bi kar anîn û hate xwestin ku ji bo zarok ji zimanê xwe dûr nekevin jî
lazime li malê zimanê xwe bi kar bînin.
MERSÎN
Li Mersînê jî şahidên têkildarî Cejna Zimanê Kurdî ku dê 2
rojan bidomin, şevêdin bi beşdariya zêdetirî hezar kesî li ber Avahiya
Rêxistina BDP’ê ya Akdenîzê bi şehiyekê xistin dest pê kir. Li avahiyên li qadê
panqartên “Hûn nikarin me ji zaningahan dûr bixin, hûn nikarin me jı
zimane me dûr bixin”, “Ciwan hezin parastina ziman in”,
“Zimana me rûmeta me ye, rumete me roja me ye” daliqandin û dowîzên
“Em Kurdin zimane me Kurdi ye”, “Jiyan bi kurdi xweş e”,
“Em dê zimane xwe biparezin” hatin daliqandin. Serokê Rêxistina BDP’ê
ya bajar Cîhan Yilmaz, diyar kir ku gelê kurt tu carî dê dev ji zimanê xwe
bernede. Li ser navê TZPKurdî Gulîzar Çakmak jî anî ziman ku hewl didin kurdan
tune bikin û xwest li hemberî tevkujiyê li zimanê xwe xwedî derkeve.
Li qada şahiyê Rojnameya Azadiya Welat hate belavkirin.
Ciwanên rûpoş jî alên PKK’ê û HPG’ê rakirin û dirûşmeyên “Bijî Serok
Apo”, “Be ziman jiyan na be”, “Pêkutî me bêzar nakin”
qêriyan û srûdên bi kurdî xwendin. Kola enbaneyê ya NÇM’ê û komek dêngbêjin ji
dayikan pêk tên ên bi navê Stiyên Bajêr derketin ser dikê. Şahî bi govendên li
ber staran û sirûdan hatin gerandin heta saetên şevê yên dereng dom kir.
MERDÎN
Di çarçoveya şahiyên “Cejna Zimanê Kurdî” de
derbarê mîtînga sibê dê li Qoserê bê li dar xistin li Şaxa KURDÎ-DER’ê ya
Qoserê civîna çapameniyê hate li dar xistin. Li ser mijarê Seroka Şaxa
KURDÎ-DER’ê Hamdiye Turgay, diyar kir ku têkildarî mîtînga sibê dê li qada
Newrozê pêk bê hemû amade kirine û wiha got. “Di 16 gulanê de ji bo mîtînga
me ya bi dirûşmeya ‘Kurdî Sterka Geş a esmane Welate me ye’ dê pêk bê.
Hevserokê DTP’ê hate girtin ê siyaset lê hate qedexekirin Ahmet Turk, Aysel
Tugluk, endamên PM’yê yên BDP’ê, nûnerên saziyên sivîl, komên NÇM’ê, Koma Azad,
Seyda Perînçek û Koma Kemençeyê ya Nisêbînê û gelekî hûnermendên din dê beşdar
bibin.” Turgay, banga beşdariyê li hemû Mêrdîniyan kir.
Midûrê Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiya Pir Armana ya
Şaredariya Qoserê Nurullah Tunç jî bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Zimanê Kurdî
Pîroz kir. Tunç, diyar kir ku ev 2 mehin qursên zimanê kurdî dane destpêkirin û
zêdetirî 100 xwendekar li qursan dersan dibînin. Tunç, anî ziman ku 15 kesên
zimanê wan ê zikmakî tirkeye jî li qursên vekirine xwe qeyt kirine û wiha xwest
zimanê bi mîlyonan kes diaxivin bi qursan neyên sînorkirin û divê hûm kes ji bo
pêşvebirina kurdî çi ji destê wan bê bikin.
DÎHA
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com -www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info